Jin dipirsin: Divê kujerên Sakîneyê hesabê bidin 2022-05-17 09:08:56   ŞIRNEX - Jinên Silopiyayê bertek nîşanê qetîlkirina Sakîne Kulter a ji hêla Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin dan û destnîşan kirin ku li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd hedef digirin û bang kirin ku divê li dijî qetîlkirina jinan û polîtîkayên şer ên taybet têkoşînek bi rêxistinbûyî were dayîn.   Li navçeya Silopîya ya Şirnexê di 13’yê Gulanê de Sakîne Kultur (40) ji hêla Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ve bi awayekî îşkenceyê hatibû qetîl kirin. Bertekên jinan a li dijî qetîl kirina Sakîne roj bi roj zêdetir dibin. Jinên Silopiyayê ji bo protesto kirina qetîl kirina Sakîneyê meşiyabûn û banga têkoşînê kiribûn. Jinên Silopiyê li dijî qetîl kirina Sakîneyê banga têkoşîna li dijî polîtîkayên şer ên taybet kirin.   ‘Divê  kujerên Sakîneyê hesabê bidin’   Amojina Sakîneyê, Hatîce Kultur jî destnîşan kir ku divê kujerên Sakîneyê hesabê bidin û li ser mijarê were rawestandin. Hatîce, got: “Divê pêşî li kuştina jinan were girtin. Em dixwazin li ser vê mijarê were sekinandin. Sakîne bi awayekî hov hate qetîl kirin û tu jin ev tiştê qebûl nake.”   Helziye Kultur di destpêka axaftina xwe de qetîlkirina Sakîneyê şermezar kir û wiha bertekên anî ziman: “Gerek tu jin ev qetlîamê qebûl nekin û hemû rabin ser piyan. Qetîlkirina jinan nayê qebûl kirin. Bes êdî ku jin werin kuştin. Ewlehiya jinan nema ye. Em ê deng û têkoşîna xwe mezintir dikin û heqê Sakîneyê li erde nehêlin. Doza Sakîne doza hemû jinan e.”   ‘Hêzên paramîlîter jinên kurd hedef digirin’   Leyla Aykal jî diyar kir ku hêzên paramîlîter jinên kurd hedef digirin û li herêmê polîtîkayên xwe pêş dixînin. Leyla, destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîn û rêxistinbûyîna xwe dê pêşîya polîtîkayên şer ên taybet ya li ser jinê bigirin û  got: “Bê guman li her deverê polîtîkayên li dijî jinê heye. Lê bele li herêmê li dijî jinên kurd bi destê kesên ku pêwendiya wan bi dewletê re heye jinan hedef digirin. Wekî li Êlîhê Îpek Er, li Dêrsîmê Gulîstan Doku û îro jî li Silopiyayê Sakîne Kultur ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetîl kirin. Yên ku ev jinên Kurd qetîl dikin, giş AKP’î nin. Sakîne jî ji hêla kesên ku girêdayî bi hêzên mîlîtarîst ve henin ve hate qetîl kirin. Em ê hesaba kujeran bipirsin.”   ‘Li paş kujerê Sakîneyê kî heye?’   Herî dawî Emîne Alkiş jî wiha axivî: “Bangaziya min ji hemû jinên Silopyayê û Botanê heye ku bila hemû li dijî bûyerên tundî, kuştin û îstîsmarkirinê derkevin. Em vê tiştê qebûl nakin. Gerek xelkên Silopiyayê û Botanê li dijî van êrîşên li ser jinê dengê xwe bilind bikin. Ew kes çawa ewqas bi rehetî diçe û Sakîneyê bi awayekî îşkenceyê qetîl dke. Kujer ew cesarete ji ku digire. Em dipirsin li paş wî kî henin. Em ev qetîlkirinê qebûl nakin û dê heya dawiyê de doza wê dikin.”     ‘Bila hemû jin ji bo Sakîne dakevin kolanan’   Cîranê Sakîne, Asya Tay jî daxuyand ku ew ê doza hemû jinên ku tên qetîl kirin wê bipirsin û got: “Em kuştina sakîneyê nalet dikin. Em naxwazin jin werin kuştin. Sakîne 4 sal cîranê me bû. Me tu xirabiyek wê nedîtibû. Hevjînê wê astengdar û 2 zarokên wê jî astengdar in. Em gelek pê êşiyan. Jin dara jiyanê ye. Sakîne ew qetlîamê heq nekiribû û tu jin qetîlkirinê heq nakin. Em dixwazin hemû kes li dijî kuştina jinan dengê xwe bilind bikin û ev hov û qetlîamê nehêlin ba tu kesan.”