Jinên elewî: Dem dema aştiyê ye 2022-05-06 09:08:42   Marta Somek   STENBOL- Jinên elewî diyar kirin ku Gelê Kurd bi sedsalan e neçare xwe biparêze û gotin Gelê Kurd gelekî qedîm e û dê bi şer neyê tunekirin.    Desthilatdariya AKP-MHP’ê di 23’yê Nîsana 2021’ê de bi piştgiriya PDK’ê li hember Herêma Federe ya Kurdistanê êrîş da destpêkirin û piştî salekê şûnde di 17’ê Nîsanê de bi piştgriya PDK’ê li hember Herêma Federe ya Kurdistanê li qadên Zap, Avaşîn û Metîna êrîş dan destpêkirn û êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî didomin. Her wiha di 2’ê gulanê de  Hikûmeta Iraqê li dijî Şengalê êrîş da destpêkirin û bertekên li dijî êrîşan jî didomin. Herwiha berxwedana gel a li dijî êrîşan jî didome.   Jinên Elewî diyar kirin ku êrîş dagirkirine û ji ajansa me re nirxandin kirin.   ‘Gelê Kurd gelekî qedîm e’   Aktîvîsta elewî ya kurd Selda Guneş da zanîn ku şer ne pirsgirêka îro ye û got ev ji aliyê desthilatdariyan ve bi hezaran salane neguheriye. Seldayê bi lêv kir ku polîtîkayên şer bi koletiyê sînor nemane û wiha dirêjî dayê: “Desthilatdarî her cara ku dikeve tengasiyê ji bo sermayeya xwe zêde bike her kesî wek sermaye vedinasîne û dike kole. Yên xwe wek xweda dibînin her tişt bê hesab kiriye kole û wek sermaye. Di encama vê de şerên giran pêk hatine. Li vê erdnîgariyê aştî pêk bê wê li hemû cîhanê pêk bê. Li Rojhilata Navîn Gelê Kurd bi êzidî, elewî, musliman û museviyan re jiya ye. Gelê Kurd gelekî pir qedîme.”   ‘Yek çeka me mazluman heye’   Seldayê her wiha destnîşan kir ku Gelê Kurd bi sedsalane neçar maye xwe biparêze û wiha pê de çû: “Komkujiyên ku 40 salên dawî li Tirkiyeyê tên jiyîn, piştî komkujiya Dêrsîmê ya 1938’an nokteya dawî tu tiştekî ku guheriye nîşan nedaye. Li vê erdnîgariyê di 38’an de bi Dêrsîmê di salên 2000’î de bi Roboskê çanda komkujiyê berdewam kiriye. Lê me Gelê Kurd her tim ji bo aştiyê hewlda. Ne şer aştî hat xwestin. Yên bi şer bi ser ketine tune ne. Yên qezenc dikin jî zalimin. Navê zaliman ji paşerojê heta îro dikare biguhere lê zîhniyet her tim heman bû. Ji ber vê yek çeka zaliman heye ew jî şer e. Ya mazluman jî yek çekek wan heye û ew jî aştî ye. Bêguman parastina rewa jî maf e.”   ‘Mirovan ji axa wan dur dixin’   Seldayê ji bo êşên nû neyên jiyîn bang kir û ev tişt got: “Êşa êzidiyan êşa me ye jî. Em dizanin ku hebûna TSK’ê ya li wê herêmê wê destê DAIŞ’ê jî xurt bike. Bila êşên nû neyên jiyîn, mirov jiyana xwe ji dest nedin, jin û zarok nebin kole. Sedema vê pêkanînên çeteyên çavsor yên siyasî ne. Em carek din dibêjin ku divê demidlest dest ji vê şaşiyê berdin. Li Tirkieyyê jî ev yekparêzî cudakariyê giran dike, kesên ne ji wan binpê dike û ev jî dibe sedema şer û xizaniyek mezin. Bila zarokên mexduran nemirin.Ger ku di mijara şer de evqas israr hebe wê demê bila zarokên xwe bişînin şer. Li Kurdistanê mirovan ji ax, çand û ziman dur dixin.”   ‘Em bi hev re dengê xwe bilind bikin’   Seldayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser êrîşên TSK’ê û wiha dawî lê anî: “Barzanî piştgiriyê dide êrîşan. Ev demek dirêje li Kurdistanê stratejiyek tê şopandin.  PDK’ê jî stratejiyek wisa meşand. Bi rastî ev mirovan xemgîn dike. Barzanî sermayeya Gelê Kurd wek sermayeya xwe vedinasîne û di pêvajoya dawî de operasyonan erê dke. Ne şerê Ukraynayê ji Kurdistanê serbixwe ye ne jî xizaniya li Tirkiyeyê ji ya Paraguay serbixwe ye. Ez bang li hemû gelan dikim ku li dijî êrîşan dengê xwe bilind bikin. Dem dema bilindkirina aştiyê ye.” ‘Gelê Kurd nayê tunekirin’   Rêvebera Mala Cemê ya Pîr Sultan Abdal Karanfîl Çaylak jî bertek nîşanê êrîşan da û wiha nêrînên xwe bi lêv kir: “Rewşa êrîşa bi rastî jî gelek bi êş e. Hemû mirov in, zarok, dayik, kal û pîr hene. Em êrîşan lanet dikin. Em şer naxwazin. Desthilatdarî ji bo xwe li ser piyan bigire û xwe mexdur nîşan bide mafên gelan binpê dike. Ji bo gelên bindest bitirsînin şer diafirînin. Li dijî ciwanan, daran, kal û pîran dijminahiyê dikin. Tiştek wisa ne pêkane. Bila li tu derê şer tunebe. Bi êrîş û şer Gelê Kurd nikare bê tunekirin. Mirovahî nikare bê tunekirin. Bi van êşan wê hîn bêtir xurt bibin.”   ‘Em ê her tim li ser piya bin’   Karanfîlê jî wiha bang LI tevgerê kir: “Dewlemend tu car ji şer re nabêjin na. Ji ber çekan difroşin. Erdogan bixwesta wê şer bida sekinandin. Lê diçe welatan dibêje ‘ji min mal bigirin’. Tu car li gel mazluman cih nagire. Lê tevî birçîbûn, xizaniyê û şer em ê her tim li ser piyan bisekinin. Ne Kurd ne Elewî diqedin. Zalim wê biqedin, zilm dê biqede.”   ‘Tu car kurd tune nabin’   Rêvebera Mala Cemê ya Sultangazî Elîf Akyol jî anî ziman ku ew şer naxwazin û wiha pê de çû: “Em yekitî û wekheviyê dixwazin. Bila dayik negirîn, ciwan nemirin. Bila ev şer raweste û kesên li ser vî welatî vî şerî bidin sekinandin. Kurd tu car tune nabin. Divê ev dewlet vî şerî bide sekinandin. Êdî bes e. Bila gel tune nebin. Ez bang li hemû cîhanê dikim. Bila vî şerî û xizaniyê bidawî bikin. Ez ji şer re dibêjim na.”