Zeynep Murad: Tirkiye dixwaze xeyalên xwe yên mîsaqî mîllî bi cih bîne 2022-04-06 09:01:28   Medya Uren   NAVENDA NUÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeynep Murad têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nirxandinên xwe parve kir û got: "Dewleta tirk salek e bi piştgiriya PDK'ê li Başûrê Kurdistanê xwe bi cih kiriye û bi xeyalên mîsaqî mîlî re êrişa xwe gur dike. Her deverê Kurdistanê kirin qereqol û cihên bombebaran û kîmyebaranê. Lê nikarin rêxistina gerîla hilweşînin."   Dewleta tirk ber bi xilasbûna Peymana Lozanê ve hêza xwe ya leşkerî li her deverê Kurdistanê zêde dike. Pêvajoya bicihbûna Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê sala xwe temam dike û niha jî amadekariyên şerekî nû dikin. Hevseroka Kongreya Netewa Kurdistanê (KNK) Zeynep Murat têkildarî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK'ê ji ajansa me re axivî. Zeynep li ser xalên bingehîn ên êrişan sekinî û banga yekîtiyê kir.   'Ev êriş gefek li ser hemû Kurdistanê ye'   Zeynepê da zanîn ku êriş li ser hemû Kurdistanê ye û wiha dest bi axaftinê kir: "Êrişa îro dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistanê dide meşandin êrişek nû nîne ku li dijî kurdan tê meşandin. Em rola dewleta tirk a di şerê Rojavayê Kurdistanê, plana dagirkirina Kobanê û dîsa Efrînê de baş dizanin. Dubare Tirkiyeyê di Nîsana 2021'ê de li Başûrê Kurdistanê û çiyayên Kurdistanê, Zap, Avaşîn û Garê êrişek berfireh da pêşiya xwe. Lê belê demek dirêj e ruxmê êrişên hewayî û li ser reşahiyê tên kirin jî dewleta tirk encam negirt. Li hember têkoşîna gerîlayên azadiyê hêza Tirkiyeyê şikest. Dewleta tirk bi hinceta ku bekaya xwe biparêzin êrişên ji derveyî sînor dide meşandin. Lê belê em hemû jî baş dizanin ku armanc ne ev e. Tirkiye ji bo xakên ku bi dest nexistine, Peymana Lozanê weke darbeyekê dinirxîne. Ji niha ve jî amadekariyên 2023'yan dike û bi armanca cihên wenda kiriye liv û tevgerên xwe bi lez kiriye. Dixwaze erdnîgariya xwe berfireh bike û xewna xwe ya mîsaqî mîlî cîbecî bike. Ev xeteriya jî li ser her çar parçeyên Kurdistanê ye."   'Bikaranîn çekên kîmyewî hat belgekirin'   Zeynepê bi lêv kir ku gelê kurd bi salan têkoşînek mezin dide û êrişên pêk tên destkeftiyên wan û berjewendiyên wan dixe xeteriyê û wiha lê zêde kir:"Ji ber vê sedemê jî gelê kurd bi mijarê ve eleqeder e. Ji bo me cihê nîgeraniyê ye. Hêzeke kurdî weke Partiya Demokratîk a Kurdistanê alîkariyê dide van êrişên dewleta tirk. Tê hêvîkirin ku seknek xurt nîşan bidin, lê belê bi arguman û hincetan derdikevin pêşiya me. Weke KNK me bi hizbên siyasî re hevdîtin pêk anîn. Weke ku her kurdekî eleqeder dike jî ya em têgihiştine herkes li dijî êrişan gilî dikin. Bi piştgiriya hêzên ji derve û PDK'ê re dewleta tirk ev saleke li vir bi cih bûye û êrişên qirêj didin meşandin. Bi bikaranîna çekên kîmyewî re jî dê nikaribe serî bide tewandin û niha jî serî li rê û rêbazên din dide. Ew li ser çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tînin. Ev binpêkirina hemû qanûnên şer ên navdewletî ye. Weke hinek rêxistinên peywendîdar em jî weke KNK çûn cihê bûyerê û bi aweyekî nişmî me lêkolîn kir û me bikaranîna çekên kîmyewî bi belge kir. Herçiqasî PDK bixwaze ji van lêkolînan re bibe asteng jî lêkolînên me berdewam dikin."   'Êriş zêde ne lê têkoşîna gerîla jî mezin e'   Zeynepê da zanîn ên ku di cihekî de berjewendiyên xwe dibînin bê deng in û wiha pê de çû: "Hukumeta Iraqê jî li hemberî van êrişan xwe bê deng dike. Ji ber berjewendiyên hemûyan tê de heye. Di demek nêz de hilbijartin jî pêk hat û di van hilbijartinan de dîsa lîstokên qirêj hatin pêşxistin. Me dît çawa ev lîstok cesaretê dide dewleta tirk. Weke tê şopandin dewleta tirk bi cesareta digire planên êrişên berfireh dike. Di vê çarçoveyê de êriş li ser Şengalê jî tê meşandin. Ev jî bi wê ve girêdayî ye. Êrişên wan ên qirkirina civaka Êzidî ya di sala 2014'an de vala hate derxistin, niha jî hewl didin ku civaka Êzidî tune bikin. Êrişên dewleta tirk nesekinîne lê belê li hemberî êrişan têkoşînek mezin a rêxistina azadiyê heye."   'Her dever bûne baregehên Tirkiyeyê'   Zeynepê diyar kir ku bi hewldanên êrişê re her dever bûne baregehên Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Em hemû dizanin helwestên PDK'ê bi çi rengî ne. Bi piştgiriya wan jî niha her mîtroyê axa Kurdistanê bûye qereqolên Tirkiyeyê. Zext û zorî li niştecihên vî welatî ji tê kirin. Dixwazin Kurdistanê bikin qada leşkerî û şer. Dixwazin gaza siruştî bi hevkariya Tirkiyeyê derbixin û bifiroşin. Ango bazariyeke qirêj di roja îro de li ser Kurdistanê tê meşandin. Mixabin ên ku berdêla vê bazariyê didin jî gelê me ye. Ev hemû jî ji bo berjwendiyên dewleta tirk e. Ev kar bi salane bi awayekî veşartî pêk dihat. Di roja îro de jî bi awayekî vekirî dikin çavên me. Li dijî vê bê guman ji aliyê hizbên siyasî yên başûrê Kurdistanê û gelê başûr ve bertek tê nîşandan. Lê mixabin ev nerazîbûn jî venegeriyaye hêzeke ku serhildan pêk were."   'Şengal birîna kurdan e'   Zeynepê têkildarî êrişa li ser Şengalê tê meşandin ev nirxand kir: "Piştî fermana 74'emîn ya bi ser civaka Êzidî de hatiye PDK bi hevkariya Tirkiyeyê û hikumeta herêmê dixwaze bide berdewamkirin. Lewra ferqa Tirkiyeyê ji DAIŞ'ê tune ye. Bi heman hovitî û hişmendiya qirêj nêz dibe. Bi êrişên hewayî pêşengên civaka êzidî hatin qetilkirin, cihên sivîlan hatin bombebarankirin ku ev yek jî nîşaneyên vê hovitiyê ne. Civaka Êzidî bi hewldana xwe, xweseriya xwe ava dike û parastina xwe dikin. Nîşan dide ku pêwîstiya wan bi kesî tune ye. Ew êdî nikarin baweriya xwe bi kesên ku wan firotine bînin. Civaka xwe teslîmî kesî nakin. Ev jî mafê wan e. Êrişa li hemberî vê daxwaza Şengalê jî ew e ku tirk dixwazin yek ji civakên herî qedîm ên van axan tune bike. Ya din jî Şengal xwedî cihekî stratejîk e. Ji bo bidestxistinê jî hemû rêbazan bi kar tînin bêyî ku qetilkirina zarok û jinan ber çav bigirin. Niha jî dixwazin bi dîwarên ku li derdora Şengalê rêz dikin, parçebûnê di navbera me de çêbikin. Divê em hemû jî di aliyê dîplomasî û siyasî de xwedî li Şengalê derbikevin. Şengal birîna kurdan e. Lewra civaka Şengalê ji bo çand, ziman û nasnameya xwe bi dil û can diparêzin. Têkoşînek mezin tê dayîn, pêwîst e em jî piştgiriyê bidin têkoşîna wan."   'Mexmûr tenê tê hiştin'   Zeynepê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wargeha penaberan a Mexmûrê û wiha got: "Gelê Mexmûrê jî weke yê Şengalê niha têkoşînek mezin li hemberî êriş û gefên hersê aliyan ve tên kirin, didin. Bi salan e êş û azarên ku Gelê Mexmûrê nedîtine nemane. Mexmûr tenê tê hiştin. Piştî çend caran penaber dibin, li wargeha Mexmûrê bi cih dibin. Mixabin li vir jî her tim bûye hedefa êrişên Tirkiyeyê. Li gel PDK û hikumeta Iraqê re Neteweyên Yekbûyî jî ji van êrişan re bê deng e. Şêniyên li Mexmûrê di bin ambargoyê de ne. Loma di warê têkoşîn û dengderxistinê de ya ku dikeve li ser milê me, gel, saziyên demokratîk û siyasî jî mezin e."   'Jin wê bibin pêşengên yekîtî û serkeftinê'   Zeynepê da zanîn çawa ku tirkiye bi awayekî stratejîk nêz dibe û dixwaze 2023'yan bizivîrîne qada berjwendiyên xwe em jî dikarin vê yekê bikin. Zeynepê wiha gotina xwe bi dawî anî: "Divê em hestiyar û bi awayekî stratejîk tev bigerin. Em dikarin vê salê bikin sala serkeftinê. Ev ji bo me jî fersendeke mezin e. Ji bo ev pêk were jî erk û berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê me. Em dikarin vê jî encex bi yekîtiya neteweyî pêk bînin. Bi taybetî jî jin wê bikaribin pêşengtiya yekîtiya neteweyî bikin û bibin pêşengên serkeftinê jî. Jin dikarin ax û welat biparêzin."