Jin ji bo Pinarê di daxwaza edaletê de bi israr in 2022-05-19 09:09:01   Melîke Aydin    ÎZMÎR - Jinên doza gumanbar Cemal Metîn û gumanbarên din ku Pinar Gultekîn qetil kiribûn, şopandin diyar kirin ku politîka bêcezahiştinê ya desthilatdariyê bandor li darazê kiriye û gotin wê li dijî van polîtîkayan di daxwaza edeletê de bi israr bin.   Xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn di 21’ê Tîrmeha 2020’î de ji aliyê Cemal Metîn Avci ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin û derbarê gumanbar û kesên din ên bûn alîkar de ji sûcên ‘bi çavsorî hatiye qetilkirin’ û ‘delîl veşartine’ de doz hat vekirin û 12’emîn rûniştina dozê di 16’ê Gulanê de li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Muglayê hat dîtin.   Di rûniştinê de merciya edlî di mutalaya xwe de der barê gumanbar Cemal Metîn Avci de ji sûcên ‘bi çavsorî û plankirî qetilkirin’, der barê birayê gumanbar Mertcan Avci de jî ji sûcê ‘alîkariya’ cezayê muebeta giran hat xwestin û der barê dayika gumanbar Ayten Avci, bavê gumanbar Selîm Avci, hevjîna gumanbar a dest jê berdaye Eda Karagun û der barê hevkarê wî Şukru Gokhan Orhan de jî ji sûcên ‘delîl veşartine’ navbera 2 û 5 salan de ceza hat xwestin.   Jinên ji bo şopandina dozê çûn Edliyeya Muglayê der barê doza du sal in berdewam dike de axivîn.   Rûniştin ji bo gumanbar tê dirêjkirin   Ji Pîrebokên Kampusê Rozanan Urkun diyar kir ku armanca dirêjkirina dozê ev e ku dem ji bo gumanbar bê qezenckirin û wiha pê de çû: “Sedema taloqkirina dozê ev e ku delîlên ji bo başiya gumanbar bên dîtin. Jixwe helwesta dadger ji roja ewil de diyar bû. Li şûna kujer bidarizîne, jiyana taybet a Pinarê lêpirsîn kirin. Li welat polîtîkayên jinê hedef digirin di darazê de jî bi bandor bûne. Sedema dirêjkirina dozê ev e.”   ‘Xwendekarên jin dikin nav lepê şîdetê’   Rozana wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qetilkirin li taxa Kotekli pêk hatiye taxa ku xwendekar zêde lê dijîne û ev ne qetilkirina yekem û ne jî ya dawiye. Beriya Pinarê doza Zeynep Şenpinar hebû. Ji bo wê jî jin li vir bûn. Piştre jinên din hatin qetilkirin. Li Kotekli xwendekarên zanîngehê bi tacîz û şîdetê re tên rû hev. Jinên ji ciwan ji aliyê dewlet, polîsan ve dikevin nav lepê şîdetê. Daraz ligel gumanbaran cih digire. Di doza Pinarê de gumanbar gotibû ‘başe Peymana Stenbolê hatiye rakirin’. Van polîtîkayên dijminê jinê  nîşan da ku  çawa alîkariyê didin gumanbaran.”   ‘Em ji bo dayikên wan edaletê dixwazin’   Berdevka Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin jî bi lêv kir ku ger edelet hebûna wê niha Pinar Gultekîn biçûna dibistana xwe û wiha bertek nîşan dan: “Edalet pêk nehat. Edalet ji bo hemû mirovahiyê ye. Lê mirovahî bê, wê edalet jî bê. Em edaletê hem ji bo jinan hem ji bo kurdan û hem jî ji bo cîhanê dixwazin. Em ji bo Emîne Şenyaşar, ji bo Gulîstan Doku edaletê dixwazin. Em ji bo hemû dayikan edaletê dixwazin.”   ‘Daraz malbatan didarizîne’   Dayika Denîz Poyraz a di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de hat qetilkirin, Fehîme Poyraz bertek nîşanê doza li dayika Pinar Gultekîn, Şefîka Gultekîn hatiye vekirin da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kezeba dayikê şewitiye lê li wir hem tê tehdîdkirin hem doz lê tê vekirin. Ger maf û hiqûq hebûna wê ev nehatiba kirin. Dayikeke dilşewat dikare her tiştî bêje. Li bavê Denîzê jî doz hat vekirin. Hem kezeba me dişewite hem jî ceza li me dibirin. Ev tê wateya parastina gumanbar. Di doza Denîzê de gumanbar tiliya xwe ji dadger re hejand û got ‘Tu yê min tehliye bikî min terorîst kuşt, hûn ê min bi xelat bikin’. Dozger got ‘deng nehatiye min’. Dizane ku pişta wî xurt e wisa dibêje. Em ji bo dayika Pinarê edaletê dixwazin.”   Endama Lijneya Rêveber a HDP’ê Belgîn Koç jî destnîşan kir ku bi armanca ku wê nava demê de berteka jinan kêm bibe doz tê dirêjkirin û ev tişt bi lêv kir: “Em dizanin ku bi qestî doz tê dirêjkirin. Daxwaza me ev e ku ev gumanbar cezayên herî giran bigirin. Polîtîkaya bêcezahiştinê pêşî li ber tacîz, tecawiz û şîdetê vedike. Em ê heta dawî dozê bişopînin.”