Jina li Hevselê karê çandinî û ajalvaniyê dike: Qeyrana aboriyê kûr dibe 2022-04-07 09:02:05   Medya Uren   AMED - Mewlûde Çinaklî ya ku bi karê ajalvanî û çandiniyê debara xwe dike wiha got:"Ez ji karê xwe û ji Hevselê hez dikim. Lê belê her ku diçe li Hevselê jî, girîngiya karê çandinî û ajalvaniyê tê guhertin. Li cihê em debara xwe bikin em zirarê dibînin. Qeyrana aboriyê kûr dibe, kes xizanan nabîne û ev jî karkerên weke me tune dike."   Bi destpêkirina biharê re li bax û baxçeyên Hevsela ku ji aliyê UNESCO'yê ve weke mîrateya cîhanê hatiye nîşankirin rengê jinê diyar dibe. Di karên çandinî û ajalvaniyê de herî zêde jin dixebitin û hevselê şîn dikin. Li hemberî qeyrana aboriyê ya ku Tirkiye û herêmê ber bi man û nemanê ve dibe de herî zêde jin têkoşînê dikin û li her qadê jî girîngiya hebûna xwe nîşan didin.     Mewlûde Çinaklî ya ku li Deriyê Qesrê yê Amedê dijî, di serê biharê de tê bajêr, li Hevselê ajalên mezin xwedî dike û ger rewşa aboriyê dest bide jî çandiniyê dike. Mewlûdeyê jî weke gelek niştecihên vir 6 mehên xwe li gund derbas dike û hewl dide bi xebata kiriye debara xwe bike.   Mewlûdeyê bi tenê dixebite   Hevjînê Mewlûdeyê beriya salan jiyana xwe ji dest daye û keça wê ya ku dibistanê dixwîne li gel dimîne. Ew ji cihekî mûçeyekê nagire û dibêje ku çavkaniya wê ya debarê tenê xweza ye. Mewlûdeyê bi qasî 10 salan e li ser xaka Hevselê karê çandinî û ajalvaniyê dike. Mewlûdeya ku ji karê xwe hez dike tenê giliyê tenêbûn û qeyrana aboriyê dike.    Bi karê çandinî û ajalvaniyê debara xwe dike   Mewlûdeyê di saetên serê sibehê ji Deriyê Qesrê tê Hevselê. Bi rojê re tê, çêlekên xwe derdixe. Êmê çêlekan dide wan û piştî didoşe jî şîrê xwe distîne û li dora saet 10'an vedigere malê. Careke din jî saet di 1'ê de tê, vê carê jî cihê wan paqij dike, êmê wan didê û wan hinekî derdixe. Mewlûdeyê ji me re qala karê xwe dike û dibêje: "Karê me bi vî awayî derbas dibe. Piştî mehekê şûnde jî em ê dest bi çandiniyê bikin. Ji bo karê çandiniyê jî em ê herin gundan û 6 mehan li wir bimînin. Li wir em çandiniyê dikin, ajalan xwedî dikin. Karê kirîn firotinê jî dikin. Bi vî rengî em hewl didin debara xwe bikin."   'Hevsel û girîngiya karê me tê guhertin'   Mewlûdeyê dibêje berê ez bi hevjînê xwe re dihatim kar lê belê ez bi tenê mam û barê min giran bû. Mewlûdeyê wiha berdewam kir: "Keça min a li gel min jî dibistanê dixwîne. Hewl didim wê bidim xwendin. Ji ber wê yekê nikare bi min re bibe alîkar. Bê guman ji karê xwe hez dikim. Ji ajalan hez dikim û ji bêhna Hevselê hez dikim. Lê belê ev kar zehmet e. Ango her ku diçe jî Hevsel tê guhertin û bi qeyranê re jî girîngiya karê em dikin tê guhertin. Ev jî dibe sedema nexweşbûnê."   'Dema têm vir bêhna min fireh dibe'   Mewlûdeya ku hezkirina xwe ya xwezayê tîne ziman bala me jî dikşîne. Dema şivaniyê dike, dema ajalan vedigerîne bi navê wan bang dike. Navê hesp û çêlekan cuda ye. Ji hespê xwe re dibêje Nazli, ji çêleka xwe re jî dibêje Nazlican. Mewlûdeyê dibêje:"Ez hînî wan bûme û dema têm vir bêhna min fireh dibe. Ji derveyî debarê têkiliyek me ya cuda jî pêş dikeve."   'Kes xizana nas nake'   Mewlûdeyê bi lêv kir ku Tayîp Erdogan mûçe nade û ji welatiyan re alîkariyê nake. Mewlûdeyê wiha gotina xwe domand: "Lewra welatî di bin xizaniyek mezin de ne. Herkes bê kar in. Em jî bê kar in û nikarin karekî bibînin. Em debara xwe bi vî awayî dikin. Ger şîr hebe em difiroşin tune be jî em hemû mesrefan ji bêrîka xwe didin. Ango li cihê kû em feydê bibînin, em xisarê dibînin. Ji dewletê tu alîkarî nayê. Kes xizana nas nake. Qeyran her ku diçe kûr dibe û rewşa me jî xerab dibe. Hêvî dikim ku demlidest çareser bibe."