Di roja dayikan de daxwaz bidawîbûna şer e 2022-05-06 09:10:47   AMED - Menîce Yenî û Fevziye Kolakan der barê Roja Dayikan de axivîn û diyar kirin ku daxwaza wan bidawîbûna şer û binpêkirina maf e û li ser têkoşînê sekînin.   Li DYA’yê Anna Jarvîs ku dayika xwe winda kiribû, Roja Dayikan diyariyê hemû dayikên cîhanê kir û li welatên cuda di dîrokên cuda de tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê jî di yekşema duyemîn a meha Gulanê de tê pîrozkirin.   Roja Dayikan ku ji aliyê kapîtalîzmê ve ji ser televîzyon, navendên kêfê û dan û standinê û çapemeniya civakî bê wate tê hiştin û bi pakêteke diyariyê tê sînorkirin, li herêmê ji bo dayikan Roja Dayika gelek wateyan îfade dike.   Menîce Yenî ku cenaza kurê xwe negirtiye û xizma girtî Fevziye Kolakan ku di Nobeta Edeletê de cih digire Roja Dayikan nirxand.   ‘Ji bo me wateya roja dayikan nemaye’   Li navçeya Pîranê ya Amedê li gundê Pîrêjman di 8’ê îlonê de di bombebarana TSK’ê de Senar Delayîmîlan (Brûsk Deyndar) û Zindan Yenî (Dijwar Şerzan) jiyana xwe ji dest dabûn. Tevî mînakên tiliyan lê tê jî cenaze nedan malbatê û bi hinceta ‘sedema mirinê nayê zanîn’ cenaze tê payîn.   Dayika Zindan Yenî, Menîce Yenî  der barê roja dayikan de axivî û da zanîn ku ji bo wan wateya roja dayikan nemaye û got: “Li hember me bêdadiyek mezin heye. Cenazeya me hîna nedane. Ji xwe cenaze parçe parçe hatiye kirin. Êşa dayikan hemane. Cenaza zarokê min nadin. Li aliyê din jî bi salane dayikên ku zarokên wan di zindanan de ne hene. Em dayik cejnan û rojên taybet her tim bi rondik pêşwazî dikin. Lê rastiyek wisa heye. Belê em van êşan dijîn lê me tu car dest ji têkoşîna xwe berneda. Wê îradeya me neşkînin.”   ‘Bila dayik ji şer re bêjin na’   Menîceyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ger zarokê xwe di têkoşîna azadiyê de winda nekiriba wê ev rûyê qirêj yê dewletê jî nedîtiba û ev tişt bi lêv kir: “Ji kurdan re ji bilî têkoşînê rê nemaye. Niha em hîna li ser piya bin sedema vê îradeya me heye. Niha şerekî ku berdewam dike heye. Barzanî çima dest dide dijminê Kurdan? Ger Barzanî bi Tirkiyeyê re neketiba hevkariyê belkî dayikan ev roja bi êş derbas nekiriba. Yekane daxwaza dayikan eve ku bila dayik rabin ser piyan û ji şer û qetilkirinê re bêjin êdî bes e.”   ‘Ev mehek û nîv e dengê kurê min nehatiye min’   Dayika girtiyên bi navê Ahmet Kolakan yê li girtîgeha Hejmar 2 a Bandirmayê ye û dayika girtiyê bi navê Mahsun Kolakan yê li girtîgeha Sêwêregê ye, Fevziye Kolakan da zanîn ku ev demek dirêje ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tevli nobeta deletê nabe û dilê wê û hişê wê her tim li nobetê ye. Fevziyeyê wiha dirêjî dayê: “Divê hemû dayik bibin yek. Divê dayik negirîn. Cezayê qedexeya hevdîtinê dan kurê min û ev mehek û nîve kurê xwe nabînim. Min di cejnê de cejna wî pîroz nekir. Me dayikan çi bi wan kir. Ji ber em kurd in me didarizînin. Ez tevli nobetên edelete dibûm lê ji ber nerehetiye dil ez nikarim tevli bibim. Ez dizanim ku ez di bin vê zilmê de bimrim wê hesretê zarokên xwe bimînm. Hevjînê min bi heresta zarokên xwe mir.   ‘Êdî bes e’   Fevziyeyê destnîşan kir ku ew dixwaze roja dayikan de zarokên xwe hembêz bike û wiha vegot: “Em dixwazin zarokên xwe hembêz bikin. Êdî bes e wê ev zilm heta ku derê biçe. Hêvîdarim ev şer û talan bidawî be.”