Dêra Suryanîyan a Mor Dodo li benda vênerînê ye 2022-05-10 09:03:23     Sema Çaglak   ŞIRNEX - Dêra Mor Dodo ku li gundê Hespistê ya Hezexê cih digire xwedî dîrokek bi hezaran sal e. Dêra qedîm a Gelê Suryanî niha  bê xwedî maye û li benda vênerînê ye.   Gelê Sûryanî ku yek ji gelên Rojhîlata Navîn ê qaedîm e, bi hezar salan  ji bo hebûna xwe têkoşîn daye.  Suryaniyên ku her dem êrîş li wan dihatin kirin di destpêka salên 90’î de êrîşên li ser wan derketin lutkeyê. Di salên 90’î de ji ber polîtîkayên dewletê yên şerê li herêmê gelek gund hatin valakirin û şewitandin. Bi hezaran kesî ji neçarî cih û warên xwe terikandin. Gelê Sûryanî jî para xwe ji van êrîşên li ser herêmê girt û neçarî koçberiyê hatin kirin.    Ji ber êrîş û polîtîkayên koçberiyê yên li ser herêmê li navçeya Hezeyê ya Şirnexê ku berê gelek sûryaniyî lê diman mixabin niha suryaniyên ku dimînin hejmara wan gelek kêm e. Li gundê Hespist ê girêdayî Hezexê ku yek ji gundê Suryanîyan e niha ji bilî çend kesên niştecîhên suryanî nemane. Hespist bi xwezaya xwe û newala xwe tê naskirin. Ava Hespistê xwe ji nav quntarên çiyê berdide. Çemê Dîcle di nav newala wê re derbas dibe. Gundê ku herdem bi êrîşên dewleta tirk re rûbirû mayê bi çend malan be jî hebûna xwe heta roja îro berdewam kiriye.   Gundê Hespitê ku bi xwezaya xwe navdar e bi dêra xwe ya Mor Dodo a dîrokî jî tê naskirin.  Dêr ji keviran hatiye çêkirin û xwedî hewşek fireh e. Berê sûryaniyên li gund li vê derê îbadesta xwe dikirin.  Lê niha ev dêr bi koçberkirina sûryanan re bêxwedî maye û li benda vênerînê ye.   ‘Gelekî ku zerarê nade tu kesî’   Kader Uça ya ku li gund dimîne derheqê gund û Suryaniyan de axivî. Kader, diyar kir ku nêzî 40 sal berê ev gund bi tevahî ji Suryaniyan pêk dihat û ev tişt got: "Ji ber zilma ku li wan hat kirin suryanîyan ji vir bar kirin û ew êş û jana mezin ku li wan hat kirin jî bi xwe re birin. Suryaniyan ji neçarî gund terk kirin û hejmara wan li gund kêm bû. Gelên Suryanî ji bo parastina hebûn û çanda xwe gelek bi biryar in. Dapîr û kalên me Suryanîyan wekî kesên ku zirarê nadin tu kesî pênase dikin. Gelek caran dibêjin ku neheqî li wan hatiye kirin. Du gelên xweîd baweriyeke cuda li gund jiyane lê têkiliyek wan a xweş hebû. Zirar nedidan hevdû û jiyanek hevpar jiyane.”   ‘Dêra dîrokî bêkes maye’   Kader, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Dêra Mor Dodo ku xwedî dîrokek bi sedan sala ye. Kader, got: “Ev dêra suryaniyan a herî kevin e ku niha bêkes maye. Berê gelê me bi qasî ku ji destê wan dihat xwedî lê derdiketin lê mixabin niha tu kes xwedî lê dernayê. Car caran suryaniyên ku koçber bûne tên serdana dêrê dikin.  Gava gelên suryanî tên serdana gund têkiliyên germ bi şêniyên gund re datînin. Dîroka gund xwedî taybetmendiyek mezin e û ji ber vê eleqeyeke mezin dibîne.  Lê mixabin dêra Mor Dodo bê xwedî maye û li ber hilweşînê ye. Divê xwedî li Dêrê bê derketin.  Çi ol û çand be divê li hemû bawerî û çandan xwedî were derketin. Rewşa dêrê mirov xemgîn dike.”