Hunermendên kurd: Navnîşana çareseriyê Îmralî ye 2022-05-19 09:02:51   STENBOL - Hunermendên kurd diyar kirin ku li dijî êrişên AKP û PDK’ê, Gelê Kurd dê dîsa bi ser keve û gotin: “Her ku tecrîd giran dibe êriş jî mezin dibin. Di vê pêvajoyê de xebata herî mezin pêkanîna azadiya serokatiyê ye. Serokatî azad be wê Gelê Kurd jî aza be. Çareserî Îmraliye.”   Êrişên AKP-MHP’ê yên bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de li hember Herêma Federal a Kurdistanê hatin destpêkirin didomin. Li hember Zap, Metîna û Avaşîn bombebaran didome. Ji her alî jî bertek tê nîşandan û li welatên Ewropa daxuyani tê dayîn û hunermend jî li dijî êrişan bertekên xwe anîn ziman.    Hunermendan der barê êrişanda ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ev dagirkine, her ku tecrîd giran dibe êrîş jî mezin dibin. Hunermendan her wiha daxuyakirin ku di vê pêvajoyê de xebata herî mezin azadiya serokatiyê ye.   ‘Cîhan bêdeng e’ Hunermend Nuarîn bal kişand ser êrişên ku pêk tê û got: "Dewleta faşîst û dagirker a Tirkiyeyê li her çar parçeyê Kurdistanê bi êrîş û lîstikên qirêj dixwaze komkujiyê pêk bîne. Hewl didin ciwanên kurd qir bikin. Dixwazin Gelê Kurd bi êrîşan tune bikin. Li dijî van êrişan gerîla berxwedanek mezin nîşan dide. Wê ev listikên qirêj vala derkevin. Divê em jî di berxwedana gerîlayan de wan tenê nehêlin. Ji ber ev ne tenê bar, mîsyon û karê gerîlaye. Divê em aktîf di vê pêvajoyê de cih bigirin. Divê em tevli çalakiyan bibin û lîstikan vala derxînin. Ji ber niha hemû cîhan bêdenge. Dibin hevkarê vê lîstika qirêj.”   ‘Wê berxwedana gerîla qezenc bike’   Nuarînê, da zanîn ku hemû cîhan li dijî Gelê Kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber vê divê em zêdetir xwedî li xwe derkevin. Ger yekitî hebe wê Gelê Kurd biserkeve. Bi salane berxwedana Gelê Kurd û gerîlayan qezenc kir. Di vê pêvajoyê de jî wê wisa be. Wê dewleta dagirker têk biçe. Ya herî zêde Gelê Kurd diêşîne hevkariya PDK’ê ye. PDK ligel dijminê kurdan cih digire û di êrîşan de dibe hevkar. Hewl dide xwîna xwişk û birayên xwe birijînin. Qetilkirina gerîlayan tê wateya qetilkirina her çar parçeyê Kurdistanê. Ev nikare bê qebûlkirin. Divê PDK ji Gelê Kurd lêborînê bixwaze.”   ‘Çi ji destê me bê divê em bikin’   Nuarînê, diyar kir ku divê PDK ji bo serkeftina Gelê Kurd têbikoşe û wiha bi lêv kir: "Gerîla ji bo her çar parçeyê Kurdistanê têdikoşe. Ji ber vê banga me ev e ku divê demildest ji vê şaşiyê vegere. Divê PDK ji bo azadiya gelê Kurd têbikoşe. Ev şerê hebûn û tunebûnê ye. Ger ku em azadiyê bixwazin divê em zêdetir têbikoşin çi ji destê me bê divê em bikin. Divê hevkariya PDK’ê bê teşhîrkirin û demildest ji vê şaşiyê bê vegerandin.”   ‘Çareserî serokatiye’   Nuarînê dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Tecrîda li ser Serokatiyê her diçe giran dibe û ji ber vê jî êrîş mezin dibin. Yekane tişta ku vê pêvajoyê bê kirin pêkanîna azadiya serokatiyê ye. Divê em vê jibîr nekin. Azadiya serokatiyê Azadiya gelên Rojhilata Navîne. Çareserî serokatiye. Ez bang li gelê xwe dikim ku çi ji destê wan bê bila bikin. Bila tevli xebat û çalakiyan bibin. Serkeftin wê ya Gelê Kurd e. Bijî berxwedana gerîla.”   ‘Em vî şerê qirêj bidin sekinandin’   Hunermend Canê jî êrişên Arteşa Tirk şermezar kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dewleta Tirk li dijî gerîla êrişek berfireh û qirêj xistiye jiyanê û wiha pê de çû: “Ez vî şerê qirêj şermezar dikim. Bang li Gelê Kurd dikim. Bang li her çar parçeyê Kurdistanê dikim. Werin em dest bidin hev û ji bo yekitiya xwe ya netewî bên gel hev. Em vî şerê qirêj rawestînin. Em li dijî şer bisekinin ku bila xwîna gerîla nerêje. Ger xwîna gerîla birêje wê ya her çar parçeyê Kurdistanê birêje. Dewleta Tirk dixwaze bi xwîna Gelê Kurd bigihêje armanca xwe. Ez bang li Kurdan dikim. Yekitiya xwe ava bikin, neyên lîstikên qirêj yên Erdogan. Divê em gerîla tenê nehêlin. Serkeftin ya gerîla û ya Gelê Kurd e.”