Feleknas Uca: Hevdîtin erênî derbas bûn 2022-05-19 09:02:25   ENQERE - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Berpirs Feleknas Uca ku li Bexdayê hinek hevdîtin pêk anîn got: “Me li ser pêvajoya siyasî, krîza heyî û pirsgirêkan nîqaş kirin. Me operasyon û rewşa li Şengalê nirxand. Em di mijara ku ev bi riya diyalogê tê çareserkirin de hemfikir in. Şer ne çareserî ye. Me hevdîtinên xurt pêk anîn û erênî derbas bûn.”   Êrîşên TSK’ê yên li hember herêma Federal a Kurdistanê mehek li pey xwe hişt. Di vê pêvajoyê de TSK’ê gelek deverên Kurdistanê bombebaran kir û îdiayên ku TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye jî bala NATO û Ewropiyiyan nekişand. Di vê pêvajoya ku êrîş didomin de  Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Berpirs Feleknas Uca û parlamenterê Wanê Sezaî Temelî çûn Iraqê.  Heyeta HDP’ê li Bexda û Silêmaniyê serdaneke 3 rojan pêk anîn. Bi serokomarê Iraqê Berhem Salîh, Eniya Felî, nûnerên Civaka Êzidî, nûnerên Yekîtiya Welatparêzên Kurdistan (YNK), Hezba Şoî re hevdîtin pêk anîn.   Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ji  Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Berpirs Feleknas Uca ya di hevdîtinan de cih girt der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Tecrîd encama neçareseriyê ye’   Feleknasê da zanîn ku êrîş bi salan e didomin, dijminahiya li hember kurdan zêde dibe û got: “Erdnîgariya Kurdistanê tê dagirkirin. Li dijî destkeftiyên kurdan êrîş pek tên. Lê pirsgirêk ancax bi diyalogê dikare çareser bibe. Bi şer û dagirkirinê ne pêkan e çareser bibe. Operasyon encama neçareseriya pirsgirêka kurd e. Divê bi muzakerê çareserî pêk bê. Jin, zarok, hemû civak ji şer zirarê dibînin.”   ‘Xetereyên nû tên payîn’   Feleknasê bêdengiya Ewropayê jî rexne kir û wiha anî ziman: “Bêdengî tê wateya erêkirinê û hevkariyê. Bêdengî û nemudaxalekirin mixabin  zirarê dide gel. Di şerê Rusya-Ukraynayê de ji bo çek bên xurtkirin siyasetek nû tê xêzkirin. Ev xetereyek mezin e. Li cîhanê mîlîtarîzmê pêş dixe. Ev êrîş li hember gelan pêk tên û  her kes tenê temaşe dikin. Me ev li Efrîn, Serêkaniyê, Şengal, Mexmûrê jî dît. Îro jî li Kobanê êrîş pêk tê. Gel û ev erdnîgarî her roj bi xetereyan rû bi rû dimînin. Ewropa jî yek ji berpirsên van êrîşan e.”   ‘Nikarin kurdan bikin mijara bazirganiyê’   Feleknasê axaftina xwe wiha domand: “Tirkiye bi hinceta ku Swêd û Fînlandiya piştgiriyê dide PKK’ê endamtiya wê ya NATO’yê qebûl nake û bi van welatan re bazarê dike. Lê nikarin kurdan bikin bazara bazirganiyê. Ew dem derbas bûne. Ev di Lozanê de kirin lê 100 sal derbas bû. Êdî nikarin wê derfetê qezenc bikin.”   ‘Gelek lîstik derdikevin holê’   Feleknasê der barê hevdîtinên li Iraqê kirine de jî wiha bi lêv kir: “Di encama hevdîtinan de derket holê ku kes ji êrîşan ne kêfxweş e. Me nerehetiyên li dijî êrîşan anîn ziman. Kes ji siyaseta dagirkirinê ne razî ye, erê nake. Ji bilî PDK’ê, hemû partî û hêzên din li dijî vê ne. Di axaftinên xwe de nerazîbûnên xwe anî ziman. Ji ber Tirkiye û dewletên dagirker qebûl nekirin bi salane yekitiya kurdan pêk nehat. Ji ser Iraqê hewl didin Rojhilata Navîn ji nûve dîzayn bikin. Dixwazin sînorên Rojhilata Navîn biguherin. Lîstikên tên lîstin jî yek bi yek dertên holê. Piştgiriya PDK’ê ya ji bo Tirkiyeyê li holê ye. Dixwazin di sedsala Lozanê de ji nû ve der barê kurdan de biryarê bigirin. Îro axa Kurdistanê di bin xetereyê de ye. PDK zarokên Êzdî wek terorîst îlan dike. Ev nikare bê qebûlkirin. Komkujiyên wek Hewlêr, Helepçe, Şengalê li heber çavê hemû cîhanê pêk hatin. Gelo sedema Şengalê kî ne? Aqûbeta bi hezaran jinî nayê zanîn. Dixwazin dîrokê dubare bikin. Lê ev nayê qebûlkirin û wê bertek li dijî vê bidomin.”   ‘Yek ji sernavên herî girîng Şengal e’   Feleknasê destnîşan kir ku wek Komîsyona Karê Derve û Dîplomasiya HDP’ê gelek xebatan dimeşînin û li gelek welatên cîhanê em bi dewletan, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, rêxistinên ciwanan û rêxistinên civaka sivîl re di têkiliyê de ne. Di heman demê de maseya Rojhilata Navîn a HDP’ê jî heye û her meh li Rojhilata Navîn hevdîtinên cur bi cur pêk tên. Me bi serokomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtinek kir. Em li ser pêvajoya siyasî axivîn. Me rewşa Şengalê jî girt dest. Em li Bexdayê bi partî û parlamenteran re hatin gel hev. Em di mijara diyalogê de hemfikr in. Em ne şer, çareseriyê dixwazin. Ji bo pêşî li şer bê girtin divê hevdîtin bên kirin. Ger DAIŞ li Iraqê ji nû ve derkeve wê ji bo her kesî bibe xetere. Em hemû kesên piştgiriyê didin DAIŞ’ê baş dizanin. Di vê mijarê de hevdîtinê me çêbûn. Em di mijara çareseriyê de hemfikir in. Yek ji mijara herî girîng jî Şengal bû. Hikûmeta Bexdayê ji êrîşan ne rehet e û qebûl nake. Li Iraqê li dijî êrîşan bertek her diçin mezin dibin. Ji ber erdnîgariya kurdan û hemû destkeftiyên wan di hedefê de ne.”