Helîma Temel: Li dijî êrîşan bêdeng nemînin 2022-05-19 10:48:44   ŞIRNEX - Halîme Temel a ku li gundê Setkar ê Elkê ye û di dîrokên cuda de du zarokên wê jiyana xwe ji dest dane, niha ji ber êrîşên Tirkiye ên bi hevkariya PDK'ê li ser Başûr bifikar e û anî ziman ku li dijî van êrîşan divê tu kes bêdeng nebîne û got: “Bêdengî mirinê tîne. Em ne şer azadiyê dixwazin.”   Tirkiye di 17'ê Nîsanê de bi hevkariya PDK'ê êrişî  Herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên di nav sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê de ne kir û êrîşên xwe didomîne. Kesên ji van êrîşan herî zêde bi bandor dibin jî gundên li ser sînor in. Tirkiye bi van êrîşên ku li dervî sonr dike li gundiyên li ser sînro jî valakirina gundan verz dike.     Di salên 80 û 90’î de jî li Kurdistanê bi hezaran gund û bajarok hatin valakirin gundî hatin koçberkirin û gund hatin şewitandin.  Îro jî li herêmê bi êrîşên li dervî sînor re heman polîtîkayên dewletê berdewam dikin. Dewleta ku di wan salên derbasbûyê de gund dişewitanandin û vala dikirin îro jî zextên xwe li ser herêmê berdewam dike. Ji van gundan yek jî jê gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkêya Şirnexê ye.     Halîme Temel a ku 65 salî ye dayika 8 zarokan e û li gindê Sedkarê dimîne, li gundê Navgûza yê Colemêrgê hatiye dinyayê li wir bi malbata xwe re jî ber zilm û zextên dewletê neçar dimînin ku derbasî navenda Colemêrgê bibin. Halîme dema ku dibe 15 salî ji aliyê malbatê ve bi zorê tê zewicandin û tê li gundê Setkarê bi cih dibe. Halîme piştî ku tê vî gundî  li vir jî bi zext û zilma dewletê re rûbirû dimîne. Helîmeya ku bi zor û zahmetî zarokên xwe mezin dike çar zarokên wê li hemberî zextên dewletê serî radikin û tevli nava tevgera azadiyê dibin û 2 zarokên wê di encama têkoşînê de jiyana xwe ji dest didin. Halîme ji ajansa me re nirxandin kir.   'Jiyana min li vî gundî derbas bû'   Halîme, anî ziman ku malbata wê bêyî dilê wê ew zewicandiye û ji zarokatiya xwe tu tiştî fêm nekiriye û wiha berdewam kir: “Malbata min bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibû. Bêyî ku zarokatiya xwe bijîm ji aliyê malbatê ve bi darêzorê hatim zewicandin.  Yanî ez dikarim bibêjim ku jiyana min li vê gundî derbas bû. Ji ber ku di temenê zarokatiyê de hatim vî gundî. Min hem rojên xweş û hem jî yên zahmet li vî gundî bihartin. Dema ku nû hatim gund min gelek zor û zahmetî jiya. Ev 50 sal in ez li vî gundê me. Min karê sewalkarî û çandiyê kir. Li dijî hemû zehmetiyan me jiyana xwe didomand.”   Ji gundê xwe koçber bû   Halîme, destnîşan kir ku zext û zilma dewletê ji berê ve heye û heta îro jî berdewam dike û wiha domand: “Tu carî ev zilm bi dawî nebûye û heta îro jî ev zilm berdewam dike.  Di salên 80 û 90’î de bi ser gelek gundan de hat girtin, gelek gund hatin şewitandin û valakirin. Di sala 1988’an de dewletê bi ser gundê me de jî girt û gotin ‘Hûn alîkariya tevgerê dikin ji vî gundî biçin'. Her çiwsdî me qebûl nekir jî me bi zorê ji gund derxistin, gundê me şewitandin û xaniyên me talan kirin. Ji ber zilmê wê demê hemû şêniyên gund berê xwe dan cihekî û em jî çûn Edenê. Em nêzî 4 salan li Edenê man. Lê me nikaribû zêde ji axa xwe dûr bimînin. Ji ber wê me biryar da û em vegeriyan ser axa xwe. Ji ber ku gundê me hatibû wêran û talankirin em neçar bûn ku ji nû ve ji xwe re xaniyan çêbikin. Me li jêra gundê Sekdkarê  me ji xwe re gundek nû ava kir. Em ji vir re jî dibêjin Setkar. Lê hîna jî zilma li me tê kirin berdewam e.  Li çar aliyê gundê me noqteyên leşkerî hatine danîn. Hemû jî dibînin ku em çi dikin, diçin û ji ku tên. Dema em berê xwe didin çiyayên gund me dişopînin. Gundê me di bin çavderiyê de ye. Ev jî zilm e.”   4 zarokên wê tevlî refên azadiyê dibin   Halîme, bi lêv kir ku ji ber zilm û zextên dewletê 4 zarokên wê tevlî refên azadiyê bûne û wiha behs kir: “Yekem kurê min Nacî Temel (Çekdar Kato) di 2002’an de tevlîbûn kir, 9 salan ma û herî dawî li Elkê jiyana xwe ji dest da. Keça min Şehrîban Temel (Berfîn Çekdar) jî 2013’an de tevlîbû û 2018’an de li Başûr li herema Bradost jiyana xwe ji dest da. Min ji televîzyonê bihîst ku zarokên min jiyana xwe ji dest dane. Heta niha min cenazeyê keça xwe nedîtiye. Piştî ku ev herdu zarokên min şehît bûn du zarokên min dîsa tevlî bûn. Du zarokên min şehît bûn, dudu jî hîna dijîn. Dilê min gelek dişewite. Dilê kîjan dayikê naşewite. Li ber çavên me şer diqewime û zarokên me jiyana xwe ji dest didin. Lê em bi wan serfirazin. Hemû zarokên me ne. Çavên min her tim ji bo zarokên me li televîzyonê ye. Ew ên ku niha li çiyê ne hemû zarokên min in. Ferqa tu kesî li cem min tune ye. Ji bo zarokan em jiyanek azad dixwazin. Şev û roj li derve birçî ji bo gel û welatê xwe li berxwe didin. Em dixwazin êdî ev xwîn bisekine.”   Ji bo serhildanê bang   Halîme, êrîşên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê yê şermezar kir û di dawiya axaftina xwe de got ku dewleta tirk ne niha ji berê ve dijminatiya Gelê Kurd dike. Halîme, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev dewlet bi salan e me kurdan  qetil dike. Ji xeynî dewlet Tirk neyarên me yên dinê jî gelek zêde ne. Ger ku wan neyaran piştgiriya dewleta tirk neka dê ew ê nikaribûna biçûna Başûr û êrîş bikira. Malbata Barzanî neyartiya kurdan dike. Niha dîsa vê xiyanetê li me kurdan dike.  Em Barzanî şermezar dikin. Mirov çawa vê xiyanetê li gelê xwe dike. Çi karê dewleta tirk li ser axa Başûr heye. Ev ne şerê birakûjiyê ye. Ev şerê xiyanetê ye. Çima vî tiştî li me kurdan dike. Ew jî bi xwe kurd e. Dewleta Tirk dixwaze kurdan tune bike, Barzanî jî piştgiriyê didiyê. Ew jî dibin hevkarê komkujiya ku dewleta Tirk dike. Lê çiqas êrîş bikin jî wê berxwedan berdewam bike. Em ê heta dawiyê jî vê xiyanetê ji bîr nekin. Banga me ji dewleta Tirk re ew e ku destên xwe ji axa Kurdistanê vekişîne. Divê Gelê Kurd li dijî vê zilmê rabe ser piyan û dengê xwe bilind bike. Bi taybetî jî divê dayik dengê xwe bilind bikkin. Em şer naxwazin. Em azadî û aştiyê dixwazin.”