Ji jinan bertek: Heman zîhniyet di qetilkirina Denîz Poyraz de hat nîşandan 2022-05-09 09:01:01     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê provakasyona li hember navenda Giştî ya HDP’ê û tehdîda polîsan a li hember Ayşe Acar Başaran ya HDP’î, dan û diyar kirin ku zîhniyeta Denîz Poyraz qetil kir, xwe dubare dike û gotin wê bi têkoşîna hêzên dijfaşîst bloka faşîst bê tasfiyekirin.   Di rojên borî de bi piştgriya polîsan sê mêrên ku îdia kirin zarokên wan li çiyê ne çelenga reş danîn ber Navenda Giştî ya HDP’ê û provakasyon kirin. Amîrê polîsan ku piştgirî da wê komê û êrîşî HDP’iyan kir, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî bi gotina ‘ez ê te bizmar bikim’ tehdîd kir.   Jinan diyar kirin ku provakasyona wek vê li hember HDP’a Îzmîrê jî pêk hatiye û li ber çavên polîsan Denîz Poyraz hatiye qetilkirin. Jinan gotin ku ev êrîş parçeyeke mayîndekirina faşîzma AKP-MHP’ê ye.   ‘Ev provkasyon bi qetilkirina Denîz Poyraz bi encam bû’   Seroka Partiya KED’ê (EMEP) ya Îzmîrê Emîne Uyar da zanîn ku êrîşa li hember Navenda Giştî ya HDP’ê provakasyone û provakasyoneke wek vê li Îzmîrê bi qetilkirina Denîz Poyraz bi encam bûye. Emîneyê wiha dirêjî dayê: “Tevî qerekol li ber avahiya HDP’ê bû Denîz hat qetilirin. Ev ne tesadufin. Doza girtina HDP’ê di rojevê de ye. Desthilatdarî hewl dide HDP’ê krîmînalîze bike, piştgiriya gel jê bide alî û dixwaze ji ser HDP’ê siyasetê dîzayn bike. Ger ku zarokên van malbatan winda ne, dîtina wan peywira dewletê ye. Ji ber vê em vê hewldanê hewldaneke lêgerînê ya masum nabînin.”   ‘Em pêşiya pêvajoyê bernadin’   Emîneyê  wiha dawî lê anî: “Divê desthilatdarî destur nede van êrîşan. Lê em dibînin ku rê dide êrîşan. Em pêşiya vê pêvajoyê bernadin. Em pêşiya doza Denîz Poyraz bernadin. HDP’ê dengê 6 mîlyon mirovî girtiye û ketiye meclîsê, partiye sêyemîn e. Ji ber vê jî nikare partiyeke wisa bê krîmînalîzekirin.”   ‘Encama dijminahiya li hember jinê ye’   Endama Lijneya Rêveber a Navenda partiya Ji Nûve Rizgarî ya Sosyalîst (SYKP) Asya Erdal jî daxuyakirin ku êrîşa li hember Ayşe Acar Başaran û tehdîda hatiye kirin, encama polîtîka dijminahiya bloka faşîst a AKP-MHP’ê ya li hember jina ye û wiha   dirêjî dayê: “Êrîşa li hember HDP’ê parçeyeke hewldana mayîndekirina faşîzma AKP-MHP’ê ye. Li her derê li hember têkoşîna wekhevi û demokrasiyê êrîş zêde dibin. Bi taybet jî li hember tevgera jinê êrîş zêde bûne. Êrîşa li hember Ayşeyê dijminahiya li hember tevgera jinan nîşan dide. Hewl didin siyasetmedarên jin yên HDP’ê siyasetê nekin. Êrîş berhema zîhniyeteke tarî ya hevpare. Heman zîhniyet di qetilkirian Denîz Poyraz de jî derketiye holê.  Em ê bi têkoşînê van êrîşan beralî bikin. Riya vê têkoşîneke yekbûyî ye. Wê teqez bloka faşîst bê tasfiyekirin.”   ‘Tehdîd ne hedê tu kesî ye’   Platforma Ji Jin Bi Hevre Bihêz in a Îzmîrê Dîlek Kanlibaş Demîr jî bertek nîşanê êrîşa li hember Ayşe Acar Başaran da û wiah dawî lê anî: “Tehdîda li Ayşeyê li têkoşîna jinê hatiye kirin. Em jin her tim li dijî zextan li qadan bûn û  heta dawî jî em ê têbikoşin. Wê tu hevalek me ya jin tenê nemeşe. Ji bo têkoşîn û berxwedana me bê şikandin ev êrîş tên kirin. Ev jî hêza xwe ji serdestiya mêr digire.”   Hevseroka HDP’a Karabaglar jî Emîne Bozdag destnîşan kir ku Ayşe Acar Başaran îradeya Gelê Kurd û jina ye û wiha vegot: “Em li pişt wê ne. Tehdîdkirin û êrîşkirin ne hedê tu kesî ye.”