Havva Kiran: Îxanet sûcekî giran e 2022-04-21 09:17:52   Medya Uren - Derya Ren     AMED - Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran, êrişên ku li hemberî axa Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê şermezar kir û got: "Başûr weke destkeftiyeke Kurdistanê bû. Ji bo me hemû parçeyan jî bû hêviya azadiyê. Êriş û birakûjî heya niha tu sudekî nedaye me. Êdî ji şerê navxweyî re êdî bes e."   Êrişên Arteşa Tirk a li hemberî Zap, Metîna û Avaşîn a li Herêma Federal a Kurdistanê pêk hatî berdewam dikin. Di 16’ê nîsanê de hevdîtina Mesrûr Barzanî bi serokomarê Tirkiyê Tayip Erdogan re pêk hat, piştî wê di 17’ê nîsanê de balafirên şer êrişê wan herêman kir. Êrişên ku bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) pêk tên li gelek deveran hat şermezarkirin. Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Giştî Havva Kiran têkildarê êrişan de ji ajansa me re axivî.    ‘Li başûr qazanên xwînê dikelin’   Havva di destpêka axaftina xwe de qala girîngiya ku didan mala Barzanî dike û dibêje: “Başûr weke destkeftiyeke Kurdistanê bû. Ji bo me hemû parçeyan jî bû hêviya azadiyê. Dema dozek bi ser kurdekî dihat berê xwe didan mala Barzaniyan. Lê mixabin dijminatiya herî mezin li kurdan dikin. Bi kurdên her çarparçeyan re dikin. Zarokên kurd ji bo doza azadiyê li çiyan di nav berxwedanekî de ne. Ger ku destkeftiyên başûrê Kurdistanê hatibin parastin jî bi saya wan zarokên me ne. Mala Barzanî ma vê yekê nabîne. Her salek demsalek û her demsal jî êşek giran bi xwe re tîne. Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Qazanên xwînê li wir dikelin.”   ‘Yek ji îxaneta PDK’ê Şengal e’   Havva îxanetên PDK’ê xal bi xal bibîrtîne û wiha dibêje: “Şengal yek ji herêmên ku kurdan xwe spartiyê, çanda xwe, zimanê xwe û olê xwe parastîne ye. Lewra ji bo me ji kokê tune bikin hertim li ser wan êrişek hovane tê meşandin. Di fermana dawî de tu kurd îxaneta mala Barzanî ji bîr nake. Civaka êzidî di nav destên çeteyên DAIŞ’ê de hate hiştin. Lê mixabin ew ne îxaneta yekem ne jî ya dawî bû. 74 fermanên mezin bi ser wan de hatin û dixwazin fermanek din jî pêkbînin. PDK jî dibe şîrîkê van êrişan. PDK ne di ferqê de ye ku êrişa dike li hemberî xwe bi xwe ye. Êrişa wan ya li dijî Gelê Kurd, dîwarê di navbera Şengal û Rojava de hatiye lêkirin wê weke şermeke mezin bikeve dîrokê. Wê mala Barzanî tucar neyê efûkirin. Îxaneta dikin sucek giran e.”   Îxaneta li dijî Rojhilat   Havva di axaftina xwe de wiha bal kişand ser serhildana Qazî Mihemed: "Li dijî rejîma Îranê Qazî Mihemed serhildanek mezin li dar xist û komara Mahabatê avakir. Rojhilatê Kurdistanê bedelên giran da û ji bo parçeyek biçûk jî be destkeftiyek mezin bidestxist. Divê destkeftiyên her parçeyê hatiban parastin û piştgirîkirin. Lê mixabin di wê demê de jî bi emrê Mele Mustefa Barzanî darbeyek mezin li serhildana Mahabatê hate dayîn. Gelek serkêşên wê rêxistina Rojhilat bi destê mala Barzanî hate qetilkirin. Ev jî weke diyariyekî dan Îranê. Ji bo berjwendiyên xwe bi sedsalane xwîna xwişk û birayên xwe dirêjin.”   ‘Wan başûr firot’   Havva dibêje em nizanin îxaneta PDK’ê bi çi awayî bi nav bikin û wiha berdewam dike: “Ger ku ewqas hêrsa wan ji bo serkêşiya hemû Kurdistanê be, hêrsek tu parçeyan ji bo wê yekê tune ye. Divê ji bo berjwendî û qiraliyeta xwe vê yekê nekin. Ji bo berjwendiyên kurd û Kurdistanê tevbigerin, wê hemû kurd we qebûl bikin. Armanca me bila yek be, bila dilê me bi hev re be wê bê guman serkêşiya wan jî were erêkirin. Dewleta Tirkiyê bi êrişên dike re sînor derbaz dikeve. Di hewayê û reşahiyê de jî dikevin nava axa başûr. Bêdengiya wan ya di vê alî de bê guman nîşa dide ku bi wan re di nava hevkariyê de ne. Ya herî xeter û dilê me diêşîne jî axa Kurdistanê firotine. Her dever bûne qereqol û wargehên dewleta Tirkiyê.”   ‘Bila xwe safî bikin’   Havva Kiran salên 1997’an bi bîranî û berdewam kir: “Di wan salan de jî bi heman rengî zarokên kurd bi îxaneta malbata Barzanî re rû dimînin. Gelek kesên birîndar di nexweşxaneya Hewlêr de hatin qetilkirin. Destdirejiyê li jinên birîndar kirin. Gelo ma ji bîrkirina vê pêkan e? Bi qetilkirinê re sînordar neman. Destdirêjî me kirin. Rûxmê ewqas îxanetê me timî destê aştiyê dirêjî wan kir. Ji bo îqtidara xwe zarokên vî welatî dikin qurban. Ji bo berjwendiyên xwe vê yekê dikin. Ji bo malê dine ye ku malê dine me bê şeref dike. Serweta we li her walatî heye. Ji derveyî Kurdistanê we li her welatî ramedanê kiriye. Hûn zarokên me ji bo çi qetil dikin? Yan navê kurdbûnê li ser xwe rakin, an jî navê me qirêj nekin.”   ‘Bila destê xwe ji êrişa qirêj bikşînin’   Havva herî dawî berteka xwe bi vê rengî parvekir: “Piştî her hevdîtina mala Barzanî bi Tirkiyê re dike li her deverî gengeşeyek derdikeve. Li ser xakên Kurdistanê bombebaran pêktên. Di her bombebaranê de jî dilê me dayikan diêşe. Zarokên me li wan çiya ne. Ji bo nasnameya kurd û ji bo berjwerndiyên her kurdekî li ber xwe didin. Ger em îro paşîfbin hûn ji şîvin. Vê yekê baş bizanin. Divê PDK jî êdî hewil bide bi rêyên demokratîk pirsgirêkên xwe çareser bikin. Êriş û birakûjî heya niha tu sudekî nedaye me. Êdî ji şerê navxweyî re êdî bes e. Berteka me ya dayikan di vê alî de mezin e. Bila destê xwe ji êrişa qirêj bikşînin.”