Siyaseta şer qeyranê kûr dike, fatûre li kedkaran tê birîn 2022-05-04 09:04:46     Rozerin Gultekin   STENBOL - Li Tirkiyeyê bi siyaseta şer a  AKP-MHP'ê qeyrana aboriyê kûr dibe. Ji Komisyona Karkeran a ÇHD'ê parêzer Sevgi Evren Koroglu diyar kir ku xerckirina ji bo şer 6 qatî zêde bûye. Her wiha Sevgiyê diyar kir ku ji bo siberoja xwe divê hemû kedkar li dijî şer derkevin.    Li Tirkiyeyê bi siyaseta şer a  AKP-MHP'ê qeyrana aboriyê kûr dibe. Destkeftiyên kedkaran jî bi vî rengî ji destên wan tên girtin. Ji Komisyona Karkeran a ÇHD'ê parêzer Sevgi Evren Koroglu derbarê bandora şer a li ser aboriyê de nirxandin kir.    Em bi tabloyeke aboriyê ya wiha rû bi rû ne   Sevgiyê da zanîn ku di meha kanûnê de ji bo zêdebûna mûçeya herî kêm propoganda hat kirin lê belê bi buhabûna li dû wê ev zêdebûn heliya û wiha got:"Niha gel êdî bi heban dan û stendinê dike. Li welêt newekheviya dahatê heye. Li nokteya ku AKP'ê ava kiriye ji bo daxwazên patronan sermaye heye lê belê ji bo karker û kedkaran welat bûye dojeh. Em bi tabloyeke aboriyê ya wiha rû bi rû ne."   Budçeya ji bo sanayiya parastinê 6 qatî zêde bû    Sevgiyê bi lêv kir ku sedema qeyrana aboriyê polîtîkayên şaş ên kesên welat bi rê ve dibine û wiha domand:"Dewlet bûye alaveke sermayeyê. Ji bo vê jî tu rêgez tune ye. Para karker mûçeya kêm dikeve. Ev ne adîlane ye. Jêderka kar ji bo welêt hildiberînin ji bo şer diçe.Budçeya ji bo sanayiya parastinê 6 qatî zêde bû. Jêderkên welat ne ji bo şer ger ji bo kedkar, karker û ji bo perwerdeyê bihata xerckirin dê îro ev pirsgirêkana rû nedan."    'Mexdûrên yekem ên bêkariyê jî jin in'   Enflasyon derketiye 150. Ji ber jêderkên welat diçe ji şer re loma di warê belavkirina dahateyê de newekheviyek heye. Xizanî dikeve para kedkar, karker û jinan. Jêderkên welat ji bo çekan tên xerckirin. Sînorê birçîbûnê jî gihaştiye 4 hezar û 982 lîrayan. Ev yek bandorê li ser jina jî dike. Mexdûrên yekem ên bêkariyê jî jin in."   'Di dema qeyranên aboriyê de propagandaya netewperweriyê tê kirin'   Sevgiyê bi lêv kir ku kesên li Tirkiyeyê dixebitin ewlehiya wan tune ye û wiha lê zêde kir:"Siberoja karker di nava lêvên patron de ye. Ewlehiya jiyanê ya xebatkaran tune ye. Divê dewlet ji bo vê yekê budçeyê veqetîne. Sîstem ji ser pişta karkeran debara xwe dike. Divê tevgera karkeran jî li dijî vê yekê xwe bi rêxistin bikin û dakevin qadan. Di dema qeyranên aboriyê de propagandaya netewperweriyê tê kirin. Dewsa jêderkên welat ji bo tiştên mirovî xerc bikin ji şer xerc dikin. Ji bo polîtîkayên rantê xerc dikin. Ji bo îktidara xwe vî şerî derdixin."    'Divê em şer bidin sekinandin'   Sevgiyê herî dawî wiha got:"Îro ji ber îhaleyên bi ewlehiya cemaweriyê, rê, pirên tên çêkirin zarokên me heta sê nifşan jî dê di bin deynan de bin. Divê em wekî kedkar, ên tên çewisandin, xizan bi hev re têbikoşin da ku ev tişt biguhere. Divê em hemû derfetên di destên xwe de bi kar bînin. Divê em ji van polîtîkayana bêjin na. Divê em nehêlin siberoja me tarî bikin. Divê em şer bidin sekinandin."