Jinan ji bo Fatma Altinmakas bang kirin: Divê em piştgiriyê bidin 2022-04-27 09:07:14     AGIRÎ - Jinên ji bo bersûcên Fatma Altinmakas bên darizandin û ceza bigirin bang kirin wiha gotin:"Ji bo em piştevaniyeke rast nîşan bidin û li dijî vê zihniyetê şer bikin divê em li eywana rûniştinê bin."   Li navçeya Milazgirtê ya Mûşê Fatma Altinmakas ji bo tecawiza Sinan Altinmakas a sîstematîk gilî bike çûbû qereqolê lê belê îfadeya bi kurdî ya Fatmayê di girtekan de cih negirtibû. Fatmayê piştre ji aliyê Kazim Altinmakas hatibû kuştin. Do bersûc Kazim cara heştan derket pêşberî dadgehê û gotinên cinayetên jinan rewa dike kir. Her wiha parêzera dosyayê Rûken Guven da zanîn ku divê Sinan Altinmakas ê ku bûye sedema kuştinê bê girtin. Rûkenê diyar kir ku qeydên telefonê yê ku Sinan piştî tecawizê li Kazim geriyaye û ji bo Kazim Fatmayê bikuje zext lê kiriye hene. Her wiha Rûkenê diyar kir ku Fatmayê bi biryara di nava malbatê de hatiye qetilkirin û got divê jin li vê dozê xwedî derkevin.    'Kîja hêzên tarî Sinan Altinmakas diparêzin?'   Feminista azad Firdevs Hoşer a do beşdarî rûniştinê bûbû wiha got:"Em dixwazin Sinan Altinmakas ê ku berpirsê esil ê vê cinayetê ye têkeve nava dosyayê. Em qebûl nakirin ku tecawizkar li kuçeyê be. Meseleya esil girtin û darizandina Sinan Altinmakas e. Ev du sal in ji aliyê serdozgeriya Milazgirtê ve doz hatiye vekirin lê hîn tu pêşketin tune ye. Em wekî feministan pirs dikin: Kîja hêzên tarî Sinan Altinmakas diparêzin?"   'Dadgeh bû hevkarê vê zihniyetê'   Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ebru Demirtepe wiha got:"Bersûc Kazim got 'Tu jin ji kêfî nayên kuştin'. Yanî xwest bêje 'jin mirinê heq dikin'. Ev gotin jî ji aliyê dadgehê ve esas hat girtin û dadgehê daxwaza me ya mudahilikê qebûl nekir. Dadgeh bû hevkarê vê zihniyetê. Di heman demê de em difikirin ku Fatmayê bi biryara di nava malbatê de jî hatiye kuştin. Delîlên di dosyayê de vêya nîşanî me didin. Loma divê civak li vê dozê xwedî derkeve. Ji bo em li dijî vê zihniyetê bisekinin divê em li eywanan rûniştinê bin."