Selma Gurkan: Divê her kes li dijî nelirêtiyên hilbijartinan xwe organîze bikin 2022-04-09 09:04:51   ENQERE - Cîgira serokatiya giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan da zanîn ku qanûna hilbijartinê bi armanca pêşîgirtina siyasetmedarên kurd hatiye kirin û got: “Desthilatdariyê qanûna tifaqê bixwe derxistibe jî dibîne ku hêzên mutefîk ên li hember wan tehdîdek e û bi sererastkirinên qanûnan dixwaze pêşiya tifaqan bigire.”   Pêşnûme Qanûna Hilbijartinê ya ji aliyê AKP û MHP’ê ve tê amadekirin tevî hemû nîqaşan di Lijneya Giştî de tê nîqaşkirin. Li gorî pêşnûmeyê benda hilbijartinê wê ji sedî 7 be. Bi pêşniyara 15 xalî ji bo partiyên siyasî bikevin hilbijartinê şerdê avakirina koma li Meclîsê wê bê rakirin. Pêşnûme ferzkirina 6 meh beriya hilbijartinê herî kêm li 41 navendî wê rêxistinbûn temam bibe, dihewîne. Bi vê xalê tê plankirin pêşî li transfera parlamenteriyê bê girtin û demeke kurt ji hilbijartinan re bimîne guhertina cih a hilbijêran wê ne pêkan be. Ji bo vê jî navnîşana di nava salekê de ya hilbijêr wê esas bê girtin. Li gorî pêşnûmeyên serok û endamên lijneya hilbijartinê yên navend û navçeyan di navbera dadgeran de bi peşkê wê bê diyarkirin û serokê lijneya hilbijartina navendî wê di encama vê peşkê de bên diyarkirin. Ji bo endamtiya lijneya sindoqê jî endamên din ên partiyê wê neyên nîşandan.    Cigîra serokatiya giştî ya EMEP’ê  û endama Platforma Ewlehiya Hilbijartina Adîlane Selma Gurkan der barê qanûna hilbijartinê de axivî.    ‘Ji bo pêşîgirtina siyasetmedarên kurd hat derxistin’   Selmayê diyar kir ku pergala hilbijartinê ya heyî ne pergalek demokratîk e û qanûna partiyên siyasî jî ne qanûnek demokratîk e û got: “Tifaqa Cuhmur di demên dawî de ji bo desthilatdariya xwe serî li her rê dide. Der barê mudaxalekirina hilbijartinan de jî hewldanên wê heye. Berê dengên bi mohr hatin bikaranîn. Pusulayên bê mohr derbas nekirin. Di hilbijartinan de hemû çavkaniyên dewletê ji bo propaganda desthilatdariyê hatin bikaranîn. Ev sererastkirina niha ya derxistine jî bi armanca pêşîgirtina siyasetmedarên kurd e û naxwazin bikevin meclîsê.”   ‘Rêya meclîsê digirin’   Selmayê wiha daxuyand: “Ji bo nûneriya çîna karkeran pêk neyê qanûna hilbijartinê hat avakirin û ji bo xizan di meclîsê de cih negirin pergalek hat avakirin. Sererastkirina der barê qanûna hilbijartinê de ji bo pêşîgirtina civakî, muxalefeta siyasî, çîna karkeran e û dixwazin rêya ku ew diçinê bigirin. Bi armanca tedbîrê vê dikin. Her tişt nîşan dide ku gel piştgiriya xwe ya ji bo hikûmetê kişandiye. Ev di xebatên me yên li fabrîka, sanayiyan tê dîtin. Lê desthilatdarî bi qanûnên hilbijartinê dilîze û dixwaze tahkîmê bike.”   Sererastkirina derbarê tifaqan de   Selmayê bal kişand ser daxistina benda hilbijartinê ya ji sedî 7’an û got divê benda hilbijartinê bi giştî bê rakirin û got divê yek dengekî gel vala neçe û di nûneriyê de ev deng bên nirxandin. Selmayê got desthilatdariyê benda hilbijartinê ne ku ji ber demokratîkbûna xwe ji ber hevkarên tifaqa xwe daxistiye û wiha dirêjî dayê: “Tifaqa Cumhur dixwaze pergalek otorîter a rejîma siyasî ya yek mêrî ava bike. Em partiya KED’ê li ser rejîma siyastek nû ya li gorî hewcedariya gelan, nîqaşan dimeşînin. Rêbaza em dibêje rêya sêyem, parçeyê nîqaşkirin rejîma siyasî ye. Şertên welatekî demokratîk bi têkoşînê pêkan e, bi têkoşînê dikare bê bidestxistin.”   Ji bo organîzekirinê bang   Selmayê bi lêv kir weke ku tê dîtin desthilatdarî maf û hiqûqê nas nake qanûnan jî nas nake. Selmayê ji bo pêşîgirtina nelêrêtiyên hilbijartinê jî bang li hemû aliyan kir ku bi awayekî organîzekirî tevlî pêvajoyê bibin. Selmayê bal kişand ser rewşa jinan jî û got: “Ger ku pergalek hilbijartinê ya adîlane û bawermend tunebe wê demê şansa jinan a serkeftinê jî tune ye. Em li ser gelo em dikarin çawa rêxistinbûnê bikin nîqaş dikin. Ev 8 meh in em xebatan dimeşînin. Ger ku di zemînek rast de xebat bên meşandin fikir bibin yek wê pêşketin baş be.”