Parêzer Asli Pasînlî: Jin wê dîsa gotina xwe bêjin 2022-05-17 09:04:36   AMED - Parêzer Asli Pasînlî diyar kir ku 28’ê Adarê ku runiştina der barê Peymana Stenbolê ya li Daniştayê hatiye dîtîn rojek dîrokî bûye û da zanîn ku di hezîranê de di rûniştên wê li pey hev bên dîtin de jin wê dîsa gotina xwe bêjin.   Peymana Stenbolê di 20’ê Adara 2021’ê de bi biryara serkomorê AKP’ê Tayyîp Erdoga hat feshkirin. Rêxistinên jinan, partiyên siyasî, baro, rêxistinên civaka sivîl, sendîka û bi sedan jinî bi armanca biryar bê rawestandin serî li Şûraya Dewletê  dan. Lijneya Daîreyên Doza Îdarî ya Şûraaya Dewletê (ÎDDK) bi hinceta ‘li gorî destura bingehîn rayeya rêvebirinê di destê serokomar de ye, di bidawîkirina peymanên navneteweyî de îtîraz red kirin.   Tevî îtîrazên ÎDDK’ê bi hezaran jinî serî li Şûraya Dewletê dayên. Li ser vê di 28’ê Nîsanê de daxwaza 10 saziyan li Şûraya Dewletê hat dîtin. Ji her çar alî Tirkiyeyê parêzer, komeleyên jinan, baro tevli bûn û diyar kirin ku divê Peymana Stenbolê bê pêkanîn. Di rojên pêş de wê li 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê bi komî bên dîtin. Daîre di 7-14 û 23’ê Hezîranê de wê sê runiştinên cuda pêk bîne û tê payîn ku der barê Peymana Stenbolê de biryarek bê dayîn.   Yek ji parêzerên Baroya Amedê Asli Pasînlî di runiştina 28’ê nîsanê de cih girtib rihê piştevaniya jinan derxistiye holê nirxand.   ‘Runiştinek dîrokî bû’   Asliyê da zanîn ku doza der barê Peymana Stenbolê de li Şûraya Dewletê hatiye dîtin û got ew roj rojeke ku nayê jibîrkirinê bû û wiha vegot: “Her wiha Peyman kes 11’emîn salvegere xwe. Wek tê zanîn peyman ji aliyê serokomar ve hat feshkirin. Li ser vê li ser daxwaza nêzî 200 saziyî doz hat vekirin. Saziyan îtîraz kirin û gotn ev li dijî hiqûqa netewî û navneteweyî ye.  Ji van doza 10 heb runiştina wan di 28’ê Nîsanê de bu. Bi banga EŞÎK’ê nêzî 1000 parêzer tevli bûn. Jİ her alî Tirkieyyê tevgerên jinan, rêxistin û saziyên jinan, baro û STK tevli bûn.”   ‘Peymanên din jî di bin tehdîdê de ne’   Asliyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha vegot: “Ji her reng, deng û nirxandinên polîtîk kes hatibûn û daxwaza wan yek bû. Wê rojê hemû rê derdiketin Peymana Stenbolê Wê rojê bi yek tengî hat gotin ku feshkirin li dijî hiqûqê ye û gotin qebûlkirina fehskirina vê peymanê tê wateya ku hemû peyman di bin tehdîdê de ne. Di vê runiştê de xwedîderketinek mezin hebû.”   ‘Runiştinek girîng bû’   Asliyê destnîşan kir ku ne ji ber jinbûnê ji ber cudahiyan jî rastî şîdetê tên û wiha  daxuyand: “Em carna ji ber kurdbûn, elewîtî, ermenî, Misliman û carna jî ji ber lezbiyeniyê şîdetê dibînin. Ji ber van cudahiyan şîdet li jinan tê kirin. Ji ber vê jî tevlibûn û xwedîderketina li peymanê belkî jî ji ber vê diqewime. Wê rojê nûnerên saziyan yên tevli runiştinê bûn parastinên xwe kirin. Runiştinek pir girîng bû.”   Wê runiştinên nû hebin   Asliyê wiha dirêjî dayê: “Biryara bê dayîn ji bo baweriya bi daraza li Tirkiyeyê gelek girînge. Heyetê bi baldariyek mezin parastin guhdar kirin. Piştre Dozgerê Şûraya Dewletê mutala da. Di mutala xwe de diayr kir ku biryara feshkirinê dijhiqûqî ye divê bê betalkirin. Bêguman ev nêrîn ji bo me pir girîng bû. Herî dawî runiştin ji bo biryar bê dayîn hat bidawîkirin. Niha wê di 7’ê Hezîranê de dozên nû bên dîtin. Jin gotina xwe wê dîsa bêjin. Wê dîsa qerebalix bin.”   ‘Ji her alî xwedî derketin hebû’   Asliyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Biryara ji vê runiştinê derkeve gelek gelek girîng e. Lê biryar çi dibe bila bibe pratîka xwedîderketinê ya hatiye nîşandan, derxist holê ku ji her aliyî ve xwedîderketinek mezin heye.”