Rojnameger Elîf Ekîn: Hedefa me çapemeniyek objektîf e 2022-04-23 09:02:58   Rozerîn Gultekîn   STENBOL- Nûçegîhana Ekmek ve Gul Elîf Ekîn Saltik diyar kir ku serdestiya mêr bi çapemeniyê re tevdigere û got divê çapemeniya hewzê dest ji zimanê ku jinan sûcdar dike berde û bi awayekî objektîf nêz bibe.   Çapemenya ku jinan di kalibên diyar kirî de sînor dike, dema jin ji van kaliban derdikevin jî hedef nîşan dide. pergala serdest a mêr jî bi çerxa çapemeniya serdest ya mêr tevdigere. Mînaka dawî li Pendîka Stenbolê hat jiyîn. Jina 6 mehan li stargehê ma û ji ber nikaribû li zaroka xwe binêre li ber deriyê avahiyê hişt, piştî nasnama wê hat tespîtkirin şûnde bi hevkariya çapemeniya alîgir ji bo jin ji aliyê civakê ve bê kevirkirin, teşhîr kir.   Mecrayek li dijî çapemeniya alîgir: Ekmek ve Gul   Ekmek ve Gul di 2008’an de bi armanca piştevaniya jinê û şerê li dijî serdestiya mêr dest bi weşandê kir.  di 2008’an de piştî bernameya Ekmek ve Gul ya Televîzyona Hayat şûnde komek jin xwe bi vî navî birêxistin kirin û mezin bûn. Ekmek ve Gul bi yekitî û piştevaniya jinan wek web portal di riya xwe de dimeşe. Ekmek ve Gul ji 3’ê Nîşanê şûnde 14 û ekmekvegul.net jî ket 5 saliya xwe.   Nûçegîhana Ekmek ve Gul Elîf Saltik der barê mijarê de nirxandin kir.   Divê zimanê çapemeniyê bê nîqaşkirin   Elîfê da zanîn ku divê zimanê çapemeniyê yê di îstîsmar û şîdeta li hember jinê de bê nîqaşkirin. Ji ber ku di çapemeniyê de li hember jinan zimanekî zayendperest tê bikaranîn û wiha vegot: “Em îro dema li çapemeniya alîgir û çapemeniyên ku em dibêjin muxalîfin di hinek nokteyan de di alî dayîna nûçeyande pirsgirêkan dijîn. Bêyî ku di ferqa vê de bin jinê wek dayika baş, hevjîna baş, hezkiriya baş nîşan didin.   Yanî em di çapemeniyê de bi zimanekî zayenderest re tên rû hev. Em îro di gelek nûçeyan de dibinin û ji bo em li dijî vê bisekinin em hewl didin zimanê çapemeniya xwe biafirînin. Em hewl didin ku zimanekî jinan xurt dike bê afirandin.”   Pergala serdest a mêr bi piştgiriya çapemeniyê didome   Elîfê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wek Ekmek ve Gul hewl didin di qada weşangeriyê de nêrîna jinê ava bikin û Jin News jî yek ji ajansên ku hewl dide vê nêrînê biafirîne ye. Elîfê ev tişt daxuyand: “Çapemenî ji bo desthilatdariyê qadek pir girîng e. Desthilatdarî çapemeniyê wek hêz bikar tîne.  Ji ser çapemeniyê hewl dide civakê bi rêve bibe.  Bi gotinên zayendperest yên li hember jinan dixwazin pergala serdest ya mêr bidomînin. Azadiya jinê jî sînor dikin.   ‘Dewlet serê berpirsyariyê digire’   Elîfê destnîşan kir ku desthilatdarî bi hevkariya çapemeniyê ser berpirsyariya xwe digire û dewlet hewl dide kêmasiyên wan neyên dîtin û vê asteng dikin. Elîfê got mînaka dawî jî êrîşa li ser çapemeniya dijîtal ya li hember jina ku neçar ma zaroka xwe bihêle, hat dîtin. Elîfê wiha dirêjî dayê: “Ji ser ‘dayikeek ne başe’ êrîşî jinê dikin û di nûçeyê de wisa digirin dest. Lê em li pişt vê nûçeyê dizanin ku vê dayikê seranserê jiyanê şîdet dîtiye, ji aliyê dewletê ve hatiye parastin.”   ‘Nûçegîhanyek objektîf’   Elîfê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dayika ku zaroka xwe hiştiye wek dijmin hatiye dîtin û lê hemşîreya bi wê re eleqeder bûye  pîroz hatiye dîtin û balkişand ser dûritiya çapemeniyê: “Divê mekanîzmayên torên piştevaniyê yên jinan xurt dikin hebin. Em van mekanîzmayan vedibêjin. Em hewl didin vî zimanî ava bikin. Avakirina vî zimanî tercîhe. Peywira me ev e ku em li alî jinan ziman bi kar bînin. hedefa me çapemeniyeke objektîf e.”