Keça Mehmet Sevinç: Bila her kes ji bo vê rewşê dengê xwe derxe 2022-04-08 09:10:54   ÎZMÎR - Keça Mehmet Sevinç, girtiyê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, Bêrivan Sevinç da zanîn rêveberiya girtîgehê gelekî dereng agahî daye wan û wiha got:"Bavê min hat kuştin. Bila her kes ji bo vê rewşê dengê xwe derxe."   Mehmet Sevinç ê ku li  Girtîgeha Tîpa T a Manisayê dihat girtin di 3'yê Nîsanê de ji ber xwîn çû ser mejiyê wî rakirin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mehmet ê ku bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da anîn Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê (ATK). Piştî otopsiyê radestî malbatê hat kirin. Dê cenazeyê Mehmet li navçeya Darica ya Kocaeliyê bê veşartin.    Li ber deriyê ATK'ê malbat û gelek sazî, dezge û welatî bi saetan sekinînin. Keça Mehmet Sevinç, Bêrîvan Sevinç a li vir axivî diyar kir ku gardiyanan derbarê mirina bavê wê de îfadeyên bi nakok dane û bavê wê dereng birine nexweşxaneyê. Her wiha Bêrîvanê da zanîn saeta mirina bavê wê bi guman e û got agahiyên pêwist nedane wan.    'Tendirustiya bavê min baş bû'   Bêrîvanê da zanîn tendirustiya bavê wê baş bûye û ew li girtîgehê hatiye kuştin û wiha pê de çû:"Tendirustiya bavê min baş bû. Li gor ez li nexweşxaneyê hîn bûm xwîn ji normalê zêdetir çûye ser mejiyê wî. Li girtîgehê guh nedan bavê min. Ew kuştin. Cenazeyê wî dan destên me. Ev 3 roj in em li ber nexweşxaneyê ne. Bavê min miriye lê belê wekî formalîte me li vir dan sekinandin. Ez bang li her kesî dikim. Bila ji me re bibin deng. Bavê min 28 salên xwe da. Ew şehîd ket. Bila her kes ji bo vê rewşê dengê xwe derxe."   'Dereng birine nexweşxaneyê'   Bêrîvanê bi lêv kir ku rêveberiya girtîgehê bavê wê dereng şandiye nexweşxaneyê û wiha lê zêde kir:"Bavê min hatiye emeliyatkirin piştre li me digerin û dibêjin 'Hûn dixwazin, werin'. Heta em hatin saet bû 17.00. Xwîn çûbû ser mejiyê wî lê belê kesekî agahî neda me. Dema em hatin nexweşxaneyê nehiştin em bavê xwe bibînin. Li odeyê nêzî 10 jandarma û gardiyan hebûn. Her kesî ji milê me girt û me derxist, agahî nedan me. 7 saetan bavê min dane sekinandin. Çima 7 saetan dan sekinandin?"   Îfadeyên bi guman   Bêrîvanê da zanîn agahî dane wan ku bi ambulansê bavê wê birine nexweşxaneyê û wiha got:"Wiha dibêjin lê derewa dikin. Yek dibêje 'dema ji bo xwarinê em çûne gel, li ser ranzayê verşiya bû û hiş ji serî çûbû'. Tu saet di çendan de xwarinê didê? 06:00 yan jî 07:00. Wê demê çima saet di 03:50'an de qeyda ketina acîlê xuya dike? Bavê min di wir de girtine ji bo bimire. Bila hemû Tirkiye dengê min bibihîse."   'Di nava hevalên xwe de baya wê rewşa wî bihata zanîn'   Bêrîvanê da zanîn piştî bavê wê birine nexweşxaneyê li hucreya yekkesî girtine û wiha got:"Di hucreyekê de bi tena serê xwe ew hiştine. Kesekî çima neçû saxtiya wî nekir? Ger li qawişê di nava hevalên xwe de baya wê rewşa wî bihata zanîn."