Berdevka HDP'ê Ebru Gunay pêvajo nirxand 2022-04-28 13:45:43     ENQERE - Berdevka HDP'ê  Ebru Gunay li ser mijarên di rojevê de axivî.   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay ki navenda giştî ya partiy xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Ebrû derbarê pêvajoyê de nirxandin kir. Ebrû diyar kir ku rojeva AKP-MHP'ê di van rojên beriya cejnê de şer, kuştin û dijminatiya li hemberî kurdan û muxalefetê ye.   Ebrû Gunay di berdewamiyê de got ku Rojhilata Navîn û kurd baş zanin ku bi polîtîkayên şer, bi tank, topan demokrasî û aramî nayê û wiha berdewam kir, " Vê desthilatdariya ku hebûna xwe spartiye şer, ji bilî mirin, hilweşandin û wêrankirinê tiştekî nade gelan. Ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariyê her roj mirov jiyana xwe ji dest didin. Desthilatdarî hewl dide temenê xwe dirêj bike."   'Şerê nijadperestiyê ye'   Ebru destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi binpêkirina exlaq, bawerî û wijdanê dijminatiyê nêzî destketiyên Gelê Kurd dike û wiha axivî: "Şer ne şerê Tirkiyeyê ye, şerê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya dijminatiya li dijî kurdan û yê neteweperestiyê ye. Bi milyonan kesî di Newrozê de bersiva pêwîst dan van polîtîkayên şer."   'AKP gefê li projeya demokratîk dixwe'   Ebru ragihand ku ji bo paşeroja gelên Tirkiyeyê dem ahtiye li her derê li ber polîtîkayên êriş û şer rabin û got, "Desthilatdariya AKP'ê gefê li paşeroja demokratîk dixwe, parastina vê yekê jî berpirsyariya her kesî ye. Di rewşeke berevajî de wê xizmet ji polîtîkayên desthilatdariyê re bê kirin. Yekane rêya destberdana ji polîtîkayên şer, danûstandin û diyalog e."    Ebrû anî ziman ku yên  di şerê Rûsya û Ûkraynayê de dîplomasiya sexte ya aştiyê dikin û li dijî kurdan û destketiyên kurdan şer dikin, ji bo tevahiya gelan metirsiyeke mezin in û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Yên ku ji polîtîkayên şer ên desthilatdariyê aramiyê dibînin, tenê şirîkên desthilatdariyê ne ku sûdê ji şer werdigirin. Bêguman gelên Rojhilata Navîn mîna doh wê îro jî rê nedin polîtîkayên şer. Gelên Tirkiyeyê wê paşeroja xwe ya demokratîk teqez biparêzin."