Bi hezaran kes ji bo 1'ê Gulanê diherikin Qada Îstasyonê 2022-05-01 12:18:36     AMED - Bi hezaran kes ji bo 1'ê Gulanê bi kortejan diherikin Qada Îstasyonê. Girseyê bi dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê", "Bimre xiyanet, bijî Kurdîstan" berz dikin.   Roja Yekîtî, Piştevanî û Têkoşînê 1'ê Gulanê îro li gelek bajaran bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Li Amedê jî bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) bi dirûşma “ Em ê bi hevre biguherînin” wê 1'ê Gulanê li qada Îstasyonê were pîrozkirin.   Însîyatîfa Piştgiriya Xwendevanên Zanîngehê, TÎP, HDP, TJA, Komeleya Jinan a Rosayê, BDP, Meclîsa Dayikên Aştiyê, TKP û gelek sazî û rêxistinên sîvîl beşdar bûn.    Girseya ku herikî qadê bi kortejan beşdar bû   Girseyê bi dirûşma "Bijî Yekê Gulanê", "Wê AKP hesab bide gel", "Bimre xiyanet bijî Kurdîstan", "Bijî berxwedana Zapê", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" herikîn qadan. Her wiha pankartên "Ji yekîtiyê serkeftin, ji xiyanetê kedxwarî pêk tê", "Ji zanîngehan heta qadan, bijî berxwedana karkeran û xwendekaran" , "Bijî yekê gulanê" , "Kedkarên çapemeniya azad, li dijî zilmê, kedxwarî, qedexe û sansurê li berxwe didin" vekirin.