Jinên Botanê: Em ê malên xwe bikin dibistanên kurdî 2022-05-13 09:02:42     Rojda Aydin    ŞIRNEX - Jinên Botanê têkildarî 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de axivîn û gotin: "Ziman; hebûn, nasname û çanda me ye û li dijî polîtîkayên taybet ên asîmîlasyonê em ê li ber xwe bidin. Em ê malên xwe bikin dibistanên kurdî."    Di 15'ê Gulana 1932'yan de, kovara yekem a bi kurdî Hawar, li paytextê Sûriye Şamê dest bi weşanê kir. Bi giştî 57 hejmarên kovarê hatin weşandin û heta 1943'yan weşana xwe berdewam kir. 23 hejmarên ewil ên kovara ku ji aliyê Celadet Elî Berdirxan ve li Şamê hatin weşandin hem bi alfebeya Latînî bi tîpên kurdî û hem jî bi alfebeya erebî hatiye çapkirin. Lê kovar ji hejmara xwe ya 24'emîn vir de bi tîpên latînî û bi alfebeya kurdî hatiye weşandin. Hejmara kovarê ya dawîn di 15'ê tebaxa 1943'yan de hat weşandin.  Her çend ku hejmarên kovarê bi piranî bi zaravayê kurmancî hatibin weşandin jî di nav de zaravayên soranî û zazakî de jî cih girtine. Kurd di sala 2006’an ve, vê rojê wekî Cejna Zimanê Kurdî pêşwazî dikin.    Jinên botanê bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman û bal kişandin ser parastina zimanê kurdî.    Li Botanê polîtîkayên taybet a li ser ziman   Siyajîn Burumtekîn, da zanîn ku li dijî êrişên li ser ziman divê parastin pêş bikeve û got: "Berê her tiştî divê mirov xwedî li zimanê xwe derkeve. Ziman hebûn, jiyan, nasname, têkoşîn û çanda me ye. Li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî gelek mamoste hatin girtin û saziyên ziman hatin girtin. Bi her awayî êrişê li ziman dikin. Di nava jiyana rojane de jî hewl didin ziman qedexe bikin. Li Botanê li hemberî zimanê kurdî polîtîkayeke taybet a asîmîlasyonê tê meşandin. Li dijî vê yekê divê ziman bê parastin. Em bi zimanê xwe biaxivin, bikenin, bijîn û hemû tiştê xwe bi kurdî bikin. Em bi kurdî bijîn. Divê em li her qadên jiyanê xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê kurd li her deverê ji bo zimanê xwe rabin li ser piyan û li dijî tunekirinê li ber xwe bidin. Kurd bi zimanê xwe heye. Ya ku me kurdan xilas bike jî yekitî û zimanê me ye.”   ‘Ziman mîrateyek e û divê em xwedî li mîrateya xwe derkevin'    Medya Hezar, diyar kir ku ji bo ku civakek bê tunekirin yekem êrişê zimanê wan tê kirin û wiha bi lêv kir: "Ji ber vê yekê jî êrişê zimanê kurdî dikin. Li hember van êrişan divê kurd xwedî li zimanê xwe derbikeve. Ziman, hebûna civakê ye. Divê em jî xwedî li hebûna xwe derkevin. Di vê pêvajoyê de li hember ziman gelek astengî hene. Dema mirov lê dinêre li tu sazî û dezgehên dewletê de em nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Dema em diçin zanîngehê em nikarin bi zimanê xwe perwerde bigirin û biaxivin. Em dixwazin di dibistanan de jî bi zimanê xwe perwerde bigirin. Em destûrê nedin ku zimanê me bê jibîrkirin. Ez dema kurdî diaxivim gelek kêfxweş dibim. Ji ber ku zimanê dayika min e û ji bo min mîrateyeke. Ez jî xwedî li vê mîrateyê derdikevim. Dema ez kurdî diaxivim dikarim xwe bidim fêm kirin. Ji xwe pergal diyare û li ser zimanê me êrişek heye. Em li her qadê kurdî biaxivin û kurdî bijîn.”   ‘Divê em malên xwe bikin dibistan'    Şîrîn Oduk, destnîşan kir ku parastina zimanê kurdî girîn e û mijar wiha şîrove kir: "Mirov çiqasî bi zimanê xwe biaxive ew qas xweş e. Ziman nasnameya me ye. Em dixwazin zarokên me di dibistanan de bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Lê mixabin ji ber zimanê me hatiye qedexe kirin destûr nayê dayîn. Êrişê li zimanê me dikin. Divê em kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Daxwaza me jî ew e ku em bi zimanê xwe azad bijîn. Lê li hember zimanê me bêtehemûliyek heye. Ya ku me li ser piyan digire û me dide jiyîn zimanê me ye. Dema em diçin nexweşxaneyan û saziyên dewletê nikarin bi kurdî biaxivin. Em li ser axa xwe nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Saziyên me yên ziman tuneye ku zarokên me perwerda ziman bigirin. Ji ber vê yekê divê em malên xwe bikin dibistanên kurdî û zarokên xwe perwerde bikin. Em ê zimanê xwe biparêzin û bi zimanê xwe biaxivin.”   ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî'    Fehîme Sarûhan di axaftina xwe de bal kişand ser parastina ziman û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Zimanê kurdî ji bo civaka kurd gelek girîng e. Divê em kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Em li her derê bi zimanê xwe biaxivin û bijîn. Em bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. Ji ber ku ew pêşeroja me ne û ew ê vê zimanê bidin jiyîn. Daxwaza me ew e ku zimanê kurdî di dibistanan de bibe fermî û em bi zimanê xwe perwerdehiyê bigirin. Ji bo zimanê kurdî di dibistanan de bibe zimanê fermî me kampanyayek dabû destpêkirin û rastî eleqeyek mezin jî hatibû. Ziman hebûn, nasname û çanda mirov diyar dike. Hebûn û tunebûna me li ser zimanê me ye. Dema ez diaxivim hêstên xwe bi kurdî dikarim bînim ziman. An jî dayikek dema diçe nexweşxaneyê bi zimanê xwe dikare êşa xwe bîne ziman. Bi taybetî banga min ji ciwanan ew e ku ala dayikan bigirin destên xwe û xwedî li zimanê xwe derkevin. Li her qadê kurdî biaxivin û bijîn. Em destûrê nedin ku zimanê me bê windakirin. Ger ziman winda be em ê jî winda bin. Ger zimanê kurdî tunebe mirov nikare bêje nasnama kurdî jî heye. Ji ber ku her nasnameyek bi zimanê xwe heye. Mînak erebî, tirkî, îngîlîzî û hemû bi nasnameya xwe tên nasîn. Dema em dibêjin zimanê kurdî nasnameya kurdî tê bîra me. Ger ziman winda be em ê bê nasname bibînin. Em jiyanê bi kurdî bijîn.