Provokasyona polîsan a li pêş HDP’ê didome: Gelek kes hatin binçavkirin 2022-05-05 15:16:43   ENQERE - Polîsên ku Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin, êrişî endamên partiyê kirin û gelek kes hatin binçavkirin.    Komeke ku di bin parastina polîsan de anîn pêş avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xwestin çelenkekî danin pêş avahiyê. Koma ji 3 kesan pêk tê û îdia dikin ku zarokên wan di nav PKK’ê de ne piştî bi alên dewleta tirk daxuyanî dan çûn. Dû re sekinîna polîsan a pêş avahiya partiyê berdewam dike. Endamên HDP’ê diyar kirin ku polîs dixwazin li pêş avahiya partiya wan provokasyonê bikin û bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan bi awayekî devkî û fîzîkî êrişî HDP’iyan kirin. Her wiha gelek kes hatin binçavkirin.    Ayşe Acar bertek nîşanî provokasyonê da    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran a bertek nîşanî provokasyona polîsan dan xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê. Dema Ayşe got "Ez ê daxuyaniyê bidim" polîsan xebatkarên çapemeniyê dûr xistin. Polîsan ji bo Ayşe Acar jî gotin ‘Wekîlê bigirin hundir". Ayşe axaftina xwe domand wiha got: “Îro polîs û Wezareta Karên Hundir ji bo provokasyonê bikin hatin pêş avahiya me. Çelenkek heye polîs ji bo vê çelenkê biparêze xwe peywîrdar kiriye. Êrişkirina me mafdar dibînin. Ez daxuyaniyê didim pêşiya min vekin. Ez mafê xwe yê demokratîk bikartînim. Ez jî dê daxuyaniyê bidim.”   Polîsan heqaretê li Ayşeyê kirin   Ayşe, li dijî astengkirinê ev bersiv da: “Bikaranîna mafê min ê demokratîk tê astengkirin. Em ê li dijî provokatoran û êrişan têk neçin.” Amirekî polîsan wiha got: “Zarokên van li ku derê ne bêjin.” Ayşe jî bavê xwe yê di salên 90’an de bi awayekî kiryarên nediyar de hatiye qetilkirin bi bîr xist û ev bersiv da: “Here wê demê kujerê bavê min jî bipirse.” Amirê polîsan ê piştî bersiva Ayşeyê heqaret û gefên xwe domandin ji Ayşe re got “Ez ê te bi dîwar ve bizmar bidim.”   'Ev tişt hemû provokasyonên AKP’ê ne'   Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay derbarê provokasyona li pêşberî avahiya navendî ya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Desteya Rêveber a Navendî, Meclîsa Partiyê, endamên Meclîsa Jinan, parlementer û nûnerên partiyên pêkhate tevlî daxuyaniyê bûn.    Ebrû di daxuyaniyê de ev tişt got “Îro dîsa li hemberî partiya me provokasyonek kirin. A rast ji zû ve ye li hemberî partiya me provokasyon tên kirin. Berê jî li Amed û Wanê ev tişt kiribûn lê bi ser neketibûn. Îro jî hatin pêşiya navenda giştî ya partiya me û provokasyon kirin. Bila yek jî nebêje ‘em li heqê xwe digerin’ û ‘malbat’in. Ev tişt hemû provokasyonên AKP’ê ne. Roja ku Denîz Poyraz hate qetilkirin polîsan ew neparastin û polîsên ku avahiya me ya partiyê nikarin biparêzin 3 provokator parastin û êrişî partiya me kirin, hevalên me birîndar kirin.   Bi kijan mafî dikare bibêje 'Em ê bi mix bikin'   Polîsên kujer ên di bin fermana Wezareta Karê Sûc de li navenda Enqereyê li pêşiya navenda giştî ya partiya me gef li Berdevka me ya Meclîsa Jinan û parlementera me Ayşe Acar Başaran xwarin. Em dipirsin ev kesê ku qaşo polîs e kî ye? Divê ev kes ji peywirê were stendin û girtin. Ew bi kîjan mafî dikare ji parlementera me re bibêje ‘Em ê bi mîx bikin’. Em dizanin wezîrê karê sûc dema bi mafya, sûcdar û kujeran re rûdinê, maf dide kesên bin fermana xwe ku sûcan bikin.   Werin em bi hev re HDP'ê biparêzin   Em bang li Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop dikin, hesap ji vî polîsî bipirsin û wî bigirin. Ev tişt wê hêza meclîsa Tirkiyeyê nîşan bide. Em careke din bang li raya giştî ya demokratîk û gelên Tirkiyeyê dikin, werin em bi hev re HDP’ê biparêzin. Em ê demokrasî û aştiyê bînin Tirkiyeyê. Em ê Tirkiyeyê ji vê hêza tarî rizgar bikin. Ji bo parastina partiya xwe, em ê heta dawîn li ber xwe bidin.”   Polîsan êriş bir ser HDP'ê   Piştî daxuyaniyê polîsan bi hinceta ku li ber avahiya partiyê rawestiyane êrişê HDP'iyan kir.  Bi lêdanê gelek kesî hatin binçavkirin. Her wiha polîsan êrişê Ebrû Gunay jî kirin.    Navê kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: “Endama Lijneya Rêveberiya Navendî Velî Saçilik, rêveberê HDP'ê ya Enqerê Huseyîn Gokoglu, endamê Meclîsa Partiyê Alî Ozkan, rêveberê HDP'ê ya navçeya Yenîmahalle Nazim Karakurt.”