Nebahat Îşçî: Divê malbatên girtiyan li dijî zilmê rabin ser piyan 2022-04-22 09:31:00   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Naîf Îşçî ye ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’ya Xelatê girtî ye, anî ziman ku li girtîgehê tê tehdîtkirin. Dayika Naîf Nebahat Îşçî  ya ku bertek nîşanî helowesta rêveberiya girtîgehê da ev bang kir “Li dijî zilma li ser girtiyan divê hemû malbatên girtiyan rabin ser piyan.”   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê didome, bandora xw li ser hemû girtîgehan dike û ji van pêkanînên ku tên kirin yek jê îşkence û tehdîdên ku li girtiyan tên kirin e. Ji van gitiyên ku bi heman pêkanînan re rûbirû maye yek jê jî Naîf Îşçî yê di Girtîgeha Tîpa T’ya Xelata Bedlîsê de ye. Naîf yê ku di sala 2010’an de di 14 saliya xwe de hat girtin û 24 sal ceza lê hatiye birîn, 12 sal in girtî ye.     Dayika Naîf Nebahat Îşçî diyar kir ku kurê wê duh bi rêyeta telefonê li wan geriyaye û gotiye ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê tehdîtkirin. Nebahatê diyar kir ku ew ji ber rewşa kurê xwe bi fikar e.   ‘Ev du car in min tehdît dikin’   Naîf Îşçî ê bi malbata xwe re bi rêya telefonê hevdîtin kir, derbarê rewşa xwe de ev tişt gotiye: “Beriya niha carekê ez di karantînayê de bûm.  Kesekî MHP’yî hat ji min re got ‘tu kurdî’, min jî got belê ez kurd im. Lê heman kes duh careke din hat û min tehdît kir. Bila min ji vê girtîgehê derxînin. Li vir jiyana me di bin xetereyê de ye. Rêvebiriya girtîgehê jî ji wî kesî re got ‘em li pişt te ne’. Hincetan dibînin û belaya xwe li me didin. Ger ku tiştek bi me bê berpirsyar ew kes û rêveberiya girtîgehê ku li pişt wan e. Rêveberiya gitîgehê bêsebep mehek cezayê hevdîtinê da min. Ev du carin tên min tehdît dikin.”   ‘Girtiyan tedawî nakin’   Dayika Naîf, Nebahat Îşçî jî bi bîr xist ku dema kurê wê hatiye girtin hîn zarok bûye û wiha behs kir: “Kurê min nexweş e. Platîn di nigê wî de heye, çavên wî tarî bûne û mîda wî jî kul bûye. Kurê min nêzî sê çar salan di girtîgeha Sêrtê de ma. Piştre sirgûnê girtîgeha Bandirmayê hat kirin û li wir jî nêzî 8 salan ma. Piştre ji wir jî sirgûnê girtîgeha Xelata Bedlîsê kirin û niha li wir tê girtin. Li vir jî ligel nexweşiya wî bi hinceta koronayê bi tena serê xwe di odeyekê de digirtin. Ew ne ji bo ku li tendirustiya wan difikirin. Ger ku wisa bûya dê zarokên me tedawî bikirana. Ev çend sal in platîn di nigê wî de ye û nayê derxistin.”   ‘Zarokên me di bin zextan de ne’   Nebahatê, bal kişand ser zext û zordariyên li ser girtiyan tên meşandin û wiha got: “Beriya niha dema ez çûm hevdîtina girtî û kurê xwe dît, min wî nas nekir. Bi hinceta nexweşiyê her carê bi tena serê xwe di hucreyan de tê girtin. Dema  dibin nexweşxaneyê tînin, 15 rojan dikin karantînayê. Bi vî awayî dixwazin derûniya zarokên me xira bibe.  Xwarina paqij nayê dayîn. Alavên ku em ji wanre dişînin dereng tên dayîn. Ava germ nadin wan. Niha li wê girtîgê du qawişên siyasî hene.”   ‘Kurê min hatiye tehdîtkirin’   Nebahat, destnîşan kir ku jiyana kurê wê dixeterê de ye û wiha berdewam kir: “Dema em diaxivîn dengê wî xweş nedihat. Min jê pirsî got kesek MHP’yî li vir e, li korîdorê wî tehdît dike. Ji min re got  berê jî ew ê MHP’yî hatiye jê re gotiye ‘tu kurdî’ û kurê min jî gotiye ‘belê ez kurd im.’ di wê demê de Gardiyanên wê derê jî ji yê MHP’yî re gotine ‘tu çi bikî em li pişt te ne.’ Beriya niha dîsa kurê min tehdît kiriye. Lê kurê min ji min re negotibû. Ev cara duyem e ku kurê min tê tehdîtkirin. Ez nizanim ku kurê min çawa tehdît kiriye. Ji ber telefon qût bû min jê agahiya zelal negirt. Heta ku rewşek cidî tunebe kurê min tu carî tiştan ji min re nabêje. Em tu carî van gefan û tehdîdan qebûl nakin. Ma qey me zarokên xwe ji wan re xwedî kirine. Zarokên me di pişt heft deriyan de ne ev têr nake, vê carê jî di hundir de tehdît dikin. Ji xeynî  tehdîdan mehek cezayê hevdîtinê jî lê birîne. Kurê min jî got ‘ger tiştek bi me bê berpirsyar gardiyan û midûrê girtîgehê ne. Ez ji rewşa kurê xwe bi fikar im. Herwiha kurê min xwest ku li girtîgehê lêkolîn bê kirin.”   ‘Bila hemû malbat rabin ser piyan’   Nebahatê, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber zext û zilma li ser girtiyan tê meşandin di girtîgehan de rewş nebaşe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her roj ji girtîgehan cenaze dertên û zarokên me tên tehdîtkirin. Banga min ji hemû malbatan re ew e ku bila hemû rabin  ser piyan û dawî li vê zilma li ser zarokên me tê kirin bînin. Bila belaya xwe ji zarokên me vekin. Zarokên me ji ber ku kurdin zilmê dibînin. Zarokên me li hemberî zilmê serî natewînin. Em heta dawiyê li pişt zarokên xwe ne. Em vê hovîtiyê tu carî qebûl nakin.  Ger tiştek bi zarokên me bê berpirsyar hikûmet bi xwe ye. Bila hemû malbat xwedî zarokên xwe yên li girtîgehan derkeivn. Di girtîgehan de tiştên ne xweş tên jiyîn. Ger ku dawî li vê zilmê neyê em ê biçin ber deriyê girtîgehan rûnên. Divê  em ji vê hovîtî û zilmê re bêjin êdî bes e."