'Barzanî wekî dijmin tevdigere' 2022-05-04 10:18:24     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê ku li dij şer tevli "Nobeda Jiyanê" bûn bertek nîşanî hevkariya PDK'ê bi Tirkiyeyê re dan û gotin , "Barzanî wekî dijmin tevdigere, êdî baweriya me nema pê tê."    Li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê Tirkiyeyê ji hewayî û bejahî êrîş dabû destpêkirin. Li dijî êrîşên dewleta tirk  ku li dijî herêma Federe ya Kurdistanê dabû destpêkirin, di 2’ê Nîsanê roja Cejna Remezanê de bi dirûşma “Li dijî şer aştî, li dijî kuştinê jiyan” rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) navend û navçeyan çalakiya “Nobeta Jiyanê” dan destpêkirin. Çalakiya ku du rojan berdewam kir, duh bi tevlîbûna sedan kesî bi dawî bû.   Dayikên ku tevlî çalakiya Nobeda Jiyanê bûn, ji ajansa me re axivîn û anîn ziman ku divê kurd bi xwe tifaqa xwe ava bikin.   ‘Em şer naxwazin’   Dayîk Naîle Tunç, anî ziman ku li dijî  êrîşên dewleta tirk ên li ser  Başûr tevli  nobedê  bûye û wiha got: “Barzanî dijminatiya Gelê Kurd û piştgiriya dewleta tirk dike. Ew bi xwe jî kurd e, lê êrîşî kurdan dike û dikuje. Em şer naxwazin. Em dixwazin azadî û aştî pêk bê. Barzanî ji bo çi vî tiştî dike. Êdî baweriya me bi Barzanî nayê.  Ger ku PDK’ê piştgirî nedaya dewleta tirk dê nikaribûna biketana Başûr. Em şer naxwazin. Em jiyanek wekhev û aştiyane dixwazin. Êrîşî çiyayên me dikin û zarokên me dikujin. Bila dev ji vê hovîtiyê berdin. Divê em kurd bi xwe bibin yek û yekitiya xwe ava bikin. Barzanî divê destûr neda vê hovîtiyê. Barzanî rê ji  dewleta tirk re vedike. Li çar aliyê Kurdistanê divê Gelê Kurd û bi taybetî dayik rabin  ser piyan û dest bidin destên hev. Ji bo ku em li hember kuştin û şerê bisekinin.”   ‘Em tu carî îxaneta Barzanî ji bîr nakin’   Hevseroka HDP’ê ya Dêrgûlê Zozan Denîz jî Tirkiyeya ku bi pişgtigiriya PDK’ê êrîşî Başûr dike şermezar kir û wiha domand: “Em tu carî îxaneta Barzanî ji bîr nakin. Em êdî şer naxwazin. Bi salan e em kurd tên kuştin û qetilkirin. Em dibêjin êdî bese. Mirovekî ku kurd be çawa îxanetê li gelê xwe dike. Barzanî çawa piştgiriya dewleta tirk dike. Tişta ku Barzanî îro kiriye li tu cihî nîne û tu kes qebûl nake. Li hember vê îxanetê divê tu kes bêdeng nebîne. Îxaneta ku îro Barzanî dike tu hikûmetek din nake. Ji bo menfeata xwe piştgiriya dewleta tirk dike. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Em şer naxwazin. Ger me şer bixwasta çi karê me li vir hebû. Em li tu cihê şer naxwazin. Li hember vê xiyanetê Gelê Kurd li çar aliyî divê rabe ser piyan. Baarzanî li şûna ku piştgiriya kurdan bike piştgiriya dewleta tirk dike. Çima dewleta tirk tîne ser axa me. Barzanî çima li hemberê PKK’ê şer dike. Em vê komploya li ser Gelê Kurd  şermezar dikin. Bila Barzanî beriya ku dereng nebûye ji vê rêya şaş vegere. Mirov çawa rê dide dijminê xwe. Bila gelê me rabe ser piyan û li ber xwe bide. Bila Gelê Kurd xwedî li Başûr derkeve. Roj roja xwedîderketinê ye. Em xwedî li nirx, vîn û nasnameya xwe derbikevin. Divê hemû kes berpirsyariyê bigire ser milên xwe. Em hene û em xilas nabin û em ê hebin.”   ‘Sedema vê komkûjiyê Barzanî bi xwe ye’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Silopiyê Taybet Tatli jî bang li Barzanî kir û got: “Bila Barzanî piştgiriya dewleta tirk neke. Bila dawî li van oprasyonan bînin. Dev ji gulebarandina çiyayên me berdin. Em naxwazin zarokên me bên kuştin. Heta kengî dê dijmin çiyayên Kurdistanê û daristanên me gulabaran bike û bişewitîne. Çi ji me kurdan dixwazin? Barzanî piştgiriya dewleta tirk dike. Bese ji xwînmijiyê re. Bes ji birakujiyê re.  Ger ku Barzanî bi biratî nêzî me bibûya dê rê ji dewleta tirk re venekira. Dewleta tirk  Zarokên me bi çekên kîmyewî dikuje. Li çiyayên Kurdistanê operasyon her ku diçin zêde dibin û berdewam dikin. Ger ku îro çiyayên Kurdistanê tên gulebarankirin û zarokên me tên kuştin Barzanî jî berpirs e. Bila Barzanî destên xwe ji vê qirêjiyê vekişîne. Ji vê rêya şaş vegere. Em vê xiyanetê ji bîr nakin. Dewleta tirk îro tiştê ku bi me dike, dê sibê jî bi wî bike. Dijminê kurdan jê re nabe dost. Barzanî bila vê baş bizanibe.”   'Ez ji bo edalet û aştiyê li vir im'   Endama Meclîsa Dayika Aştiyê ya Silopiyê Emîne Alkiş jî got ku ew ji bo edalet, aştî û jiyanek wekhev hatiye tevlî çalakiyê bûye û dixwaze şer bikesekine. Emîne, destnîşan kir ku ew bi salan e daxwaza azadî û aştiyê dike û wiha dom kir: “Em kurd şer naxwazin. Bila Gelê Kurd rabe  ser piyan û li berxwe bide. Ger ku em ranebin dê tu kes ji bo me ranebe. Bi taybetî jî divê em dayik rabin ser piyan. Ji ber ku yên vî şerî bidin sekinandin dayik in. Êdî baweriya me bi Barzanî nayê. Barzanî gelek dilê me dayikan  şewitandiye. Her tim piştgiriyê dide neyarê me kurdan. Bila Barzanî ji vê rêya şaş vegere. Em dayik tu carî Barzanî efû nakin.  Hemû çiyayên me yên Kurdistanê bi çekên kîmyewî şewitandin. Baweriya me kurdan pê nayê. Ger ku Barzanî kurd bûya dê ev holvîtî nekira. Bila hemû dayik dest bidin destên hev û li hember vî şerê dengê xwe bilind bikin.  Îxaneta Barzanî destûrê nade ku kurd bigihîjin armanca xwe.   Li hember zilmê em dengê xwe bilind bikin û rabin serhildanê. Divê gelê me rabe li ser piyan. Bila tu kesek di malên xwe de rûnenê.  Dilê me dayikan dişewite. Bila ev bêdengî bê şikandin.”   'Di dilê Erdogan de rahm tune ye'   Cemîle Acar jî da zanîn ku  dê kurd dê her hebin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em kurd tu carî xilas nabin. Di dilê Erdogan de rahm tune ye. Mirovek zalim e. Jin, zarok, ciwan, kal û pîran dikuje. Kesekî ku misilman be çawa vî tiştî dike. Mirov qet ji xwe fedî nake? Ew çi ji bajarên kurdan dixwaze. Çiyayên me dişewitînin û darên me dibirin, zarokên me dikujin, hestiyên me winda dikin. Zalimê zalimkar me kurdan çi bi te kiriye? Em hevkariya Barzanî û Tirkiyê jî şermezar dikin. Barzanî îxanetê li kurdan dike.  Divê gelê me vê bêdengiyê bişkîne. Ger ku em kurd bi xwe tifaqa xwe ava nekin em ê tune bin. Divê em bibin yek û li hember şer dengê xwe bilind bikin.   Barzanî bûye dijminê kurdan. Bila kurd yekitiya xwe ava bikin.”