Dayikên di 'Nobeda Edaletê de: Em kulîlkan naxwazin zarokên xwe dixwazin 2022-05-08 10:38:42   WAN - Dayiên ku ji bo edalet bê bicihanîn bi mehan e di "Nobeda Edaletê" de ne gotin, "Ji bo me RojaDaiyan roja ku em bi zarokên xwe re bên gel hev e."   Li gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê vê salê jî dayik Roja Dayikan bi xemgînî, lê bi berxwedanê derabs dikin. Ji bo ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan, li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê dayikên ku dest bi  "Nobeda Edaletê" kirine bi mehan e têkoşîna xwe didomînin. Ji dayikên ku li Wanê di "Nobeda Edaletê" de ne Aslihan Tîmur û Asye Abî, diyar kirin ku bêyî zarokên wan Roja Dayikan ji bo wan bê wate ye.   'Em ê li ber girtîgehan li benda roja dîtina zarokên xwe bin'   Aslihan diyar kir ku ew ê vê salê jî Roja Dayikan li ber Girtîeha Tîpa F a Wanê bêyî lawê xwe Tîmur Botan ê ku 6 sal e girtî ye derbas bike û berdewam kir, "Bi salan e ji ber ku kurê min ji min dûr e ne cejn û ne jî Roja Dayikan ji bo min tu wateya wan tune ye. Gelek dayik wê îro ji zarokên xwe yan diyarî û an jî kulîlkan bigirin. Lê em ê dîsa li ber deriyê zindanan li benda ku em bi zarokên xwe re 10 deqe bi telefonê hevdîtinê bikin bimînin.  Em destên xwe dirêjî zarokên xwe dikin lê dîwar li pêş me asteng in .Destên me vala dimînin û dilê me dişewite."   'Em bi hev re edaletê bixwazin'   Aslihan anî ziman ku li dijî bê edaletiyê divê bi hev re têkoşînê bidin  û wiha dirêjî da axafitina xwe, "Bi mehan e em li Baroya Wanê ji bo edaletê di nobedê de ne. Em ji bo edaletê têkoşînê didin. Lê rayedar tu bersivê nadin daxwazên me. Lê em dizanin ku edalet bi têkoşîn ku em bi hev re bidin wê pêk bê. Ji ber wê bang li hemû dayikan dikm; werin em bi hev re edaletê bixwazin."   'Diyariya mezin ji bo min rojekeke ku bi kurê xwe re derbas bikim e'   Asiye Abî ya ku di nobeda edaletê de ye jî diyar kir ku lawê wê Emrah Abî berî bi 6 mehan ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê kirine û ev tişt got, "Lwê min nexweşiya dil pêre heye û berî ku bê girtin ameliyat bibû. Min bi kedeke mezin ew anî vê rojê. Kurê min ji Girtîgeha Tîpa HD a Erziromê şandin Girtîgeha Muşê ya Tîpa E, ji wê jî şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê. Ji roja ku sirgûnî Girtîeha Osmaniyeyê kirine  ez neçûme serdana wî .Roja Dayikan ji bo min bê wate ye.  Ez kulîlkan naxwazim rojeke ku bi kurê xwe re derbas bikim dixwazim. Ev ji bo min diyariya herî mezin e."   'Lêgerîna me ya edlaetê wê rojekê nencamê bide'   Asiye banga bidawîkirin şer û pevçûnan jî kir û got, "Wê lêgerîna me ya edaletê rojekê encam bide. Em ê bi têkoşîna ku em bi hev re bidin bi ser kevin. Rojên ku em bên gel hev nêz in."