'MKGP'ê nîşan da ku rojnamegerên jin ne bi tenê ne' 2022-05-03 09:47:55     Derya Ren   AMED - Îro hem roja avakirina Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê ye hem jî Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ye. Jinên rojnameger di bin banê MKGP'ê ya 5 sal berê ava kirin xwe bi rêxistin kirin û gotin:"   Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 1993'yan de biryarek girt û li hemû cîhanê 3'yê Gulanê wekî Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê îlan kir. Lê belê azadiya çapemeniyê tevî Tirkiyeyê li gelek welatan rojeveke bi nîqaş e. Kesên welêt bi rê ve dibin her çiqas bêjin çapemenî azad e jî em tabloya rast ji sepandinên li dijî çapemeniya mûxalîf dibînin. Li Tirkiyeya ku bi îktidara AKP'ê tê birêvebirin rojnameger tên binçavkirin, girtin, ji karê xwe tên dûrxistin, tundiyê dibînin. Li gor daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas  (RSF) di sala 2021'ê de Tirkiye di qada çapemeniya azad de ji nava 180 welatî di rêza 153'yan de ye.    Êriş li 55 rojnamegerî hat kirin   Dîsa li gor "Rapora Rojnamgeriya di nava Çar Dîwaran de" ya Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê di sala 2021'ê de êriş li 55 rojnamegeran hat kirin. Du rojnameger di van êrişana de hatin kuştin. Ji 61 rojnamegerên ku hatin binçavkirin 6 jê hatin girtin. Hejmara rojnamegerên ku îşkence û muameleya ne baş li wan hat kirin bû 23. Li gor raporê ajantî li 11 rojnamegeran hat ferzkirin û gef li wan hat xwarin. Her wiha 103 rojnameger dema şopandina nûçeyan de hatin astenhgkirin û li girtîgehan rojnameger bi 17 binpêkirina mafan rû bi rû hatin hiştin.    Li gor raporê derbarê 54 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin û derbarê 51 rojnamegerî de jî doz hat vekirin. Ji bo 47 rojnamegerên hatin darizandin bi tevahî 133 sal, 8 meh û 21 roj cezayê girtîgehê û 72 hezar û 206 TL cezayê pereyan hat birîn. Li gor raporê hejmara rojnamegerên darizandina wan didomin jî 336 kes in. Ji Sibata 2022'yan şûnde jî hîn 65 rojnameger li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê hîn di girtîgehan de ne. Di nava salê de dawî li karê 75 rojnamegerî hat anîn. Her wiha qerta çapemeniyê ya rojnamegerekî jî hat betalkirin. Ji aliyê RTUK'ê ve jî ji bo 12 weşanan 59 carî ceza hat birîn. Ji bo 4 rojnameyan ji bo 115 rojî cezayê ilan-reklam'ê hat dayin. 112 carî jî qedexeya weşanê hat dayin. Hejmara sîteyên înternetê yên hatin girtin derket 64'an û 160 naveroka medyaya civakî ya hat astengkirin. Di heman demê de jî hezar û 460 nûçe jî hatin astengkirin.    Di sala 2017'an de ku azadiya çapemeniyê dîsa dihat nîqaşkirin di 3'yê Gulanê de Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê (MKGP)  hat avakirin. MKGP bi rêxistinbûyina rojnamegeriya jinê li dijî zextan sekinî.    Têkildarî avakirina Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê û Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê rojnameger Reyhan Hacioglu û Arjin Dilek Oncel axivîn.    'MKGP'ê nîşan da ku rojnamegerên jin ne bi tenê ne'   Reyhan Hacioglu da zanîn ku di sala 2015-2016'an de jî hilweşandin û otorîte li vî welatî hebû û wiha got:"Îktidarê hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an veguherand fersendê û êrişî mûxalîfan kir. Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) saziyên mûxalîf girt. Di vê pêvajoyê de MKGP hat avakirin. MKGP'ê nîşan da ku rojnamegerên jin ne bi tenê ne."   'Rojnamegerî heqîqet e'   Reyhanê bi lêv kir ku xebatkarên çapemeniya azad her tim dibin hedef û wiha lê zêde kir:"Loma em jin hatin gel hevdu. Me got em ne bêçare ne. Wekî mînak dema hevalên me li qada xebatê bin bi hinceta ku bi kelecan e dikare bê girtin. Ev li tu derê dinyayê tune ye. Rojnamegerî heqîqet e."   'MKGP dixwaze valahiyê tije bike'   Dema em dinêrin daraza bûye sopeyê îktidarê. Bizîvirin û binêrin welat bûye dojeh. Her wiha li gel vê lêgerîna heqîqetê jî heye. Raporkirina vana girîng e. Çimkî rojnamegerî şahidî û nîşegirtina di dîrokê de ye. Loma li her qadê serhildanek heye. Rêxistinên mafê mirovan û hiqûq têkoşîna vê dide. MKGP dixwaze valahiyê tije bike. Divê em li her qadê alternatîfan ava bikin. Pêdiviya me heye em wekî jin xwe bi rêxistin bikin. Loma em ê li cihê ku heqîqet lê tê ziman be."     'Sekna perçe nabe çareserî'   Rojnameger Arjin Dilek Oncel da zanîn ku zimanê zayendperest û baviksalarî ne tenê di qada çapemeniyê li her qadê ye û wiha got:"MKGP'ê berpirsiyariya ragihandina pirsgirêkên jinan girt ser milê xwe. Çimkî jin li mal, cihê kar, kuçe û li gelek cihan bi binpêkirina mafan rû bi rû dimînin. Bi sepandinên zayendperest rû bi rû dimînin. Sekna perçe ji bo pirsgirêkên jinan nabe çareserî. Loma jin tên gel hevdu platform, komeleyan ava dikin."   'Rêxistinbûyina jinê girîng e'   Arjînê da zanîn ku hewldana rojnamegeran a ragihandina rastiyan a ji bo gel heye û wiha pê de çû:"Di pêvajoya ku sepandinên antidemokratik hene de rojnameger dibin hedefa îktidarê. Loma raporên platform û komele amade dikin girîng in. Li gor rapora DFG'ê derbarê 13 rojnamegeran de 32 sal cezayê girtîgehê hatiye dayin. Ev jî rastiya welêt derdixe holê. Medyaya alîgir jî ji bo binpêkirina mafan veşêre dikeve meriyetê. Loma rêxistinbûyina jinê girîng e."   Banga rêxistinbûyinê   Arjînê diyar kir ku bandora qeyrana siyasî, aborî, leşkerî, civakî ya îktidara AKP'ê di welêt de afirandiye berbiçav e û wiha dawî lê anî:"Li dijî vê yekê dê rojnameger piştevaniya xwe mezin bikin. Pêdivî ji vê yekê heye ku rojnamegerên jin rêxistinbûyina xwe mezin bikin."