Nazîre Bîrlîk: PDK bi kujerên kurê min re hevkariyê dike 2022-05-11 09:04:35     Sema Çaglak/Zeynep Durgut   ŞIRNEX - Dayika Hacî Lokman Bîrlîk ê ku di sala 2015’an de li Şirnexê ji aliye polîsan ve hat birîndarkirin, piştre hat qetilkirin û cenazeyê wî li pey maşîneya zirxî hat kaşkirin, Nazîre Bîrlîk destnîşan kir ku PDK bi dewleta tirk re tevdigere û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re şermezar kir.   Êrîşên Tirkiyê yên bi hevkariya PDK’ê ku di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên li ser axa Herêma Federe ya Kurdîstanê hatin destpêkirin  hem ji hewayî hem jî ji bêjahiyê ve didomin. Bertekên li dijî van êrîşên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê ya bi vê dewletê re roj bi roj zêdetir dibin.   Di encama polîtîkayên şer ên AKP-MHP'ê ku hatin pêşxistin de di 3'yê Cotmeha 2015'an de li Şirnexê Haci Lokman bîrlîk ê hat birîndarkirin û piştre jî hat qetilkirin cenazeyê wî li pey wesayita zirxî hatibû kaşkirin. Dayika Lokman Nazîre Bîrlîk hîna êşa wê wekî roja ewil e û şîna kurê xwe dike. Nazîre ya ku bi êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê li ser Herêma Federa a Kurdistanê êşa wê girantir bûye, bertek nîşanî êrîşan da û got ku PDK bi kujerên kurê min re hevkariyê dike.    ‘Ez heqê xwe li Barzanî helal nakim’   Nazîre, diyar kir ku xiyaneta PDK’ê wê neyê jibîrkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez heqê xwe ji Barzanî helal nakim. Li gel ku ewqas keç û xortên kurd di vê rêyê azadiyê de şehîd bûne û gelek berdelên giran dane jî Barzanî fedî nake. Ew bûye heval û şirikê dewleta tirk û bi destê kurdan kurd tên kuştin.  PDK wekî dewleta tirk nêzî kurdan dibe. Dijmin û neyarê kurdan têra xwe hene. Lê Barzanî kurd e. Li wir wek serokê hikûmeta Federe ya Kurdîstanê tê dîtin. Me bawer nedikir ku Barzanî kurdan bi destê kurdan bide kuştin. Neyartiya kurdan a li dijî kurdan nayê qebûlkirin. Lê sedmixabin em îro vê niqaş dikin. Heke Barzanî li pey doza Kurdîstanê bûya wê ewilî ji kurdên ku berdelên giran didin û ji dayikan fedî bikira. Tiştên me jê hêvî dikirin hemû vala derketin.”   ‘Em şirîkantiya li ser xwîna şehîdan qebûl nakin’   Nazîre, diyar kir ku divê kurd li pey maf û doza xwe bin û li dijî vî şerî sekna xwe nîşan bidin û got: “Em xîyanet û şirikandiya ku li ser xwîna şehîdan hatiye kirin qebûl nakin û şermezar dikin. Bila tu kurd vê qebûl nekin û li dijî derkevin. Bila yên  xîyanetê dikin li xwe bizivirin û li derdora xwe binêrin.  Kurd zilma  ku bi salan e li ser wan hatiye kirin zanîn. Dîroka xwe dizanin û dinyayê temaşe dikin. Lê mixabin dereng bi xwe hesiyane.”   ‘Mal û milk ji rûmetê ne çêtir e’   Nazîre, anî ziman ku divê kurd hebûn û nasnameya xwe biparêzin û ji bo vê têbikoşin. Nazîre, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke ez bi aqilê îro bibûma, minê biçûya li gundan xebat bikira. Ji gundiyên ku gundê wan hatin valakirin re bigota terka gundê xwe nekin, li ser xaka bijîn. Bila nebûna koleyên tirkan. Wê demê wê nehata hiştin ku tirk axa me dagir bikin. Îro ax û xwezaya me tê rûxandin. Lê mixabin dereng pê hesiyan. Hema dibêjin bila tişt bi keça min, kurê min, malbat û xaniyê min neyê. Qey mal û milk ji hebûn û rûmetê hêjatir e. Gerek ewilî em îman û rûmeta xwe xelas bikin.”   ‘Bila xwe ya li dijî dagirkirinê nîşan bidin’   Nazîreyê di berdewamiya axaftina xwe de bang li dayikan kir û got: “Bila hemû dayik rûneên û derdê xwe vebêjin. Bila neheqiya ku Barzanî li kurdan dike bînin ziman. Barzanî çima dibe hevalê dijmin. Ez bang li dayikan dikim; çi ji deste wan tê ji bo xatirê şehîdên xwe, gerîllayên xwe û  xwîna ku li ser xaka Kurdîstanê tê rijandin bila hemû dayik helwesta xwe nîşan bidin. Bila li zarokên xwe xwedî derkevin. Niha ez îro li vir rûniştime wîjdanê min ne rehet e. Kî ji çi ji wan tê bila li ber xwe bidin.  Berpirsyariya xwe pêk bînin.”   ‘PDK bûye şirîkê kujerên Kurê min’   Nazîre, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Barzanî îro bi kujerên Hacî Lokman Bîrlîk re bûye şirik û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gava kurê min şehîd bû û ew îşkence lê hate kirin hemû kes pê hesiya. Qey Barzanî nizane ku kurê min bi destê dewleta tirk bi îşenceyê hate qetîlkirin. Dewletên neteweyî li ser mesleya Hecî Lokman axivîn. Barzanî îro bi dijminên Hecî re şirîkantiyê dike. Çi sûcê Hecî hebû ku ew îşkence lê kirin. Ez heqê xwe çawa li Dewleta Tirk helal nakim li Barzanî jî helal nakim. Ji bo min îro herdû jî yek in.”