Xizmên girtiyan: Dê têkoşîna me bidome 2022-05-12 14:40:43     AMED - Malbatên girtiyan îro jî li Amedê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê berdewam kirin. Malbatan diyar kirin ewê têkoşîna xwe bidomînin.   Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro li pêşiya Edliyeya Amedê berdewam kir.Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî di çalakiyê de amedê bûn.    Di çalakiyê de  yek ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî axivî. Herdemê, diyar kir ku pirsgirêka girtiyan ne tenê pirsgirêka malbatan lê pirsgirêka hemû civakê ye û wiha domand: “Em ê her tim daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman. Kesên xwedî wijdan bila dengê me bibihîzin. Ev pirsgirêk, pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye.”    ‘Bila kezeba me neşewitînin’   Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada jî diyar kir ku zext û tundiya li ser girtiyan hêj berdewam dike û daxwazên wan nehatine bicihanîn. Reşahatê, bal kişand ser giringîya çalakiya dayikan û wiha pê de çû: “Em dibêjin bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Sê caran infaza zaroka me şewitandine. Di demên berê de dema dayikan laçikên xwe di avêtin erdê, doz çareser dibûn. Em dayikin lê çima dengê me nayê bihîstin? Em laçikên xwe diavêjin erdê û dibêjin bila ev doz çareser bibe. Em li ser rêça zarokên xwe ne û dibêjin ku edalet ji bo hemû cîhanê pêwîst dike. Bes bila kezeba me neşewitînin.”    Çalakiya malbatan bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.