Ayten Akan: Li dijî zilmê dê berxwedan bi ser bikeve 2022-05-03 09:02:31   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Dayika Fatma Akan a girtî Ayten Akan, destnîşan kir ku kengê têkoşîn û berxwedanek mezin pêk tê dewlet hêrsa xwe di serê girtiyan re derdixe. Aytenê diyar kir ku tevî zilm û îşkenceya tê kirin jî dê berxwedan û têkoşîn bi ser  keve.   Îşkence û mirina bi guman li girtîgehan her diçe zêdetir dibin. Muameleyên kêfî û binpêkirina mafê tenduristiyê ya girtiyan dibin sedem ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin. Tevî van hemû pêkanînên dijmirovî girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin ku ew jî yek ji rêbazên tecrîdkirinê ye. Girtî wan pêkanînên dijmirovî yên li dijî wan tên kirin bi rêya hevdîtina bi xizmên xwe re ji derve re radigihînin.   Yek ji wan girtiyan jî Fatma Akan e ku li girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê girtî ye. Fatma di sala 2017’an de hatiye girtin û re 18 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.  Dayika Fatma, Ayten Akan derbarê rewşa keça xwe de axivî û destnîşan kir ku îşkenceya li girtiyan tê kirin nayê gotinê ye. Ayten, wiha axivî: “Fatma di destpêkê de li girtîgeha Qeyseriyê bû.  Lê piştre sirgûnÎ girtîgeha Şakranê hate kirin. Li ser girtiyan zext û îşkenceyek mezin heye. Gava li derve tiştek diqewime hêrsa xwe di serê girtiyan re derdixin. Em vê rewşê qebûl nakin. Rewşa keça min pir xirab e. Bêriya hefteyek serê wê şikandin. Lê nedihiştin ku ji me re bêje. Di telefonê de got ez ji ranzayê ketim, lê piştre em hîn bûn ku di encama îşkenceya lê hatiye kirin de serê wê hatiye şikandin. Piştî bûyerê keça min wisa maye û wê ranekirine nexweşxaneyê.”   ‘Dixwazin vîna wan teslîm bigirin’   Aytenê, diyar kir ku di qawîşa Fatmayê de 24 jin hene û li wan  lêgerîna tazî tê ferzkirin û bi vî şiklî îşkence li wan tê kirin. Ayten, di axaftina xwe de wiha got: “Girtiyên sîyasî li wir bi lêgerîna tazî re rûbirû dimînin gava qebûl nekirin jî bi îşkenceya dikin bersîvê didin wan. Ne tenê li keça min li hemû girtiyên siyasî zilm tê kirin. Bi hincetên pûç û vala wan dikin yek hûcreyê. Dixwazin vîna wan teslîm bigirin. Carekê ji ber ku em di telefonê de axivîn û me bahsa têkoşîn û berxwdanê kir, ji ber wê axaftinê 22 rojan Fatmayê xistin yek hucreyê.”   ‘Li dijî zilmê wê berxwedan bi ser keve’   Aytenê, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku pêkanînên Darbeya 12’ê Îlonê li girtîgehê careke din tên dubarekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hemû di bin zilmekê mezin de ne. Ji bo ku em kurd in ewqas zilmê li  me  tê kirin. Lê em li hemberî vê zilmê serî natewînin û em ê têkoşîna xwetêkoşîna xwe bênaveber berdewam bikin. Çi dibe bila bibe em ê li ser rêya xwe bibin. Her çiqas zilm û zordariyê li  me  bikin jî em ê jî li dijî wan berxwedan û têkoşîna xwe mezintir bikin. Li dijî zilmê dê berxwedan bi ser keve.  Em doza mafê xwe dikin û hebûna xwe diparêzin. Em şehîdên xwe ji bîr nakin.”   ‘Divê em ji bo girtîyan dakevin kolanan’   Aytenê, di, dawiya axaftina xwe de bal kişand  ser nobeta edaletê ya ku ji hêla xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin û berxwedana wan silav kir. Ayten, got: “ Daxwazên me jî heman daxwazin. Rêya wan rêya me ye. Divê xwedî li vê çalakiya nobedê bê derkietin. Bila dengê girtî û xizmên girtiyan were bihîstin. Rewşa girtiyan tenê bi xizmên wan re girêdayî nîne. Gelê Kurd pêwist e ku xwedî li wan derkeve. Em mecbûr in ku li wan xwedî derkevin. Heke ez xwedî dernekevim, cîranê min xwedî dernekeve wê kî xwedî li girtiyan derkeve. Pêwist e ku kurd ji bo rewşa girtiyan rabin  ser piyan. Heke em neçin kolanan û ji bo rewşa wan neqîrin, ew ê îşkenceya xwe berdewam bikin. Lazim e ku em hemû destê xwe bidin destê hevdû û bibin dengê girtiyan.”