‘Dewlet ji wesayîtên zirxî yên li kolanan digerin berpirs e’ 2022-04-11 09:01:37     RIHA - Hevseroka OHD’ê ya Rihayê Meral Halat da zanîn ku demên dawî de bûyerên wesayîtên zirxî yên li bajarên kurd zêde bûne û ji wesayîtên zirxî yên li kolanan digerin dewlet berpirse.   Li bajarên kurd binpêkirin û kuştinên zarokan roj bi roj zêde dibin. Gumanbarên kuştin û binpêrinan pêk tînin jî ji aliyê dadgeran re bi hinceta ‘delîlên têr tunene’ tên berdan. Li gorî daneyên ÎHD’a Amedê ya 19’ê Mijdara 2021’ê di 10 salên dawî de bi giştî 228 zarokî jiyana xwe ji dest daye ji vana ji sedî 78 zarokên kur bûne û ji sedî 22 jî zarokên keç in. 64 zarok di encama gulebarandina polîsan de jiyana xwe j idest dane, 62 heb di encama êrîşên bombeyî, 33 heb di êrîşên çekdarî de, 39 heb di teqîna mayînan de, 18 zarok di encama lêketina wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dane. Bajarên herî zêde ev binpêkirin lê hatine jiyîn Şirnex, Mêrdîn, Amed, Colemêrg û Dîlok e.   Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê parêzer Meral Halat der barê binpêkirinên mafan yên pêvajoya dawî û polîtîka bê cezabûnê de nirxandin kir.   ‘Wesayîtên zirxî herî zêde li erdnîgariya me tê dîtin’   Meralê destnîşan kir ku hebûna wesayîtên zirxî ya li navenda bajar pirsgirêke û kesên van wesayîtan bikar tînin jî divê di perwerdehiyek baş de derbas bibin û wiha dirêjî dayê: “Dema mirov li van buyeran dinêrin dîti ku kesên van wesayîtan bikar bînin di perwerdehiyek baş de derbas nebûne. Di vê mijarê de fikarên me hene. Ji ber di dosyayên wan de tiştên em dibînin, nîşan dide ku perwerdehiyek baş negirtine. Li aliyê din jî tevî tê zanîn wesayîtên zirxî pêşî li mirinan vedike li navendên bajar li kolanan her tim digerin. Bi taybet li erdnîgariya met ê dîtin. Ji ber li vir kurd dijîn. Li rojavayê Tirkiyeyê pir kêm tên dîtin.  Sedema vê jî polîtîka şer e.”   ‘Hevpîşeyên xwe diparêzin’   Meralê bi lêv kir ku bi hinceta ewlehiyê li bajaran wesayîtên zirxî bi cih dikin û got: “Ji ber vê bûyerên wesayîtên zirxî tên jiyîn. Ji bo darizandina gumanbarên dibin sedema bûyeran divê şerta desturê bê girtin. Ji bo vekirina lêpirsînê daxwazkirina şerta destûrê jî bi tena serê xwe polîtîka bêcezahiştinê derdixe pêşberî me. Kesên di merciyên îdarî de cih digirin destur bidin jî vê carê pêvajoya berhevkirina delîlan destpê dike. Vê jî hêzên ewlehiyê dikin. Ew jî bi nêzîkatiya ku hevpîşeyên xwe biparêzin tevdigerin. Lê ev dibe sedema zêdebûna polîtîka bêcezabûnê.”   ‘Dewlet jê berpirse’   Meralê berdewamiyê de balkişand ser berpirsyariya dewletê: “Tevî tê zanîn ku ev wesayît nikarin manevrayê bigirin û rê li ber mirinan vedikin, hîna li kolanan digerin. Hebûna wesayîtên zirxî ya li kolanan  di alî hiqûqî de qeste. Dema ji bo lêpirsînê destur tê girtin vê carê dozger ji sûcê ‘ne qestiye, bi teqsîrê mirine’ dozê vedike. Ji ber vê jî dosya bên vekirin jî vê carê înfaz pêk nayên. Ev jî nîşan dide ku polîtîka bêcezahiştinê pêk tê. Gumanbaran teşwîqê vê rewşê dikin. Mafê jiyanê tê binpêkirin. Der barê zarokan de peymanên navneteweyî û mevzuata hundir jî heye. Li vê erdnîgariyê qada herî zêde zarok lê ne kolan in. Ji ber vê jî gera wesayîtên zirxî ya li kolanan di bin berpirsyariya dewletê de ye. Ev jî dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê.  Hebûna wesayîtên zirxî ya li qadên jiyanê binpêkirina maf e.”