Rîham Hîco: Xwediyê ve axê em in, em ê li vir bin 2022-04-22 09:05:41   Medya Uren     NAVENDA NUÇEYAN - Endama Kordînasyona TAJÊ Rîham Hîco, diyar kir ku axa Kurdistanê cuda cuda dixin nav çemberê û dixwazin kurdan ji hevdû qut bikin û got: "Gav bi gav êriş dijwar dibin. Lê belê wê bi ser nekevin. Xwediyên vê axê em in. Kes nikare me ji vir derxe. Em li vir in em ê li vir bin.   Bi hevkariya Bexda û Hewlêrê di 9’ê cotmeha 2020’an de, derbarê Şengalê de peymanek hat îmzekirin. Roj bi roj xalên peymanê hatin pratîzekirin. Aliyek êrişên Arteşa Tirk û aliyek jî dorpêça Arteşa Iraqê. Her wiha dîwar lêkirina di navbera Rojava û Şengalê jî bêtir xalên peymanê derxist rûyê erdê. Dîsa di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK), Arteşa Tirk li hemberî Zap, Avaşîn û Metînayê operasyonek da destpêkirin. Arteşa Iraqê jî êrişê Asayîşên Êzidixanê yên Şengalê kir.    Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hîco, derbarê geşedanên siyasî, êriş û polîtîkayên hevpar ên li dijî gelan de tê pêşxistin ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî.   ‘Di navbera gelan de dîwar datînin'    Rîham di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên ku li hemberî gelên ku li ser vê axê dijîn û got: “Tê zanîn bi fermana 74’emîn re komkujiyek mezin li Şengalê pêkhat. Berpirsyarên vê jenosîdê bi wê re sînordar neman û gavên qirkirinê berfireh kirin. Armanc tunekirina Gelê Kurd bû. Ji bo wê jî destdirêjî yek ji civakên herî kevnar yên van xakan kirin. Beriya fermanê jî amadekariyên wan hebûn. Cîranên me jî kirin amûrê wan êrişên xwe yên qirêj. kurd û ereb bê nîqaş gelên herî kevnar ên vê axê ne. Lewra di çend salên dawî de bi taybetî bi polîtîkayên êrişên taybet re xwestin me bikin dijmin. Xwestin di navbera me de sînoran deynin. Ji xwe di serî de gotin em ê wan berdin hev, wan bi hev bidin qetilkirin. Di dema jenosîdê de me bi ereban didan tirsandin, ereban jî bi gotina tolhildanê ji me didan tirsandin.”   ‘Hertişt di bin çavdêriya DYE’ê de pêk tê’   Rîham, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser hevkariya DYE, Tirkiye û Iraqê: "Yên sûcdar kî ne ku destên xwe yên qirêj li ser xaka me ranakin? Pêwîste em vê pirsê baş binirxînin. Bi gotina ‘Ferman çêbû qediya’ çênabe. Ew ferman bi destên kê pêk hat. Wê ev li karê kê bihata? Wê çawa berdewam bike? Bê gumane hertişt di bin çavdêriya Yekitiya Dewletên Emerîkayê (DYE) de pêk tê. Herî zêde jî wê ev kêr karê Dewleta Tirkiyê were ku serkêşê êrişan jî ew in. Destpêkê çeteyên DAIŞ hate bihêzkirin û berdan li ser xaka Kurdistanê. Dema ew hêz hate çewisandin êdî pendên xwe bi rêbazên dindan berdewamkirin. Divê ji roja fermanê heya niha em hevkarên Dewleta Tirkiyê yên biçûk PDK û hikûmet Iraqê jî ji bîr nekin. Di van êrişan de para wan jî zêde ye.”   ‘Li her çar parçeyên Kurdistanê amborgoyên cuda'    Rîham, diyar kir ku ev êrişên tunekirinê didomin û wiha bi lêv kir: "Gavên tunekirina kurdan gav bi gav pêşvedibin. Bi taybetî jî li ser Şengalê bi peymana 9’ê Cotmehê re gava yekem hat avêtin. Xaka kurdan kirin parçe û cuda cuda dixin di nav çemberê. Di navbera Rojava û Şengalê de dîwar bilind dikin. Li ser dîwaran têl û bi ser de jî kamerayan rêzdikin. Her çar parçeyên Kurdistanê cuda dixin di bin ambargoyê de. Êdî ev ambargo jî teng dikin, dixwazin me ji hev qut bikin. Çawa ku cîranên me li hemberî me didin bikaranîn, dixwazin destên me kurdan jî ji hev bikin. Li gorî ol, li gorî ziman û nîjad me dikin beş. Ji ber wê yekê em dibêjin ev 'Dîwarê nîjadperestiyê' ne. Çawa ku nekarîn navbera me û ereban xirabikin wê ev jî encam negirin.”   ‘Em dikarin xwe biparêzin'    Rîham, daxuyand ku di navbera Şengal û Rojava de girêdanbûneke cuda heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xwîna me bi hev re li ser vê axê herikî, me bi hev re li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe da. Herî zêde em bi hovitiya wan re rû bi rû man. Dixwazin me ji hev qut bikin û ew girêdana me ya heyî tune bikin. Lewra ev 'Dîwarê şermê' li hemberî me hemûyan zilmeke mezin e. Bi hinceta DAIŞ’ê dîwar bilind dikin û dibêjin em ê we biparêzin. Lê belê tê zanîn ku ne ji DAIŞ, divê em ji Tirkiye û hevkarên wê bên parastin. Ji bo parastinê jî em weke şengalî xwe bi rêxistin dikin û xwedî li xwe derdikevin. Li Iraqê her dever DAIŞ'e bila di nava xwe de destpêkê paqijiyê bikin. Heta niha jî yên ku li hember DAIŞ’ê bûne asteng hêzên QSD’ê û YBŞ’ê bûn.”   ‘Ev bêdengî wê me tune bike’   Rîhman di axaftina xwe de wiha behsa girîngiya yekitiyê kir: "Yekitî hertim sûd da me. Yên ku bi vê yekê haydar in herî zêde êrişî yekitiya me dikin. Sînorên tên danîn jî bi vê armancê ne. Bê guman ger em di yekitiya xwe de bi israrbin wê ew jî bi sernekevin. Gelê Şengalê şiyarbûye û nabin aletê berjewendiyên dijminên kurdan. Di  herdû aliyan de hêviyên me ji gelê başûrê Kurdistanê heye divê li hember van êrişan û hevkariya PDK’ê berteke nîşan bidin. Divê em yekitiya xwe biparêzin û şiyar bibin. Ev bêdengî wê me tune bike. Bi serhildana Şengal û Rojava tenê re wê serkeftin neye bidestxistin. Ji xwe hedef ne tenê her du cih in. Wê bi Rojava û Şengalê dest pê bike û wê li hemû Kurdistanê belav bibe. Ji xwe zêdeyî xaka Başûr hatiye bidestxistin. Ma gelo ji derveyî PDK’ê partiyên din çima sekna xwe nîşa nadin.”   ‘Dewleta tirkiyê nabe dostê PDK’ê jî’   Rîham, da zanîn ku Dewleta Tirk nabe dostê PDK'ê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo Dewleta Tirk hebûna xwe biparêze hertim pêwîstî bi tunekirina kurdan dîtiye. Ev reşeke dîrokî girtiye ku bi sedan mînakên wê hene. Weke pêşiyên me ji dibêjin ‘dijminên bav û kalan nabin dostên lawan’ Divê em hinek guh bidin van gotinan. Dewleta Tirk ji bo tu parçeyên Kurdistanê ji bo PDK’ê jî tiştek erênî nafikire. Ew ji wan re jî nabe dost. Armanca wan cuda ye. Êdî li dijî van yekan pêwîstiya me bi yekitiyê heye. Pêwîstiya me bi rêxistinbûyînê heye.”   ‘Em li vir in em ê li vir bin'    Rîham di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Bi taybetî Şengal xwedî cihek stratejik e ku yek ji cihên herî zêde êriş lê dijwar e. Di heman demê de jî ji bo Gelê Kurd jî xwedî nirxeke girîng e. Çanda herî kevnar li Şengalê tê parastin. Ji ber wê yekê dixwazin me ji kok ve tune bikin. Dixwazin me bê çand bihêlin. Wê ev êrişên wan gav bi gav dijwar jî dibin. Lê belê wê bisernekevin. Xwediyên vê axê em in. Kes nikare me ji vir derxe. Em li virin em ê li vir bin.”