Andî Kocsondî: Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî wê plana me ya çalakiyê hebe 2022-04-30 09:15:04   Dîlan Babat   ENQERE - Andî Kocsondî ku di heyeta ku li herêmê Federal a Kurdîstanê ji aliyê Tirkiyeyê ve çekên kîmyewî hatiye bikaranîn, de cih girt û lêkolîn pêk anîn, diyar kir ku der barê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de hewl didin rêxistinên navneteweyî bikin tevgerê û got der barê îdiayan de planeke çalakiyê wê amade bikin.   Arteşa Tirk bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li Herêma Federal a Kurdistanê li hember Zap, Metîna û Avaşîn di 17’ê nîsanê operasyon da destpêkirin û heta îro jî didome. Li herêma pevçûnd didome, HPG’ê diyar kir ku Tirkiyeyê çekên kîmyewî bikar aniye. Di operasyona 2021’ê de hat destpêkirin de hêzên Zerewanî û Gulan yên girêdayê PDK’ê bi Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO)  û Pêşmergeyên Roj taqviye kir û pêş ket û hatibû rojevê ku Tirkiyeyê çekên kîmyewî bikar aniye. Di encama çekên kîmyewî de 33 HGP’î jiyana xwe ji dest dabû. Li dijî êrîşên Tirkiyeyê, Yekitiya Civakên Kurdistanê (KCK) bi rewşenbîr, nivîskar, hunermend û gelek aliyan re bang kir û li ser vê heyeteke Îngîlîstanê di navbera 28’ê sibat û 8’ê adarê de li Herêma Federal a Kurdistanê lêkolîn kiribûn.   Endama heyetê û ji însiyatîfa Ji bo Ocalan Azadî Andî Kocsondî der barê îdiayên ku ji nûve Tirkiyeyê çekên kîmyewî bikar aniye de ji ajansa me re nirxandin kir.  ‘Ev êrîş ji bo me ne sûrprîz bû’   Andî destnîşan kir ku berê dema çûne herêmê, dîtine ku PDK bi Tirkiyeyê re tevdigere û piştgiriyê dide êrîşê Tirkiyeyê û wiha got: “Gelek sedemên vê hene û di hevdîtinên me de çavkaniyên herêmê û saziyan bi aşkera gotin ku PDK bi Tirkiyeyê re aktîf dixebitin. Ji ber vê jî ev êrîşa niha jî ji bo me nebû surprîz. Lîderê PDK’ê hefteyek berê êrîşan bi serokomar Erdogan re hevdîtin kir. Her wiha me agahî girt ku hikûmeta Iraqê ya Bexdayê jî piştgiriyê dide van êrîşan. Lê niha nehatiye piştrastkirin. Em hewl didin agahiyên berfireh kom bikin.”   ‘Rojeva me de heye ku em heyetekê bişînin herêmê’   Andî bi lêv kir ku li ser îdiayên ku Tirkiyeyê di operasyona Garê de çekên kîmyewî bikaraniye de çûne herêmê û got hîna ev îdia piştrast nebibûn îdiayên nû hatine rojevê û wiha dirêjî dayê: “Di rojeva me de bikaranîna çekên kîmyewî hene. Belê ji roja em vegeriyane rojeva me ev bû. Niha em di pêvajoya nivîsandina raporan de ne. Ji ber vê jî niha planeke me ya tam şênber tune. Di rojeva me de heye ku em heyetekê ji nûve bişînin Herêma Kurdistanê. Lê hûn dizanin dema ewil em çûn PDK û hikûmeta herêmê nehişt em biçin herêma çekên kîmyewî lê hatiye bikaranîn. Ji wir em bi daneyên şênber venegeriyan. Ligel vê çalakiyên Tirkiyeyê hîna didomin û ketina herêmê bê derfete. Ji bo heyet neçin wir û delîlan kom nekin her tiştê xwe seferber kirine. Ji ber vê jî xwegîhandina qadê bi rastî zehmete. Lê dîsa jî ji bo tespîtkirina daneyan hedefa me heye. Ji bo em zextê li hikûmet û rêxistinên navneteweyî bikin hewcedarî bi tespîtan heye.”   ‘Em hewl didin bi Qiraliyên Yekbûyî re têkiliyê deynin’   Andî daxuyakirin ku li ser bikaranîna çekan bi endamên delegasyonê re civîn kirine, kesên di komê de bi rêxistinên mafên mirovan yên cuda re ketine  têkiliyê û ev tişt anî ziman: “Ji ber niha li wir bêdengiyek mezin heye û ev jî rê li ber şikestinekê dike. Ji ber vê em hewl didin bi rêxistinên mafên mirovan yên cuda re bikevin têkiliyê. Yek ji van çalakiyan ev e ku hem ji heyeta Îngîlîstanê hem ji heyeta Başurê Kurdistanê hemû hewl dide ku bi parlamenteran re, bi endamên parlamantoyên dost, Meclîsa Galler, Parlamentoya Îskoç û bi Qiraliyên Yekbûyî re têkilî bê dayîn û hişmendiyek bê afirandin. Em tiştên qewimîne bi nameyan ji wan re vedibêjin. Yanî em wisa bi metneke daxuyaniya çapemeniyê mijarê nagirin. Em hewl didin dubare dubare xwe bighînin sazî û şexsan. Nivîskî an jî rû bi rû. Em ê wisa balê bikşînin û bi hêvî ne ku wê piştgiriya wan bê. Ligel vê em bi sendîkayan re hevdîtinan dikin. Ez endama lijneya Rêveber a Federasyona Giştî ya Sendîkaya me. Ez û hevpîşeyên xwe, John McGowan ew jî endamê heyeta Federal a Kurdistanê, endamên Federasyona Giştî ya Sendîkayan û bi dehan endamên din, em sendîkayên cuda agahdar dikin. Federasyon her wiha piştgiriyê dide heyeta me ya Îmraliyê jî.”   Rapora berfireh wê meha gulanê de bê weşandin   Andî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di rapora ku der barê çekên kîmyewî de amade kirine de der barê ku tedbîrên lezgîn bên girtin de bang li NY, YE, NATO û hemû hikûmet û saziyên navneteweyî tê kirin û wiha dawî lê anî: “Banga din a heyetê eve ku ji bo dewleta Tirk leşkerên xwe bikşîne û çekên kîmyewî bikar neyne, muzakereyeke aştiyê ya siyasî bê destpêkirin. Em li ser vê wê planekê bikin. Di vê plana çalakiyê de hewldanên der barê OPCW jî tevlî ne. Me ji ser endamekê xwe yê heyetê daxwaza hevdîtinê kir, me e-maîlek fermî şand, ji bo hevdîtinê me hemû riyên fermî ceribandin lê hîna OPCW venegeriyaye. Ligel vê hewldanên yên li ser vê mijarê em bi Qiraliya Yekbûyî re konferansekê pêk bînin heye. Em hewl didin vê havînê pêk bînin. Niha raporên du heyetan di asta nivîsandinê de ye. Me der barê Federal Kurdistanê de raporek pêşî amade kiribû. Di meha Gulanê de wê rapora berfireh bê weşandin. Mixabin pêvajo hinek hêdî dimeşe.”