MKGP 5 salî ye: Ji bo jinên rojnameger bû hêvî 2022-05-02 10:58:01   STENBOL - Jinên rojnameger di 5'emîn salvegera avakirina MKGP'ê de bal kişandin ser hêza çapemeniyê û bang kirin ku hemû rojnameger di bin banê MKGP'ê de bên gel hevdu.   Zextên îktidara AKP-MHP'ê di sala 2016'an de piştî Rewşa Awarta (OHAL) bêtir zêde bû. Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de yên bi OHAL'ê re gelek saziyên çapepemeniyê hatin girtin û gelek rojnameger hatin girtin. Jinên rojnameger ên li dijî şerdên OHAL'ê di 2017'an de hatin gel hevdu Platforma Jinên Rojnameger a  Mezopotamyayê (MKGP) ava kirin.    Platforma di 3'yê Gulana 2017'an de hat avakirin rojnamegerên ji kar hatin derxistin ên ekîpmanên wan ji destên wan hatin girtin ên hatin girtin û yên tundî li wan hatin kirin anî gel hevdu. MKGP a ku ev 5 sal in li Amed û Stenbolê xebatan dide meşandin atolyeyên derbarê nûçegîhantiya jinê vekir, raporên derbarê binpêkirina mafên li ser rojnamegerên jin parve kir, pêvajoya doza rojnamegerên jin şopand. Endamên MKGP'ê Dûrket Suren û Diren Yurtsever derbarê 5'emîn salvegera avakirina MKGP'ê nirxandin kirin.    Zimanê jinê esas digire   Rojnameger Diren Yurtsever bi lêv kir ku ew zimanekî jinê esas digire bi kar tînin û veguhestina civakê hedef dikin û wiha got:"Jin bi rêya medyayê jî tên îhmalkirin. MKGP'ê ji vê yekê re wekî alternatîf zimanekî jinê esas digire bi kar tîne û bingeha rêxistinbûyinê ava dike. Dema nûçegîhantiyeke jinê esas negire hebe wê demê ev dibe sedema mexdûriyeta jinan. Me armanc kir ku em têkevin pêşiya vêya. Zimanekî zayendperest ê medyayê heye. Ev ziman jinê teşhîr dike, mexdûr dike û dixwaze bê hêz bihêle. Me nûçegîhantiya jinê ji rûpelê sêyemîn derxist. Me di vî warî de zimanekî hevpar ava kir. Me alternatîfa nûçevantiya ku jinê teşhîr dike, tundiya li ser jinê rewa dike, jinê qetil dike, ava kir. Di weşana me de ev tişt di dîmenan de hat nîşandan. Me wêneyên jinê teşhîr dike, dîmenên tundiyê, servîs nekir. Me bi vî hawî hewl da zimanekî hevpar ava bike, weşana jinê esas digire derxe pêş û  jin di mekanîzmayên biryarê de cihê xwe bigirin."   'Di warê azadiya ramanê de pirsgirêkên cidî hene'   Direnê da zanîn ku rojnameger bi destên darazê di bin zexta dewletê de ne û wiha lê zêde kir:"Di warê azadiya ramanê de pirsgirêkên cidî hene. Gelek rojnamegerên jin tên darizandin, dikevin girtîgehê. Derbarê wan de doz tê vekirin. Em dibin şopdarên vana. Ev dozana dem tê em di cihê wê de û di dema wê de dişopînin. Em binpêkirina mafên rojnamegerên jin pê rû bi rû dimînin diyar dikin. Em hewl didin bibin dengê wan. Em vê piştevaniyê di xwezaya xwe de pêş dixin. Ev hatina gel hevdu bi hêz dike."   Banga hatina gel hevdu ya di bin banê MKGP'ê de    Direnê diyar kir ku ew li dijî îktidara ji rojnamgeriya jinê aciz dibe, ji gotina jinê aciz dibe banga piştevaniyê dike û got ew jinan vedixwînin ku di bin banê MKGP'ê de bên ba hevdu. Direnê bi lêv kir ku ev zext li her derê tê kirin lê belê li jinên rojnameger bêtir tê kirin û wiha pê de çû:" Hemû jinên rojnameger dikarin di bin banê MKGP'ê de bên gel hevdu û dikarin gotinên xwe bikin, piştevaniya xwe xurt bikin. Ji xeynî piştevaniyê û rêxistinbûyinê tu şansa me tune ye. Em dikarin vê yekê bikin." 'MKGP sîwanek e û jinên rojnameger diparêze'   Rojnameger Dûrket Suren bi bîr xist ku çapemenî hatiye xwestin bi rêya KHK'ê bêdeng bê hiştin, gelek rojnameger bê kar hatine hiştin û hatine binçavkirin. Dûrketê da zanîn bi avakirina MKGP'ê ev valahî bi awayekî girîng hatiye tijekirin û got:"MKGP sîwanek e û jinên rojnameger diparêze. Jinên di bin navê vê platformê de hatin gel hevdu li dijî KHK'ê gav paşde neavêtin û gelek mijarên girîng eşkere kirin. Avakirina platformê ji bo jinên rojnameger bû hêvî."    'Divê em vê qadê ji îktidarê re nehêlin û têkoşînê bikin'   Dûrketê bi lêv kir ku îktidar ji bo zihniyeta xwe belav bike zextan li çapemeniyê dike û got:"Hêza çapemeniyê li holê ye, rejîm jî di vê ferqiyê de ye. Loma divê em vê qadê ji îktidarê re nehêlin û têkoşînê bikin. Bila hemû jin li dijî zextên îktidarê di bin banê MKGP'ê de werin gel hevdu."