'Bi rêbazên şer nikarin sekna bi rûmet a gelê kurd ji holê rakin' 2022-04-26 09:10:43     STENBOL - Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Birol a ku êrişên TSK û PDK'ê nirxand wiha got:"Ew derfet tune ye ku daxwaza mafê gelê kurd a rewa, sekna bi rûmet a gelê kurd bi rêbazên şer ji holê bê rakirin."   Bi hevkariya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ev hefteyeke li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê êriş didomin. Li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. Li gel vêya gelê kurd bang dike ku Mesut Berzanî xwîna xwişk û biratiyê nerijîne û destên xwe ji xiyanetê bikşîne. Gelê kurd û dostên gelê kurd li dijî êrişan bertekên xwe nîşan didin.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Îlknur Birol a êriş nirxand da zanîn ku divê êriş bi dawî bibin û got rêya çareseriyê di muzakereyê de derbas dibe.    'Bi rêbazên şer nikarin sekna bi rûmet a gelê kurd ji holê rakin'   Îlknurê bi bîr xist ku sînyalên êrişan ji zûde ye hatiye dayin û got Tirkiye qeyrana li cîhanê vediguherîne firsetê û êriş dike. Îlknurê got:"Pirsgirêkên bi rêya muzakereyê divê bê çareserkirin hewl didin bi şer çareser bikin. Ev radeya dawî ye. Ev radeyeke krîtîk a li herêmê û li welêt e. Em gotina xwe ya aştiyane tenê îro nakin. Ez dîsa dibêjin aştî. Ew derfet tune ye ku daxwaza mafê gelê kurd a rewa, sekna bi rûmet a gelê kurd bi rêbazên şer ji holê bê rakirin."   Tirkiye çav berdaye çavkaniyên enerjiyê   Îlknurê da zanîn ku êriş ne rêya çareseriyê ye û wiha got:"AKP-MHP ji bo bekaya xwe di şer de israr dike û ev yek jî zirarê dide civakê. Em dikarin bêjin hevkariya PDK û AKP-MHP'ê ji ber çavkaniyên enerjiyê ye. Tirkiye çav berdaye çavkaniyên enerjiyê. Her wiha dixwazin gelê kurd bera ber hevdudin. Rê çêdike ku kontrola enerjiya li Başûr têkeve destên wan."   'Çaeserî muzakereyên demokratîk in'   Îlknûrê diyar kir ku ew ê Tirkiye êrîşên xwe berfirehtir bike û got ku ew ê her aştiyê bixwazin. Îlknûrê got ku çareserî bi muzakeryan çareser dibe û berdewam kir, "Êdî tu kes nikare ji bo Ukrayna û Rusyayê bibêje aştî û şerê li ber pozê xwe nebîne. Em bi qasî ku li dijî şerê Ukrayna - Rusyayê ne ne em ji şerê ku dewlet li hemberî gelan li pêş çavê me dimeşîne jî dibînine jî re dibêjin na.  Em dibêjin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dikare bê çareserkirin û heta dawî em ê bibêjin aştî."   Helwesta muxaleftê   Îlknurê diyar kir ku muxalefeta ji bo şerê dûrî vê erdnîgariyê aştiyê dixwaze û ji bo şerê li ber çavê xwe piştevaniya îqtîdarê dike jî divê bê lêpirsînkirin û berdewam kir, "Bangên aştiyê yên muxalefetê ji propagandayê wêdetir nîne. Ger ku aştiyê dixwazin divê ev bi rêbaza xwe bi guherin û ji bo aştiyeke mayînde bixebitin. Divê neyên lîstikên îqtîdara ku li herêmê şerê tevkujiyê pêş dixe û ji bo îqtîdara xwe mayîn de bike. Divê pêşniyarên wan ji bo aştiyeke mayînde bin."