Hevjîn û zarokên Abdullah Ece: Divê em girtiyan bi tenê nehêlin 2022-05-16 11:03:52   ŞIRNEX - Hevjîn û zarokên girtiyê nexweş Abdullah Ece yê 73 salî ku bi koronayê ketibû û jiyana xwe ji dest dabû diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li dû doza Abdullah Ece bin û gotin:"Divê em rabin ser piyan."   Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiye û herêmê hezar û 605 girtiyên nexweş ku 604 jî jê giran nexweş in hene. Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHÎV) jî di Çileya 2022'yan de herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dane. Girtiyên nexweş ên li girtîgehan roj bi roj rewşa wan girantir dibe, tevî hemû hewldanan jî  nayên berdan, girtiyên nexweş ên li ber mirinê dimînin jî bi demborî tên berdan. Yek ji wan jî Abdullah Ece ye ku di 14'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest daye.  Abdullah Ece (73) di sala 2020'î de bi îdiaya "Alîkarî û piştgirî daye rêxistinê" 2 sal ceza jê re hat dayîn. Abdullah piştî ku hat girtin ew birin Girtîgeha Bucayê ya Îzmîrê. Tevî ku temenê wî mezin jî bû malbata Abdullah a ku di 10'ê Hezîranê de li benda berdana wî bû, di 14'ê gulanê de jiyana xwe ji dest da. Kurê wî Osman Ece (50) der barê rojên dawî yên girtina Abdullah de agahî da û diyar kir ku bavê wî ji ber temenê xwe yê mezin gelek caran ji bo ji girtîgehê derkeve serî li girtîgehê daye û ji girtîgehê jê re gotine "Em te berdin tu dê biçî Qendîlê" Abdullah, anî ziman ku hemû serlêdanên wan bê encam mane û got ku bavê xwe cara dawî di 1'ê Nîsanê de dîtiye. Abdullah, diyar kir ku di 4'ê nîsanê de di pêwendiya telefonê ya ku bi bavê xwe re kiriye girtîgehê gotiye ku bavê wan bi vîrusa koronayê ketiye û wiha gotiye: “Bavê we di 28'ê Adarê de ji ber nexweşiya sîngê çûye nexweşxaneyê û ji wir bi vîrusa koronayê ketiye."    'Divê em rabin ser piyan'   Kurê wî Osman Ece, diyar kir ku bavê wî bi zanebûn nayê berdan û wiha axivî:" 2 sal beriya niha bavê min hat girtin. Me gelek caran jî daxwazname dan û di her daxwaznameyekê de jî got ku kesekî îxtîyar e û nikare di girtîgehê de bimîne. Jixwe di wê pêvajoya ku hatiye girtin de jî bi neheqî hat girtin. Ji bo girtina wî tu tişt di destê wan de nebû. Di 4'ê nîsanê de bi koronayê ket. Dema ku em li girtîgehê jî geriyan ji me re gotin,'Bi koronayê ketiye lê rewşa wî baş e' Roja pêncşemê hevdîtina wî hebû û roja yekşemê jî li me geriya û em pê re axivîn. Piştre me tu agahî jê negirtin. 8'ê Adarê jî ji ber singê ew biribûn nexweşxaneyê. Em ji wê bi guman in. Çimkî di 1'ê mehê de em çûbûn hevdîtinê. Di navbera çend rojan de ev nexweşiya derket. Di 10'ê mehê de em lê geriya û em fêr bûn ku nexweş e. Ji me re gotin rewşa wî ne giran e. Jixwe bavê min jî gotibû,'Di destpêkê de ez nebaş bûm, lê niha ez baş im' Em ji bo ku bê berdan ketin nav hewlêdanan û bavê min bi xwe jî ji bo ku bê berdan kete nav hewlêdanan û ji girtîgehê re gotibû,'Ez dixwazim remezanê û cejnê di nav zarokên xwe de derbas bikim' Lê dîsa red kirin û ev daxwaza wî nehat qebûlkirin. Ji wî re gotin,'Em te berdin tu dê biçî Qendîlê' Piştî ku cezayê wî xelas bû û gotin em ê berdin. Heta ku neyên ber mirinê bernadin. Naxwazin ku ji derve nefesekê bistînin. Ev tişt li dijî însaniyetê ye. Ev tişt ne hiqûqî ye. Ev ne yek û ne didu. Gelek girtî bi vî rengî derketin. Heta ku nemirin bernadin. Divê ku em rabin ser piyan. Çalakiya nobeta edaletê be yan jî tiştek cuda be divê em bikin."   'Divê em girtiyan bi tenê nehêlin'   Keça wî Gulîstan Ece jî bi lêv kir ku ew bi bavê xwe serbilind in û got:"Tu nexweşiyên wî tune bû. Ji me re negotin ku rakirine nexweşxaneyê. Bavê min 8 rojan di nexweşxaneyê de radizînin agahiya me jê tune ye. Piştî ku em dizanin ku li kîjan nexweşxaneyê ye, em diçin û bi kelemçekirî dibînin. Polîs û leşkeran dora wî girtî bûn û nehiştin ku em biçin bibînin. Em bi bavê xwe serbilind in. Ez gelek keyfxweş im ku ez keça wî me. Ev hemû mêvanên bavê min in. Em ji Îzmîrê hatine vê derê. Ev der axa me ye. Bavê min ji 11 mehê ve di nexweşxaneyê de razandibû. Ji me û girtiyên me ditirsin. Bavê min 73 salî bû û jê ditirsiyan. Em ji aliyê dewleteke wiha ve tên birêvebirin. Divê gelê kurd şiyar bibe. Divê dayik hemû li ber deriyên girtîgehan çalakiya rûniştinê bikin. Bila girtiyan tenê nehêlin.Wan tenê dihêlin. Divê em girtiyan bi tenê nehêlin."   'Ez ê li pey doza wî bim'   Hevjîna Abdullah Ece, Meryem Ece jî da zanîn ku tevî hemû hewlêdanên wan, rêveberiya girtîgehê der barê rewşa hevjîna wî de tu agahî nedane wan û wiha got:" Ji bo ku bê berdan me 10 caran daxwazname dan. Girtîgehê jê re digot,'Em te berdin tu dê biçî Qendîlê'li hemberî vê gotinê got,'Ma ez ê di vî temenê xwe de biçim Qendîlê çi bikim?'Bi nexweşiya koronayê ket û 8 rojan di nexweşxaneyê de ma. Agahiya me jê tune bû ku anîne nexweşxaneyê. Em li girtîgehê jî geriyan bersiv neda telefonên me. Herî dawî em nêçar man û em li midûrê girtîgehê geriyan. Midûrê girtîgehê jî ji me re got,'Doza wî heye' piştre jî baweriya me nehat. Em li parêzer geriya. Parêzer ji me re got,' Rakirine nexweşxaneyê û ev 8 roj in di nexweşxaneyê de ye' Me nedizanî ku birine kîjan girtîgehê. Em ketin nav hewlêdanan ku bizanibin birine kîjan nexweşxaneyê. Herî dawî parêzerê me lê geriya û em fêr bûn ku li ku ye. Piştre zarokên min dixwazin ku biçin bibînin û berê xwe didin nexweşxaneyê. Di nexweşxaneyê de jî ji ber leşker û polîsan cih nîne ku mirov biçe bibîne. Nahêlin ku biçin bibînin. Ji zarokan re dibêjin,'Heta ku midûr neyê em nahêlin ku hûn biçin bîbinin' Midûr diçe lê dinêrin ku destê wî bi kelemçekirî tedawî dikin. Piştre dibêjin beraat kir. Dibêje,'Piştî 3 mehên din heger sax bû ez ê bernedim, heger sax nebû jî ji xwe çû' Ji wir heta niha di nexweşxaneyê de bû û tedawî dit. Tu nexweşiyên wî nebûn. Dema ku nexweş ketî carekê li me geriya û got,'Hevalên me birine nexweşxaneyê û em jî 3 kes bi koronayê ketine. Îro ez birime nexweşxaneyê û anî me. Laşê min diêşe. Serûm dan û em niha di odeyekê de di karantinayê de ne' Ev ji me re got. Heta ku ez sax bim ez ê li pey doza wî bim. Di bedela wê de girtin jî hebe em ê dev ji vê dozê bernedin. Divê ku di girtîgehan de êdî cenaze dernekevim. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin ku ev cenaze bi dawî be. Em kurd hatine û em ê kurd biçin jî."