'Ji bo zimanê kurdî werin em bi hev re bimeşin' 2022-05-14 09:01:08   Medya Uren   AMED - Jinan ji bo meşa di 15'ê Gulanê de bi minasebeta cejna zimanê kurdî tê lidarxistin bang li gel kirin û gotin: "Ji bo daxwaza me ya hevpar, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê werin em bibin yek û bi hev re bimeşin."   Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi minasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di 8'ê Gulanê de starta xebatên xwe dan. Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî xebatên panel, pêşkêşiya şanoyê, şahî û xebatên zarokan pêk anîn. Di çarçoveya van xebatan de jî, di 15'ê Gulanê de meşek girseyî tê lidarxisitin. Meş saet di 16.00'an de ji deriyê Bayramogluyê dest pê dike heya Parqa Koşûyoluyê bi dawî dibe. Jinên ku beşdarî xebatan bûne ji bo meşa were lidarxistin bang kirin û gotin werin em ji bo zimanê kurdî bibin yek.   'Divê em bi hestiyarî beşdar bibin'   Endama Enstutiya Kurdî ya Amedê, Mîne Karakaş di serî de bal kişand ser xebatên Cejna Zimanê Kurdî ku bi rojan e berdewam dikin û wiha got: "Îro roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Di çarçoveya vê rojê de me gelek komeleyan bi hev re xebat dan meşandin û çalakî li dar xistin. Weke hûn jî dibînin coş û eleqeyek mezin ji aliyê zarok û mezinan ve tê nîşakirin. Ev coşa heyî jî, ji me re dibe moral. Em bawer in ku wê bi vê coşê encamên baş werin bidestxistin. Tê zanîn wê di 15'ê Gulanê de jî, di çarçoveya xebatên Cejna Zimanê Kurdî de meşek girseyî were lidarxistin. Em ji bo vê meşê jî bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî vê meşê bibin. Ji bo parastina zimanê kurdî her kesek dengekî mezin e. Divê em bi vê hestiyariyê beşdar bibin."   'Werin em bibin yek'   Hunermenda Komeleya Dicle Firatê Herêm Nergîz jî bi van gotinan bang kir: "Di serî de cejna ziman li we hemûyan pîroz dikim. Em hêvî dikin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Ji ber ku ziman rûmeta mirov e. Ziman ji bo me evîn e. Divê em pê stranan, kilamên dengbêjiyê, çîrokan bibêjin. Bi taybetî jî divê her dem em zindî bihêlin û pêş ve bibin. Em weke hunermend, em di beşa xwe de hewl didin. Divê herkes li gorî erka xwe û hêza xwe di nav hewldanê de be. Herî dawî jî ez dixwazim bêjim divê gelê me piştgiriyeke mezin bide ziman û xebatên ji bo ziman tên meşandin. Di vê çarçoveyê de jî em di 15'ê Gulanê de ji bo ziman dimeşin û di 16'ê mehê de jî em fînala xebatan didin. Em ê weke dengbêj û muzîkjenên Ma Muzîkê konserê bidin. Em li benda gel in. Bi hêviya beşdarbûneke girseyî. Ji bo ziman û hebûna me werin em bi hev re bibin yek. Ger ziman tune bibe, hebûna me jî namîne. Em bi kurdî biaxivin, bi kurdî bijîn û bi kurdî fêr bikin."   'Ji bo zimanê kurdî werin em bi hev re bimeşin'   Mamosteya MED-DER'ê Dîlan Guvenç bi van gotinan banga meşa wê 15'ê Gulanê were kirin, kir: "Em jî weke komeleya MED-DER'ê roja zimanê kurdî li we hemûyan pîroz dikin. Weke hûn jî dizanin ziman bingeha netewan e. Bi mebesta pîrozkirina ziman û balkişandina li ser polîtîkayên asîmîlasyonê me rêzeçalekî li dar xistin. Çalakiyên weke panel, konser, şahî û xebatên zarokan pêk anî. Çalakiyên me bi qasî hefteyekê berdewam kir. Çalakiyên me bi coş û girseyî hatin pîrozkirin. Em di wê hêviyê de ne ku heya fînalê jî em bi awayekî girseyî xebatên xwe bidin meşandin. Di 15'ê mehê de jî meşek me ya girseyî heye. Werin em bi hev re daxwaza xwe ya bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê biqêrin. Ji bo zimanê kurdî werin em bi hev re bimeşin."