Dayika Tenzîle Acar: Ji bo tedawiyê divê girtiyên nexweş bên berdan 2022-04-07 09:03:16   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Dayika girtiya nexweş Tenzîle Acar Rasmiye Acar, anî ziman ku Tenzîle hêj biçûk bû li dijî zilm û neheqiyê serî rakir, niha jî li girtîgehê li dijî zilmê li ber xwe dide û got: "Ez dixwazim hemû girtiyên nexweş bên berdan û tedawiya wan li derve bê kirin."    Girtiya nexweş Tenzîle Acar, di 2’yê sibata 1995’an de li navçeya Hezexa Şirnexê di nava malbatek welatparêz de tê dinê. Malbata ku dixwest navê keça xwe bike “Rewşen” ji ber qedexeyan kir Tenzîle. Tenzîleya ku heta temenê xwe yê ciwantiyê li vir mezin bûye û her tim li dijî neheqiyê serî rakiriye. Tenzîle li dijî zilm û zordariya li hemberî gel bêdeng namîne û di 15 saliya xwe de di nav xebatên partiya siyasetê de cih digire. Tenzîle di serî de li Şirnexê û li gelek bajarên din di nav xebatan de cih digire. Tenzîle di sala 2017’an de ji bo xebatan berê xwe dide Stenbolê. Li Stenbolê tê girtin. Tenzîle 5 sal in li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye.    Tenzîleya ku di lîsteya girtiyên nexweş de cih digire, nexweşiya hepatît B û tuberkuloz pê re heye û nikare behna xwe bigire, ji qirika wê jî xwîn tê. Tedawiya bi kelepçe lê tê ferzkirin lê Tenzîle li dijî wê yekê naxwaze tedawî bibe. Dayika Tenzîleyê, Rasmiye Acar derbarê keça xwe de ji ajansa me re axivî.    ‘Li dijî zilmê tevlî xebatan bû'    Rasmiye, diyar kir ku Tenzîle li dijî zilm û zordariyê tevlî xebatên siyasî bû û got: "Dixwest debara malê bike lê ne dixwesti biçe cihekî din bixebite û dixwest serbixwe bixebite. Ji ber vê yekê ji xwe re dikana danûstandina telefonê vekir. Piştî demek ji neçariyê dikana xwe girt. Destpêkirina xebatên partiya siyasî ya Tenzîleyê li dijî zilm û zordariya dewletê ya li ser malbatê bû. Hêj zarok bû dest bi xebatan kir. Ligel 15 saliya xwe bi dil û can xebat dida meşandin."   ‘Neheqiyê qebûl nedikir’   Rasmiye, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser taybetmendiya kesayetiya Tenzîleyê: "Keça min gelekî zîrek û jêhatî ye. Diçû alîkariya her kesî. Ji zarokatiya xwe heta niha hevaltiyeke wê ya gelek xweş heye. Di biçûktiya xwe de jî kesek zana bû. Her tim parastina hevalên xwe dikir. Tu carî neheqiyê qebûl nedikir. Taybetmendiya wê niha jî li girtîgehê didome. Tenzîleyê her tim dixwest navê zarokan bi kurdî be. Ji ber ku me ji ber qedexeyan nekarî navê wê bikin Rewşen. Tenzîle niha jî navê Rewşenê bikartîne. Çend di nasnameyê de Tenzîle be jî li malê û derve navê wê Rewşen e. Keça min hîn pitik bû ji ber navê xwe bi zilmê re rûbirû ma lê niha jî mezin bûye li hember zilmê serî radike.”   '10 rojan îşkence lê hat kirin'    Rasmiye, destnîşan kir ku Tenzîle ji bo xebatan berê xwe da Stenbolê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ku li Stenbolê hat binçavkirin 10 rojan îşkence lê hat kirin. Keça min di sala 2017’an de hat girtin. Îşkenceya ku lê hatî kirin li girtîgehê jî dom kir. Ji serê ewilî heta îro li ser wê û hevalên wê zextek heye. Rêvebiriya girtîgehê û gardiyan her roj bi ser qawişên wan de digirin û lêgerînê dikin. Di lêgerînê de hemû alavên wan tên belavkirin. Ev tişt di nav hefteyê de 3 caran pêk tê. Bi zilmeke mezin re rûbirû ne."   ‘Bi kelepçekirî dibin nexweşxaneyê’   Dayika Tenzîleyê Rasmiye, da zanîn ku keça wê demek dirêje nexweşe û wiha bi lêv kir: "Keça min demek dirêje nexweşe û dema dibin nexweşxaneyê jî bi kelepçeyê dibin û ji ber vê yekê keça min tedawiyê qebûl nake. Her wiha hemû gardiyan jî bi wê re dikevin cihê muayeneyê. Bi kelepçeyê dê çawa bê tedawîkirin. Dema dibin nexweşxaneyê jî bi hinceta koronayê du mehan di hûcreyê yek kesî de girtin. Mirovek nexweş dê çawa pêdiviyên xwe pêk bîne û li xwe binêre."   ‘Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin'    Rasmiye, daxuyand ku li vî welatî edalet û hiqûq tuneye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û tedawiya wan bê kirin. Em naxwazin dilê dayikan bişewite. Zarokên me tên sirgun kirin, hem zilmê li me malbatan dikin û hem jî girtiyan dikin. Keça min nexweşa weremê ye û divê bê tedawî kirin. Lê belê li girtîgehan ne keça min hemû girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Ez dixwazim keça min bê berdan û tedawiya wê li derve bê kirin. Bi tena serê xwe nikare li xwe binêre. Ji ber nexweşiya wê divê cihê wê û cilên wê tim paqij be. Lê girtîgeh di vê aliyê de nebaşe. Ji ber ku tedawiya wê nayê kirin em di nav fikarê de ne.”