Ji malbatan bang: Werin em nobetan bi hev re mezin bikin 2022-04-19 09:09:08   STENBOL - Xizmên girtiyan ku li dijî binpêkirinên mafan û mirinên li girtîgehan bidawî bibin Nobeda Edeletê didomînin û diyar dikin ku zarokên wan tehdîdên mirinê digirin û ji ber vê divê her kes xwedî li girtiyan û "Nobetên Edeletê" derkevin.   Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan didomin û malbatên girtiya bi armanca ev binpêkirin bidawî bin li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê Nobetên Edeletê dan destpêkirin û didomin. Li Stenbolê malbatên girtiyan gotin ‘Em mirinên girtîgehan naxwazin, jiyanê diparêzin’ li ÎHD’ê û bi dirûşmeya ‘em destûr nedin mirinan’ li ber ATK’ê çalakiya nobetê ya mehekê pêk anîn. Piştre çalakiya xwe li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayan domandin.  Di hefteya duyem a çalakiyê de qeymeqamtiya Kagithaneyê çalakiya malbatan 15 rojan qedexe kir. Piştî vê li ber Edliyeya Bakirkoyê domandin û vê jî Qeymeqamtiya Bakirkoyê mehekê qedexe anî.   Xizmên girtiyan diyar kirin ku wê li her derê nobeta xwe ya edeletê bidomînin.   ‘Dixwazin em li dijî mirinan bêdeng bimînin’   Dayika Yakup Akman yê li girtîgeha tîpa F ya Hejmar 3 a Sîlîvgiriyê girtiye, Fînce Akman diyar kir ku bi armanca balbikşînin ser rewşa zarokên xwe li ber Edliyeya Bakirkoyê nobet pêk anîne lê her hefte rastî astengiyan hatine û got polîsên mêr ew binçav kiriye û got: “Ji ber cenazeyên dertên yên Kurdane her kes bêdeng e. Em naxwazin tabut ji girtîgehan derkevin. Lê ew me jî binçav dikin.”   Ji bo malbatan bang   Fînceyê bag li hemû dayikên girtiyên edlî jî kir û wiha dirêjî dayê: “Werin em bi hev re têbikoşin. Bila tabutên zarokên me ji girtîgehan derneyên. Zarokên me baş dikevin girtîgehê û tabutan didin me. Dewlet îşkencê li zarokên me dike, wan dikuje dibêje deng nekin. Em tu car dest ji zarokên xwe bernadin. Kurê min di her telefonê de dibêje ew bi mirinê re rû bi rû ne. Zarokên me ne bêxwedî ne. Em ji binçavkirnan natirsin. Dewleteke ku mirovahiyê nizane li pêş me ye.”    ‘Zarokên me tehdîdên mirinê digirin’   Dayika girtiyê bi navê Xemgîn Karataş yê surgunê girtîgeha Tîpa T ya Afyonê hatiye kirin û di koxuşa yek kesî de dimîne, Cemîle Karataş jî destnîşan kir ku ew li dijî pêkanînên li girtîgehan têdikoşin û wiha pêde çû: “Em naxwazin girtîgeh bibin malên mirinê. Zarokên me bê sûc hatine girtin. Kurê min surgunê Afyonê kirine. Ji ber aboriyê ez nikarim her tim biçim. Ez bi mehan bi hefteyan nikarim agahî ji kurê xwe bigirim. Dema Nobeta Edeletê hebû kurê min geriya û got tehîda mirinê girtiye. Kurê min got ‘Ger hefteya pêş li we negerim hun zanibin pirsgirêk heye. Ewlehiya canê me tune. canê me di xetereyê de ye. Bila êdî gel rabe ser piyan.’ Bila ev zilma êdî bidawî be her kes dengê xwe bilind bike.”   ‘Divê em dest bidin hev û dengê xwe bilind bikin’   Cemîleyê dawiya axaftina xwe de balkişand ser Ferhan Yilmaz yê li girtîgeha Tîpa L ya Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest daye û wiha dawî lê anî: “Siyasî an jî edlî ferq nake. Divê xwedî li girtiyan bê derketin. Divê hemû dayik bên gel hev. Zarokên me ji bo me têkoşîn meşandin. Divê em jî ji bo wan têbikoşin. Divê em dest bidin hev û dengê xwe bi hev re bilind bikin. Çi dibe bila bibe em ê nobetên xwe bidomînin. Em ê li dijî qedexeyan li kolanan nobetên xwe bidomînin.”   ‘Ji bo zarokên me neyên qetilkirin em nobetê digirin’   Xwişka girtiyê bi navê Erdal Ozel yê li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê dimîne, Kumrî Akgul jî destnîşan kir ku ev du meh û nîve ji bo Nobeta Edeletê pêk bînin têdikoşin û nirxandina xwe wiha kir: “Ji bo Nobetên Edeletê em çûn ku derî li me hatin girtin. Piştî bûyera Sîlîvriyê şûnde em ji zarokên xwe agahiyê nagirin. Em nizanin li wir çi hat jiyîn. Zarokên me kirine zindanan. Hun çima dikujin? Li girtîgehan hefteyekê de sê cenaza derketin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Em ji bo vê têdikoşin. Em heta bijîn wê ji bo zarokên xwe têbikoşin û xwedî li zarokên xwe, têkoşîna wan derkevin.”   ‘Heta em bijîn wê têkoşîn jî bidome’   Xwişka girtiyê bi navê Selîm Çîftçî yê li girtîgeha Tîpa L ya Umraniyê dimîne, Cemîle Çîftçî jî bertek nîşanê qedexekirina nobetên edeletê da û wiha bi lêv kir: “Zarokên me nexweşin, cenaze ji girtîgehan derdikevin. Em jî ji ber vê nobetên edeletê didomînin. Lê dibêjin qedexeye, Em jî wê têkoşîna xwe her tim bidomînin. Em dest ji zarokên xwe bernandin.Birayê min 26 sale girtiye gelo ne gûnehe?Divê hemû dayik rabin ser piyan û dest  bidin hev.”