‘Divê em bibin dengê girtiyan' 2022-04-05 09:13:18   Sema Çaglak - Şîrîn Çinar   AMED - Yunus Kiyar mehek beriya niha sirgunê Girtîgeha Yozgatê kirin û niha di hicreyeke yekkesî de tê girtin. Keça wî Zeynep, diyar kir ku girtî di bin şert û mercên ne baş de dijîn û got: "Divê hemû malbatên girtiyan piştevaniya çalakiya 'Nobeta Edaletê' bikin û bibin dengê girtiyan."   Zext û zordariya li hemberî girtiyan roj bi roj zêde dibin. Girtî li dijî binpêkirina mafên xwe li ber xwe didin. Ligel berxwedana girtiyan, malbatên girtiyan jî bi çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Wan, Amed, Îzmîr û Stenbolê balê dikişînin ser rewşa girtiyan.    Yunus Kiyar (58), di sala 2019'an de hat girtin û 6 sal ceza lê birîn. Yunus mehek beriya niha ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de sirgunê li Girtîgeha Yozgatê kirin. Bi hincetên cuda Yunus niha di hicreya yek kesî de di nav şert û mercên ne baş de tê girtin. Keça Yunus Zeynep Kiyar derbarê rewşa bavê xwe de ji ajansa me re axivî û bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan.    'Mirina girtiyan wek mirineke xwezayî nîşan didin'   Zeynep, diyar kir ku mehek û nîv ê bavê wê di hucreya yek kesî de tê girtin û got: "Bavê min di nav şert û mercên nebaş de dijî. Ji bilî bavê min çend girtiyên din jî heman rewşê dijîn. Jixwe girtî bi tecrîdeke giran re rûbirû ne. Lê belê li hemberî tecrîd û rewşa girtiyan bêdengiyek heye. Demên dawiyê li girtîgehan cenaze derdikevin û ev tişt jî me dixe nava fikaran. Piranî girtiyên ku jiyana xwe ji dest didin jî girtiyên ku di hucreyên yek kesî de tê girtin e. Ew jî mirovan dixe nava fikaran. Polîtîkayên ku di darbeya 80’ê de ku li dijî girtiyan dihat meşandin tîne bîra mirovan. Di dîroka Tirkiyeyê de rewşa girtiyên siyasî mijarek kûr e. Her wiha mirina girtiyên siyasî hertim wek mirineke xwezayî hatiye nişandan. Lê bêguman ew mirin ne xwezayî ne. Her mirina girtiyeke siyasî mirineke polîtîk e.”   ‘Bavê min zilmê qebûl nekir’   Zeynep, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser tecrîdê: “Bi hincetên cûrbicûr cezayên dîsîplînê didin girtiyên siyasî. Ew tişt tê wateya tecrîdê. Bi wan polîtîkayên zext û tecrîdê dixwazin civakê bitirsînin. Haya me ji wan polîtîkayên ku tê meşandin heye. Bêriya ku bavê min nehatibû girtin pir caran zextê li malbatê dikirin. Jixwe dewlet bi hewldanên wisa dixwaze Gelê Kurd kontrol bike. Bavê min tu carî zilma ku dihat kirin qebûl nedikir û ji ber vê jî hat girtin."   ‘Divê xwedî li çalakiyê bê derketin'    Zeynep, diyar kir ku bi xwedîderketina li girtiyan dikarin tecrîdê bişkînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji xwe rewşa girtiyên nexweş di rojeva me de ye. Beramberê wê jî divê rewşa hemû girtiyên siyasî di rojevê de bîn. Tecrida ku li Îmraliyê niha li hemû qadên Tirkiyeyê tê meşandin. Heq, hiqûq û edalet li vî welatî nîne. Ji ber vê yeke divê em xwedî li girtiyan derkevin. Niha çalakiyên 'Nobeta Edaletê' heye û divê em çalakiya ku pêk tê di rojevê de bihêlin. Divê her kes piştevaniya çalakiyê bike ku bila dengê hemû girtiyên siyasî bê bihistin. Her wiha pêwiste hemû malbatên girtiyan tevlî çalakiyê bibin."