Ji bo zextên sîstematîk ekîba taybet 2022-05-11 09:05:29     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Zozan Oner a çû girtîgeha Şakranê xwişka xwe Cîhan Oner ziyaret kir, diyar kir ku zextên li girtîgehê sîstematîk bûne, ji bo pêkanînên xerab û zextan ekîbek taybet hatiye avakirin.   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Yek ji girtîgehên ku  zextên giran lê tên jiyîn jî girtîgeha Jinan a Şakranê ye. Zozan Oner diyar kir ku di 6’ê Gulanê de çûye serdana xwişka xwe Cîhan Oner a 7 sale girtî ye û tiştên ku xwişka wê dijî û çavdêriyên xwe ji ajansa me re vegotin.   ‘5 gardiyanîji bo şalê min têkoşiyan’   Zozanê got di têketina girtîgehê de du caran tevî alava X-ray sînyal nedaye jî di têketina odeya hevdîtinê de alava x-ray  bi hinceta metal heye sînyal daye û wiha vegot: “Gardiyanan gotin şalê xwe derxe. Min çi kir ez nikaribûm bikevim odeya hevdîtinê. Li ser min metal tunebû. Şalê gardiyên mêr dan min. Şalekî qirêj yê gardiyanan bû. Min got ez vî çawa li xwe bikim. Di bêrîkê de maskeyên qirêj hebûn.  Gardiyanan got ‘em ne terzî ne’.  Şal mezin bû. bicilkên min xuya dikirin. Piştre dîtin ku pirsgirêk di şal de heye destur dan ez yê xwe li xwe bikim. 5 gardiyanî ji bo vê li dijî min têkoşiyan.”   ‘Mafê hevdîtinê xesp kirin’   Zozanê destnîşan kir ku bi qestî sînyal hatine dayîn û wiha pê de çû: “Şalê dan min pir mezin bû. Gardiyanan hişyarî dikir digotin bincilkê te xuya dike. Tiştekî ez bikim tunebû. Kamerayan didît. Hevdîtin 45 deqe bû lê 15 deqeyên min bi vê aloziyê derbas bûn. Wan jî nizanibû pirsgirêk ji çi diqewime. Ji xwe li gel min zarokên min hebûn. 15-20 deqeyan me hevdîtin kir.”   'Xurekan nadin û girtî li ser betaniyan radizên'   Zozanê her wiha balkişand ser pirsgirêkên girtiyan û gotin di koxuşa ku 32 girtî dimînin de xwarina ji bo 15 kesî didin û wiha pê de çû: “Pirsgirêka herî mezin xwarine. Ev tê çi wateyê gelo, bi birçîbûnê terbiye dikin. Nivîn tune ne. 17 ranza hene û du kes du kes radizên. Yên din jî li ser betaniyan radizên. Ev pêkanînek dijmirovî ye. Her carê daxwaza girtiyan red dikin. Saetên hewadankê kêmin. Hewadankê zû digirin. Lê saet bi awayê normal di 18.00’an de tê girtin. Di hawirek bê hewa de dimînin.”   ‘Gardiyan Kebîre Kelek bi ekîba taybet zexta sîstematîk dike’   Zozanê  bi lêv kir ku tê hedefkirin ku girtî di koxuşên ji hev dur de bên girtin û têkiliya wan bê qûtkirin û wiha dawî lê anî: “Ev tecrîd e. Girtî dixwazin ligel hev bimînin. Divê gardiyan bi tolerans bin. Her hefte lêgerînan dikin. Serê gardiyanan Kebîre Keleş wek dijmin e. Ekîbek taybet ava kiriye û li girtiyan zexta sîstematîk dike. Ez her cara diçim girtîgehê pirsgirêkan dijîm. Xwişka min li hundir pirsgirêkan dijî. Hemû girtî û malbatên girtiyan vê dijîn. Alavên şexsî bi dest nagirin. Ev jî dibe sedema lêçûna kargoyan. Ez bang li rayagiştî dikim. Bila dengê girtiyan bibîhîzin. Girti di şertên dijmirovahî de dijîn.”