Meşa ber bi deriyê sînor a Xabûrê ve dest pê kir 2022-04-27 14:42:40   ŞIRNEX - Bi sedan kesên li bajaroka Tilqebîn a Silopiyayê kom bûn, li dijî erişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve dimeşin.      Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, Remziye Tosûn, Ayşe Surucu, Siddik Taş, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek kesên ji Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Amedê hatin, li bajarokê Tilebîn ê Silopiyayê kom bûn. Koma qelebalix ku êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe di 17’ê Nîsanê de dan dest pê kirin şermezar dike, ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve dest bi meşê kirin.   Berfirehiya nûçeyê tê…