Mehmet Sevînç bi berzkirina dirûşman hat veşartin 2022-04-08 15:22:54   STENBOL - Cenazeyê Mehmet Sevînç ê li girtîgehê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da tevî astengiya polîsan bi dirûşma "Şehîd namirin"  û "Bijî berxwedana zindanan" hat veşartin.    Girtiyê siyasî Mehmet Sevînç (63) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin, di 3’yê nîsanê de bi rengekî guman xwîn rijiya ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Mehmet, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mehmet îro li Goristana Balçik a navçeya Gebze ya Kocaeliyê hate definkirin. Di merasîma cenazeyê Mehmet de rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Darica, Gebze, Tuzla, Çayirova, Kartal û Pendîkê, endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MA TUHAY-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û gelek welatî amade bûn.    Hincetên astengiyê    Beriya definkirina cenazeyê Mehmet, polîsan gelek astengî derxistin. Polîsan nehiştin ku cenazeyê Mehmet li Goristana Nene Hatun a li Daricayê bê definkirin. Polîsan îdia kir ku dê ziyan bigihije darên li goristanê û xwestin ku cenaze li Goristana Balçikê bê definkirin. Tevî hemû hewldanên malbatê jî cenaze birin Goristana Balçikê.    Nehiştin rojnameger bikevin goristanê    Beriya anîna cenazeyê Mehmet, polîsan goristan dorpêç kirin, nehiştin rojnameger bikevin goristanê û dîmenan bikêşin.    Tevî astengkirinan jî cenazeyê Mehmet, bi girseyî û bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana zindanan" hate definkirin.    Malbata Sevînç şîna xwe li Taxa Pîrî Reîs danîn.