'Li dijî polîtîkayên şer û dagirkirinê wê gel bi ser bikeve' 2022-05-16 09:09:37   STENBOL - Nûnerên partiyên sosyalîst-çep bertek nîşanê êrîşên AKP-MHP’ê ku bi piştgiriya PDK’ê li hember herêma Federal a Kurdistanê tên meşandin dan û diyar kirin ku ev şerê faşîstan desthilatdariyan e û wê têkoşîna yekbûyî ya gelan qezenc bikin. Partiyan bang kirin ku li dijî şer û dagirkirinê  deng bê bilindkirin.   Êrîşên AKP-MHP’ê yên bi piştgiriya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de li hember Herêma Federal a Kurdistanê hatin destpêkirin didomin. Li hember Zap, Metîna û Avaşînê bombebaran didome. Êrîşên li hember Mexmûr, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ket konseptek nû û ji her alî jî li dijî êrîşan banga mezinkirina berxwedanê tê kirin. Nûnerên partiyên sosyalîst çep jî bertek nîşanê şer dan.   ‘Demek dirêj e êrîş didomin’   Endama Partiya Rizgariya Ji nû ve Sosyalîst (SYKP) Roza Kahya da zanîn ku Tirkiye nikare xwe bi rê ve bibe û her tim polîtîkaya şer dimeşîne û got: “Êrîşên li hember gelê kurd demek dirêj e didome. Bi daxuyaniya ‘Kobanê li ber ketinê ye’ ya Erdogan dest pê kir. Ne tenê gelan jinan jî têkoşîn meşand. Polîtîkaya ku îro Tirkiye li hember Kurdistanê dimeşîne li Rojava wek xet disekine. Rojava ji bo me ne dersînor e, hema ligel me ye. Em ji vir dengên lingên şoreşa wir hîs dikin. Em têkoşînê, dengê dirûşmên jinan di têkoşîna xwe de dibînin. Pêşketina wan nîşan dide ku AKP û MHP çiqas ketiye tengasiyê. Polîtîkaya şerê AKP’ê derket pêşberî gelan. Em vê ji pêvajoya Efrînê dizann. Ewil bi dagirkirina Efrînê dan destpêkirin. Piştre pêvajoya Îdlîbê.”   ‘Desthilatdarî ketiye tengasiyê’   Rozayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pevçûn ne tenê pevçûna axê ye û di heman demê de pevçûna li hember gelan, jinan û ciwanan hatiye destpêkirinê ye û wiha daxuyand: “Ev mudaxaleyeke li hember yekitiya gelên wir e. AKP di alî polîtîk de evqas tengezar bûye ku, ji bo ji vê krîza aborî derkeve şovenîzm û netewperestiyê bi kar tîne. Hewl dide wisa biçe hilbijartinê û ji ber vê êrîşên gelan û gelên Kurdistanê dike. Li hember jin û zarokan pêvajoyek îstîsmarê a mezin tê jiyîn.  Herî zêde êrîşê bedena jinan dikin. Me ev li Amed, Şengal û gelek cihên din dît.”   ‘Ev şer şerê kê ye?’   Rozayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku partiyên ji xwe re dibêjin em muxalefet in teskereyê erê dikin her wiha bi vê jî sînor namînin gotinên ku şer gur dikin tînin ziman û wiha dawî lê anî: “Ev şer şerê desthilatdaran e. Ev şerê ku jinan, ciwanan, karkeran û gelên wir ji nedîtîve tê gelo şerê kê ye? Ev şer şerê emperyalîst, faşîst û deshtilatdaran e. Muxalefet jî ji cihekî şûnde tevlî dibe. Êrîş bi awayekî dijwar didomin. Li hember gelê herêmê jî êrîşek heye. Ji şer re butçeyên mezin tên veqetandin. Di çapemeniyên alîgirên xwe de jî vê pêvajoyê nakin propaganda. Dema şer dibe rojev dibêjin ‘leşkerên me li wir di çi şertî de şer dikin’. Bi vî awayî dewlet propagandayê dike. Niha em dibînin evqas propagandayê nakin. Tiştekî pir zelal heye. Niha li welat birçîbûn û xizaniyek mezin heye. Gel nikare debara xwe bike. Ji ber vê jî şer zêde naynin ziman. Sedema vê ev e. Lê em dibêjin ku wê gel bi ser bikevin. Em encama operasyonan jî dizanin. Wê gel, jin û bindest bi ser kevin. Em ê ligel hev têkoşîna xwe bilind bikin. ” ‘Berê xwe dan têkoşîna azadiyê û gelê kurd’   Endama MYK’a Partiya Şoreşger Gamze Taşçi jî bertek nîşanê êrîşan da û anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo xwe bidomîne operasyona dagirkirinê daye destpêkrin û got: “Operasyon bi hevkariya PDK’ê hatine destpêkirin. Bi awayekî tund berê xwe dane gelê kurd û têkoşîna azadiyê. Hêzên pergalê ji bo polîtîkayên xwe yên binpêkirinê bidomînin piştgiriyê didin polîtîkayên dagirker ên Tirkiyeyê. Niha nîqaşên hilbijartinê tên kirin û hedefa faşîzma qesrê jî ev e ku li şûna sindoqên hilbijartine tabutên cenazeyan bişînin. Êrîşa dagirkirinê ya faşîzma AKP-MHP’ê daye destpêkirin di kodên binpêkirina vê dewletê de hene. Fatura van êrîşan jî ji kedkar û karkeran derdixin. Îro karker û kedkar xizan tên hiştin û li aliyê din jî hemû azadî di bin êrîşan de ne. Em bang li hemû aliyên sosyalîst çep û hêzên kedê dikin ku li dijî polîtîkayên şer û dagirkirinê bibin xwedî helwest û bi hev re têbikoşin. Wê di encamê de jî têkoşîna yekbûyî ya gelan qezenc bike.”