Oya Ersoy: Divê em Ayselê tenê nehêlin 2022-04-17 09:05:30   WAN - Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy da zanîn ku hişê dema nêz û navan yê Aysel Tugluk nemaye û got Aysel ji ber nameyên ku jê re tên şandin gelek kêfxweş dibe. Oyayê bang kir ku divê ji bo Ayselê kampanyayê tora civakî bên destpêkirin û jê re her tim qert û name bê şandin.   Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku girtî ye û nexweşa Demansê ye, rewşa wê her diçe giran dibe. Aysel Tugluk li girtîgeha Kandirayê girtiye û di 6’ê Nîsanê de jî heyet çûbû serdana wê. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy  ku ew jî yek ji kesên çibû serdanê bû der barê rewşa Ayselê de ji ajansa me re axivî.   Oyayê balkişand ser rewşa girtîgehan û got birînek mezin a welat e û wiha dirêjî dayê: “Ji 98’an heta niha li vî welatî girtîgehên hatine çêkirin bi pergala odeya tecrîdê hatine çêkirin û girtî di şertên giran de dimînin. Oyayê wiha berdewam kir: “Zext û êrîşên li girtîgehan dibin sedema mirina girtiyan an jî nexweşiyên giran. Li derve atmosferek aloz heye lê ev li girtîgehan hîn bêtir girane. Pandemiyê dikin hincet û tecrîd li ser tecrîdê tê meşandin. Mafên girtiyan tên xespkirin. Girtî nikarin derkevin bernameyên hevpar, aktîvîteyên civakî. Dikin hucreyên yek kesî, hevdîtinên malbatan pêk nayên. Di hevdîtinên vekirî de lêgerînên berfireh tên kirin. Yên li dijî vê derkevin jî dernaxin hevdîtinan.”   ‘Wijdana Ayselê tiştên hatin jiyîn ranekir’   Oyayê balkişand ser rewşa Aysel Tugluk jî ev tişt vegot: “Aysel parêzvana maf û keseke ku têkoşîna hiqûqê dida bû. Tiştên ku AKP’ê bi siyasetê nekir vê carê hewl da bi hincetan kesan bigire kir. Aysel jî yek ji van kesan bû. Aysel ji ber fikrên xwe, siyaseta dimeşand hat girtin. Di sala ewil a girtina wê de dayika wê jiyana xwe ji dest da. Tiştên di merasîma cenazê de pêk hatin bandorek mezin lê kirin. Hişê wê dilê wê ev tiştên hatin jiyîn ranekir. Bi nexweşiya demansê ket. Hem tecrîd hem jî şertên pandemiyê nexweşiya wê girantir kirin. Em bi serokwekîla xwe Meral Daniş Beştaş re çûn girtîgeha Kandirayê û me hevdîtin kir. Me ev rewşa wê baş dît. Nexweşiyê tevgera fîzîkî ya Ayselê qels kiriye û îdareya girtîgehê jî vê dizane. Bi talîmatan û bi qestî tê girtin. ATK jî di ferqa rewşê de ye lê tê girtin. Ev têkoşîna me di serî de ji bo Ayselê û hemû girtiyên nexweş e. Divê em bi hemû saziyan re têkoşînê mezin bikin.”   ‘Dema nêz nayê bîra wê’   Oyayê destnîşan kir ku hişê dema nêz yê Ayselê nemaye û gelek kêm tişt tên bîra wê û dema çûm girtîgehê min got ku gelo ez ê bêm bîra wê. Oyayê axaftina xwe wiha domand: “Der barê me de der barê paşerojê de her tişt tê bîra wê.  Salên 90’î,  serdanên min yên ji bo wê tên bîra wê. Lê xebatên dema nêz nayên bîra wê. Du hefte berê heval çibûn hevdîtina wê nayê bîra wê. Nav nayên hişê wê. Li dijî pirsên tê pirsîn demek dirêj difikire. Di dayîna bersivê de zehmetiyan dijî. Me got roja te çawa derbas dibe, demek dirêj fikirî û got ew nikare pirtûkan bixwîne.Nikare nûçeyan bişopîne. Ayselê bi salan têkoşîn da. Ji ber vê neşopandina nûçeyan û nexwendina pirtûka wê xemgîn dike. Ji geşedanên siyasî durketin wê di alî ruhî de dide zorê. Dema diçe koxuşê  jî gardiyan rê dide ber wê. Bi tena serê xwe nikare rê bibîne.”   ‘Ji Ayselê re nameyan bişînin’   Oyayê bi lêv kir ku ji her çar alî welat û cîhanê piştevaniya ji bo Ayselê heye û Aysel ji ber name û serdanên tên kirin gelek kêfxweş dibe. Oyayê di vê mijarê de jî ev tişt bi lêv kir: “Di alî bibîrhatina navan de zehmetiyan bikşîne jî nameyên diçin wê kêfxweş dikin. Xwe tenê hîs nake. Ez bang dikim.  Hewce bi roj an jî dîrokek taybet nîne. Wêne an jî qertan ji Ayselê re bişînin. Bi vî awayî hunê wê tenê nehêlin. Bi toreke civakî jî em dikarin li dijî vê têbikoşin. Herî zêde jî jin Ayselê tenê nahêlin. Em ê Ayselê bi piştevaniya jinan azad bikin.  Şansekî mezn yê Ayselê ev ku bi hevalên xwe re dimîne. Bi Gultan Kişanakê re di koxuşê de dimîne. Dawiya vê mehê wê bibin koxuşa Fîgen Yuksekdag. Xwarina xwe paqijiya rojane bi hevalên xwe re dikare bike. Rojê pirsek 20 caran bê pirsîn ew 20 caran bersiv bide jî wekê ku cara ewil bihistiye bersiv dide.  Hevalan gotin ku ew nexweşiya wê pê nadin hîskirin. Wek Ayselê bi sedan girtiyên nexweş hene. Divê em ji ber vê hemû bi hev re têbikoşin.”