'Nobeta Edaletê' berdewam e: Bijî berxwedana zindanan 2022-05-05 14:11:05   AMED - Malbatên girtiyên siyasî yên nexweş û yên infaza wan hatiye şewitandin bi vînek mezin "Nobeta Edaletê" ku dane destpêkirin berdewamkirin. Malbatan îro li ber deriyê Edliyeya Amedê banga edaletê kirin û diruşmên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Ji Girtiyên Siyasî re Azadî” berz kirin.   Malbatên girtiyên siyasî yên nexweş û yên infaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan "Nobeda Edaletê" ku dane destpêkirin berdewam dikin. Malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiya xwe de li ber deriye Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê û daxwazên xwe li wê careke din anîn ziman.   Tevgera Jinen Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevserokên giştî yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyad Ceylan, Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY -DER), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) jî bi armanca piştgiriyê bidin malbatên di nobeta edaletê de hatin ber deriyê Edliyeya Amedê.   ‘Em mafê xwe daxwazin’   Ji Xizmên girtiyan Nazîme Boltan di serî de axivî û got: “Ji 6 mehan zêdetir e, ji Enqerê heta Amedê em derî bi derî li Edaletê geriyan. Me qêrîna xwe bilind kir lê herkesî guhê xwe girt ji me re. Ger ku ew tedawiya zarokên me nakin bila destûr bidin ku em bikarin bi wan re eleqeder bibin. Em banga xwe li hemû rayedaran dikin ku dengê me bibihîzin. Em naxwazin zarokên me li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin. Me tiştekî ne pêkan nexwestiye. Em edaletê dixwazin. Tenê ev e daxwaza me. Tişta em dixwazin divê were dayîn.”   ‘Wê pêwîstiya we ji bi edaletê hebe’   Ji Xizmên girtiyan Încî Guler jî herî dawî wiha aixivî: “Divê edalet ji bo me hemûyan heman be. Bila zilm û zorî li xwişk û birayên me neyê kirin. Hemû zêdeyî 30 salane di hundir de ne. Divê êdî werin berdan. Ger ku ev bê edaletî îro li me tê kirin bila ji bîr nekin wê sibe li wan jî were kirin. Sibe ew kes jî wê pêwîstî bi edaletê bibînin.”   Daxuyanî bi diruşmên “Heq, Hiqûq, Edalet”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Ji Girtiyên Siyasî re Azadî” bidawî bû.