Çalakvanên 'Nobeta Edaletê' li ber Edliya Stenbolê hatin binçavkirin 2022-05-05 14:53:52   STENBOL - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Stenbolê di hefteya 7'emîn de didome. Fînce Akman û Cemîle Çîftçî ya ku çalakiyê didomînin bi lêdanê li ber Edliya Stenbolê hatin binçavkirin. Parêzer Dîren Yeşîl bertek nîşan da û got: "Hûn êrişkar in'    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Stenbolê di hefteya 7'emîn de didome. Malbatan bi çalakiya xwe hewl didin bal bikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan û rewşa girtiyên nexweş. Malbatên girtiyan li ber Edliya Stenbolê ya Çaglayanê kom bûn. Beriya çalakiyê dora edliyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Dayika Yakup Akman ê li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye Fînce Akman û xwişka Selîm Çîftçî yê ku li Girtîgeha Umraniyeyê girtî ye Cemîle Çîftçî hatin li ber deriyê C a edliyê.    Parêzerên Doza Geziyê ji bo piştevaniyê hatin cem malbatan. Her wiha piştevaniya parêzeran bi hinceta qedexeya çalakî û bernameyan heye hat astengkirin. Fînce bertek nîşanî astengiya polîsan da û got: "Ji her kesî re serbest e lê me re qedexeye gelo?"   Polîsên ku dora Fînce û Cemileyê girtina nehiştin daxuyanî bê dayîn. Piştre Cemîle û Fince bi lêdanê hatin binçavkirin. Polîsan lacikên spî ya Fînceyê ji serê wê girt. Her wiha dîmen keşandina rojnamegeran jî hat astengkirin, rojnamegerên ku dîmen keşandin jî lêdan xwarin û ji adê hatin dûrxistin.    Parêzer Dîren Yeşîl a ku tevlî çalakiya "Nobeta Edaletê" dibe, bertek nîşanî binçavkirinan da û got: "Hûn êrişkar in, êrişkar. Hûn bi lêdanê derdixin derve. Îcar hûn ji xwe re dibêjin dewleta hiqûqê? Muameleyeke wisa bi kêyfî tu deverê nîne. Dewleta polîs û hûn hemû êrişkar in. Êrişkarî di ruhê we de heye."   Cemîle û Fînceya ku hatin binçavkirini birin Qereqola Polîsan a Çaglayanê.