Tulay Hatîmogullari: Dixwazin îradeya kurdan bişkînin 2022-04-29 09:06:56     ENQERE - Tulay Hatîmogullari ya HDP’î diyar kir ku bi êrîşên li hember herêma Federe ya Kurdistanê re dixwazin îrade û rêxistinbûna kurdan bişkînin û got kurd wê tu car PDK’ê efû nekin. Tulayê daxuyakirin ku hemû hêzên tasfiyeya rejîmê dixwazin hemû cudabûnan bidin aliyekî û têbikoşin.   AKP’ê bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK)  li dijî herêma Federal a Kurdistanê di 17’ê Nîsanê de êrîş da destpêkirin û êrîş di roja 13'an  de didome. Pevçûnên li herêma Zap, Avaşîn, Metîna û Korojahro didomin, ji aliyê Gelê Kurd û dostê kurdan ve bertekên mezin tên nîşandan.    Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari der barê êrîşên li hember Herêma Federe ya Kurdistanê de nirxandin kir.   ‘Dixwaze serdestiyê ava bike’   Tulayê destnîşan kir ku êrîşên li dijî herêma Federe ya Kurdistanê pir alî ne û piştî mutabakata Dolmabahçeyê hatiye înkarkirin şûnde êrîşên li hember kurdan zêde bûne û planeke têkbirinê ketiye dewrê. Tulayê wiha dirêjî dayê: “Plana têkbirinê hîna di dewrê de ye. Di şerê Rusya û Ukranayê de bala hemû kesî  li wir e. Lê Tirkiyeyê mudaxaleyên li hember Sûriye û başurê Kurdistanê zêde kir. Siyaseta derve ya Tirkiyeyê bi dijminahiya li dijî kurdan dimeşîne. Tirkiye dixwaze rayagiştî wisa îqna bike. Aliyê nayê dîtin jî polîtîkayên Neo-osmanî ne. Yek ji xeyala herî mezn a AKP’ê ev e ku bi sînorên Mîsakî Mîllî sînor nemînin û ji Tirkiyeyê wêdetir li ser Iraq, Musul û Kerkukê serdestiyê bike û sînorê bakur û rojhilatê Sûriyeyê fireh bike.”   ‘AKP bi kaosê hewl dide hêzê bigire’   Tulayê êrîşên li hember herêma Federe ya Kurdistanê wek xeyalên Osmanî şîrove kir û wiha dirêjî dayê: “Desthilatdarî ji bo van operasyonan rewa bike serî kilifê têkoşîna bi terorê re dide. Lê ev ne teiştekî nû ye. Desthilatdarî ji bo  hebûna xwe mayînde bike gavan davêje  û ev ji aliyê her kesî ve tê dîtin.  Çawa vê rewşê di siyaseta derve de bi kar tîne di ya hundir de jî bi kar tîne. AKP hêza xwe winda dike. bi kaosê hewl dide hêza xwe ji nû ve top bike.”   ‘Êdî tu kes PDK’ê efû nake’   Tulayê destnîşan kir ku rewşa li herêmên ku pevçûn lê heye, tenê wek operasyona leşkerî dest girtin ne raste û wiha    dxuyand: “Hedef jiholêrakirina îradeya siyasî ya kurdan e. PDK jî polîtîka ‘parçe bike, bi rêve bibe’ ya emperyalîstan pêk tîne. Li pêş yekitiya Kurdan PDK astenge. Helwesta PDK’ê ya li dijî  êrîşan qelsiyan derdixe holê. Gelê Kurd bertekên cidî nîşan dide. Wê kes PDK’ê efû neke. Ne Tirkiye û ne jî hêzeke din wê nikaribe li dijî kurdan bi serkeve. Armana wan ev ku îrada rêxistinkirî ya Gelê Kurd bişkînin. Di van êrîşan de tenê AKP tune ye.  Ev wek kevneşopî tê meşandin. Lê her kes dizane ku wê nikaribin hêza rêxistinkirî ya Gelê Kurd biqedînin.”   ‘AKP her diçe winda dike’   Tulayê diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyek giran re derbas dibe û deshtilatdarî hewl dide bi operasyonan pêvajoyê sererast bike û wiha dirêjî dayê: “Mirov hatine asta ku nikarin fatureyan bidin. Hemû çavkaniyên welat pêşkêşî alîgiran hatine kirin û ji bo şer jî razemenî tên kirin. Welatiyên Tirkiyeyê li dijî birçîbûnê têdikoşin. AKP her diçe hêza xwe winda dike û qels dibe. AKP bi alavên zorê hewl dide bertekan biçewisîne. Divê îro hemû hêzên ku dixwazin ev rejîm tasfiye bibe, her tiştî bidin aliyekî û bi hev re têbikoşin.”