Ji ber girtîgeha Kiriklarê bang kirin: Hêrsa dayikan wê we biftisîne 2022-05-18 15:42:26     ÎZMÎR - Xizmên Girtiyan di 62'emîn roja çalakiya xwe de li ber Girtîgeha Kirkilarê kom bûn û wiha bertek nîşanî malbata Barzanî dan: "Tu kes di zilma li kurdan de bi ser neketiye, Barzanî tu ne kurdî, wê hêrsa dayikan we bifetisîne."   Xizmên girtiyan ku ji bo berdana girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin nayên berdan Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin. Malbatan îro nobeda xwe di roja 62'emîn de li ber Girtîgeha Kriklarê berdewam kirin. Di daxuyaniya ku li wêderê hat dayîn de, endamên Komeleya Xizmên Girtî û Hukumxaran a Egeyê (EGE TUHAY -DER) û gelek westî tevli bûn. Di daxuyaniyê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.   'Zarokên me li girtîgehan nexweş ketin'   Dayika Bayram Kaymaz ê li Gîrtîgeha Hejmar 2 a Tîpa F Medîne Kaymaz, diyar kir ku ew ji bo her kesî edaletê dixwazin û berdewam kir, "Li girtîgehan her tişt bi pere ye. Girtîgehan girtî wekî kirêkaran e. Zilm tê kirin dawî li vê zilmê bînin. Ên ku cezayê wan qediya ye serbest berdin û gitiyên nexweş jî bila bên dermankirin. Yan derman nadin wan an jî dermanê xirabe didin wan. Ji mirinên li girtîgehan dewlet berpirs e. Çend sal e em nikarin wan bibînin. Ên ku nêzin jî dişînin girtîgehên dûr."    'Sedema krîza aborî şer e'   Medîne diyar kir ku ew li gel girtiyan e û ev tişt got, "Em kurd in. Tu kes bi zilmê nabe dewlet. Em serî li heberî zilmê natewînin. Em edaletê dixwazin, morovahiyê dixwazin. Civakên ku gotin 'emê bi zilma li kurdan bikin bibin dewlet' jî derketin. Lê bi ser neketin. Kurd û tirk ferq nakin. Em dayik in û şer naxwazin. Bila mirov bi destên mirovan neyên kuştin.  Sedema vê krîza aborî şer e. Mirov perîşan bûne êdî bes e."   'Hêrsa dayikan wê we bifetisîne'   Dayika Medet Sever ê ku li Girtîgeha Bandirma a Tîpa T ya Hejmar 1 dimîne  Hanim Sever, diyar kir ku het ji girtîgehan cenaze dernekevin û girtî bên tahliyekirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Ez bang li Barzanî dikim. Êdî bes e tu ne kurdî. Wê hêrsa dayikan we bifetisîne. Bila şer biqede û cenaze neyên. Bila dayika tu kesî negirî.  Hata dilopa xwîna xwe ya dawî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Zarokên me 30 sal in di hundir de ne. Ên ku înfaza wan qediya ye bila bên berdan û bila girtî bên dermankirin. Em dayik in kezeba me diêşe. Dayika her kesî heye. Dikare bê serê her dayikê. Bila ev xwîn bê rawestandin û zarokên me neyên kuştin."