Rêxistinên jinan: Em ê xwedî li doza Denîz Poyraz derkevin 2022-04-26 09:06:35   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Beriya 3’yemîn rûniştina doza kujer Onur Gencer ku Denîz Poyraz qetil kiribû, rêxistinên jinan banga xwedî derketina li dozê kirin û her wiha destnîşan kirin ku kujer ne tenê yek kese û hêzên li pişt wî jî derkevin holê.   Di 17’ê hezîrana 2021’ê de li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a  Îzmîrê êrîşa çekdarî pêk hat û di êrîşê de xebatkara partiyê Denîz Poyraz hat qetil kirin. Doza Onur Gencer ku Denîz qetil kiribû didome û rûniştina 3’yemîn wê di 29’ê nîsanê de li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê bê dîtin. Rêxistinên jinan beriya dozê banga xwedîderketinê kirin.   ‘Divê jin xwedî li vê dozê derkevin’    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hayat Îzgî destnîşan kir ku dewlet hem li hember jinan hem li hember kurdan di helwestek dijminatî de ye û ev dijminahî jî bi qetilkirina Denîz Poyraz derketiye holê. Hayatê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê li dijî van binpêkirina mafan hemû kes bên gel hev.  Hewl dan dozê bibin cihên ku tu eleqeya wê pê tûne. Lê ev pêk nehat. Komkujî li vir pêk hat û divê doz jî li vir bê dîtin. Daxwaza me ji jinan ev e ku xwedî li dozê derkevin û tevlî dozê bibin.”   ‘Xwedîderketina li dozê parçeyek têkoşîna femînîst e’ Ji Tora Parastina Jinê Gîzem Coşkun jî bi lêv kir ku wê şopandina dozê bidomînin û wê jî wiha nêrînên xwe bi lêv kir: “Di rûniştina yekem me  tiştên gelek nas dîtin. Tevgerên rehet yên kujer, heqeretên kujer yên li dijî malbata Denîz Poyraz, hatin dîtin. Ev nîşan dide ku dewlet çawa piştgiriyê dide mêrên  ku jinan qetil dike. Her roj li her derê jin tên qetilkirin. Desthilatdarî li aliyê din jî nîjadperestî û faşîzmê rêxistin dike. Êrişa li hember Denîzê êrişek faşîst e. Em jin li dijî faşîzmê têdikoşin. Ji ber vê ev têkoşînek femînîste. Em xwedî li doza Denîz Poyraz derdikevin.”   ‘Tevlibûn girîng e’   Berdevka Giştî ya Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) Ebru Yîgît jî balkişand ser du rûniştinê heta niha hatiye dîtin û di her du rûniştinan de jî hatiye dîtin ku aliyê siyasî yê kujer dernaxin holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî gumanbar li dadgehê li hember Denîz, kurd û kesên azadiyê dixwazin îfadeyên sûcdar bikar anî jî tu pêşketin çênebû. Ji bo dadgeh bi edeletê encam bibe ji bo aliyên siyasî jî bên darizandin divê muxalefeta civakî û jin xwedî li dozê derkevin. Me ne tenê ji bo Denîzê me ji bo hemû jinan edelet xwest. Ji bo ku ji bo Denîz û jinên din edelet pêk bê ev destê me de ye. Divê em xwedî lê derkevin.”   ‘Li dijî tevgerên jinan hewldaneke taybet ya dijminahiyê’   Ji Piştevaniya Mor Denîz Uslu jî balkişand ser bêtehemuliya desthilatdariyê ya li hember jinan û muxalefeta civakê û wiha bi lêv kir: “Hem qetilkirina jinê hem jî qetilkirina nîjadperest e. Hemû hewldanên darbeya li dijî siyaseta demokratîk, AKP û MHP’a xwedî zîhniyeta serdest ya mêr li dijî li hember jinan di hewldanek taybet a dijminahiyê dikin. Ev doz gelek girîng e. Bi taybet rûniştina duyem de hewldana jinan a tevlibûna dozê û  mekanîzmaya darazê ya ku daxwaz red kirin hebûn. Daraz bi mekanîzmaya xwe ya xweser nameşe. Di riya ku deshilatdariyê xêz kiriye de dimeşe. Em ê jî ji bo her kesên tiliya wan di vê qetilkirinê de heye bên darizandin wê têbikoşin.”