Li dijî doza li KCDP’ê hatiye vekirin bertek: Wê têkoşîna me bidome 2022-04-19 09:04:56   STENBOL - Hunermend Kalben bertek nîşanê doza girtina KCDP’ê da û diyar kir ku ev şerma hemû kesiye û peyama ‘Hûnê tu car tenê nemeşin’ da jinan.   Li her çar alî cîhanê ku têkoşîna jinan bilind dibe, hewl tê dayîn ku bê astengkirin. Jin li dijî van astengiyan têkoşînê bilind dibe. Li Komeleya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin ku ji 2012’yan heta niha faliyetan dimeşîne bi îdiaya yekitiya malbatê xera dike bi sûcdariya ‘li dijî ahlaq û qanûnê faliyetan dimeşîne’ doza girtinê hat vekirin.   Jinan bertek nîşanê dozê dan û gotin doz li têkoşîna jinan hatiye vekirin.   ‘Doza li hember têkoşîna jinê hatiye vekirinê ye’   Endama Meclîsa Jinan a KCDP’ê Ezgîn Arslan da zanîn ku hinceteke şênber a vekirina dozê tune û li dijî vê biryarê wê têbikoşin. Ezgiyê wiha vegot: “Doza hatiye vekirin li dijî têkoşîna jina ye. Sedema vekirina dozê eve ku li dijî kuştin û şîdeta jinê bêdeng nemayîne, têkoşîna jinê ya li dijî polîtîkayên deshtilatdariyê bilind dibe ye. Ev doz li vê hatiye vekirin. Tu mafdariya vê dozê ji bo me tune. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Me çawa got ‘Hun tenê nameşin’ wan jî em tenê nehiştin. Ne tenê malbat wê civak vê pêvajoyê ligel me be.”   ‘Em polîtîkayên desthilatdariyê bi hev re biqedînin’   Ezgiyê berdewa axaftina xwe de bi lêv kir ku wê têkoşîna jinan van êrîşan biçewisîne û wiha dirêjî dayê: “Em tu car ranawestin. Em ê kuştinên jinan rawestînin. Li dijî van zextan têkoşîn ji rêxistinê derbas dibe. Em bibin yek bi hev re tevbigerin. Em newekheviya civakî û polîtîkayên desthilatdariyê bi hev re biqedînin. Ez banga rêxistinbûnê ya di Meclîsa Jinan KCDP’ê de li hemû jinan dikim.”   ‘Ji jinan ditirsin’   Dayika Ceyda Yukesîn ya di 20’ê tebaxa 2020’an de li Bornova a Îzmîrê ji aliyê Serkan Dîndar ve hat qetilkirin, Fîlîz Demîralp destnîşan kir ku du sale bi Meclîsên Jinan re têkoşîna xwe didomîne û got KCDP’ê ji roja ewil de piştgirî dane wê. Fîlîzê wiha nirxand: “Peymana Stenbolê fesh dikin û mafên me ji destê me digirin. Ev jî têr nake dest direjî Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin dikin. Em vê qebûl nakin. Em tu car tenê nemeşiyan, wê Platform Kuştinên Jinan jî tu car tenê nemeşe. Ji têkoşîna jinan ditirsin. Ji serî de ligel mebûna wê ev platform nehatiba avakirin. Me yê li kolanan li mafê xwe negeriyaba. Platfromê ji roja ewil de li her derê ez tenê nehiştim.”   ‘Bila bibin dengê me piştgiriyê bidin me’   Fîlîzê bang kir: “Daraza ku gumanbaran diparêze her derfetê de jinan bi gumanbaran re tîne rû hev. Darazê ez bi kujerê keça xwe re anîm rû hev. Keça min hat qetilkirin. Navbera ku 10 bû, polîs di 40 deqeyî de tên. Em tenê ji bo êşên xwe li van qadan nayên gel hev. Heta em bêdeng bin wê ev êş jî zêde bibin. Em ji bo wan têdikoşin. Bila dengê me bibîhizin û piştgiriyê bidin me.”   ‘Ev doza şermê ye’   Hunermend Kalbe Sagdiç jî bertek nîşanê doza hatiye vekirin da û da zanîn ku KCDP hewl dide ku her kes li dijî qanûnan wekhev bijî û ligel malbatên jinên hatine qetilkirinê ye. Kalben got vekirina dozê tê wateya piştgiriya gumanbaran û berdana gumanbaran û wiha daxuyand: “Ev doz bi şîdeta li hember jinê ya di 8’ê Adarê de hat kirin re heman tişte. Ev şerma me hemûyane. Li vî welatî êdî cihê ku ez lê şerm bikim nemaye. Ji ber vê ez li qadan diqîrim û diaxivim. Em hemû ji cihên cuda, ji çandên cuda û bajarên cuda tên. Em bi evqas mirovên xweş re ligel hevin. Min bi vê piştevaniyê azadbûn, jiyaneke azad û fikrên xwe bi awayekî azad vegotin, fêr kir. Hêvîdarim ku hun jî dizanin ku li cihên hun dimînin tu car tenê nameşin. Ji ber ku hun tu car tenê nemaşin.”   ‘Dixwazin tevgera jinan asteng bikin’   Endama KCDP’ê Sevda Konuksu jî bertek nîşanê doza vekirinê da û destnîşan kir ku doz li dijî hiqûqê ye û hinceta vekirina wan bê mantiqe û wiha domand: “Yên ku malbatê xera dikin di esasê de yên ku qanûnan xera dike ne. Yên ku peymana Stenbolê fesh dike ne. Nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember jinê ne hevdem û moderne. Her cureyê   tevgera jinê ya nav civakê de tê astengkirin.Em ji bo wekheviyê têdikoşin. KCDP 12 sale têkoşîna jinê dide. Em bi malbatên jinên ku hatine qetilkirin re dimeşin. Em ligel wan in. Em li dijî neheqiyê wek dîwar disekinin. Em şopdarên dozên jinane. Em li her qadê hene, em ê hebin.Em ê mafên xwe her tim biparêzin.”